Dîroka Kurdistanê ji ber polîtîkayên dewletê bi tunebûnê re rû bi rû ne. Li Amedê cihên dîrokî ji ber xemsariya Birêveberiya Herêmî ya Weqfan ya girêdayî Serokweziriyê bi tunebûnê re rûbirû dihêlin. Çîfte Xana ku bi navê xwe yê berê Borsa Xan e jî yek ji van cihan e. Çîfte Xan li taxa Dabanoglu ya Sûra Amedê ye û wekî Suluklu Xan û Hesen Paşa di nav dîroka Amedê de xwedî cihekî girîng e. Beriya qederê 50 salan Çîfte Xan weke navê xwe yê berê navenda bazirganiyê ya Amedê bû. Lê bi salan e bi zanebûn bi wêranbûnû re rû bi rû hatiye hiştin. Ji ber ku cihekî dîrokî ye restorasyon divê ji aliyê Birêveberiya Herêmî ya Weqfan bê kirin. Birêveberiya Herêmî ya Weqfan jî ne dihêle kesên tê de hîseyên wan hene çêkin, ne jî bi xwe restorasyonê wê dike.


Xelk ditirse di ber xanê re derbas bibe

Di heman demê de ji ber ku diwar û kolonên xanê li ber hilweşînê ne, xelkê bajêr ditirsin di ber xanê re bibihurin. Aliyekî xanê li ber hilweşînê ye û her wiha li kêleka wê Ocaxa Tenduristiyê heye. Her wiha deriyê xanê ji ber ku çend caran hidik maye bikeve, ji aliyê Şaredariya Sûrê ya Amedê ve bi texteyan ji bo demekê hatiye zexmkirin. Şaredariya Sûrê ya Amedê hin tedbîr girtine lê ev tedbîr têrê nakin ku avahiya xanê li ser xwe bimîne. Birêveberiya Weqfan jî, li şûna ku restorasyona xanê bike, hin beşên girêdayî wê ne jî dane bi kirê. Di nav demê de ji ber xemsariya rayedaran Çîfte Xan bûyê cihê kesên ku tiryakê bi kar tînin û kesên li xizneyan digerin. Ji ber kesên li xizneyan geriyane jî zirareke mezin li xana dîrokî bûye. Gelek stûnênên Çîfte Xanê hatine wêrankirin û niha hin cihên wê weke sergoyê tên bikaranîn.

Ne dihêlin bê çêkirin, ne jî ew çêdikin

Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, ji berê ve notirvanek ji aliyê weqfê ve hatiye peywirdarkirin. Hate dîtin ku notirvan jî li gorî dilê xwe tevgeriya. Li gorî firoşkarên derdorê xan weke cihekî çayxanê hatiye bikaranîn. Weke ku ev qas zirardayîn têrê nekiribe ji aliyê hin kesên nediyar ve texteyên ku dîroka deverê texrîb dikin jî bi avahiyê ve hatine kirin. Niha kurê Emîn Sevuk ku xwediyê ji sedî 32,9´ê hîseyên xanê ye, Îbrahîm Sevuk di hundurê xanê de ji xwe re kafeyek vekiriye. Îbrahîm Sevuk, da zanîn ku wan ji ber ku xan li ber hilweşînê ye, miraceatî rayedaran kiriiye, lê rayedaran heya niha tiştek nekiriye. Sevuk, diyar kir ku waliyê Amedê zêdetirê du mehan hatiye cihê xanê û soza piştgiriya pere daye û wiha peyivî: "Piştî ku em bi ser de çûn bi tenê teblîxatek lêzgîn ji me re bi rê kirin. Li ser teblîxatê jî mehek derbas bû lê hê jî rewş ev e."
Rayedarên Birêvebriya Herêmî ya Weqfan a ser bi Serokweziriyê jî dibêjin, heta niha ji ber aboriyê ev kar nehatiye kirin û pirrbûna hîsedaran weke neçêkirina xanê weke hêncet nîşan didin. Her wiha rayedarên Şaredariya Sûrê jî anîn ziman ku dema Walîtî, Qeymeqamî, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Sûrê bên ba hev dikarin zûtir astengiyan ji holê rakin. Rayedarên şaredariyê îdîa kirin ku wan di warê ewlehiyê de karê ku dikeve ser milên wan kirine.

Dîroka Çîfte Xanê:

Yek ji sê xanên Amedê ye ku heta roja me ya îro hatiye. Nayê zanîn ka di kîjan salê de hatiye çêkirin, li gorî agahiyan di sedala 16’an de hatiye çêkirin. Wekî navê xwe di destpêkê de weke du xanan hatiye çêkirin lê dema serdema komarê de xanek hatiye hilweşandin. Bi sê qatan pêk tê û qatek di bin erdê de ye. Hewşek di nav de heye û qata herî binî kîler, ya ser jî ji bo bazirganiyê hatiye bikaranîn. Beriya 50 salan weke cihê bazirganiyê hatiye bikaranîn. Hemû hewceyiyên xwarinê berê di vê xanê de dihatin firotin û rûn jî dihat helandin û firotin. Bi demê re ji ber xemsariyê hatiye ber hilweşînê. 

DIHA/AMED