
Li Rojhilatê Kurdistanê Erdheja ku 12´ê mehê êvarê hem Başûr û hem Rojhilatê Kurdistanê hejand, rê li ber gelek ziyanîn can û mal vekir. Di pêçana birînan de jî dewleta Îranê ya herî kêm dike. Dewleta ku ji bo heciyên Kerbelayê 800 ambulans texsîs kirin, dibêje ji bo herêma erdhejê pêdivî bi gelek ambulansan nîne. Molayên ku berê xwe didin Kirmanşan a ku tesîra xirabker a Erdhejê lê herî zêde bûyî jî, ji mirovan re dibêjin, erdhej qeder e û wêneyên xwe yên selfî li ber xirbeyan digirin.
Ji ber vê yekê jî di nava xelkê Rojhilatê Kurdistanê de nerazîbûneke mezin heye ji hikûmeta Îranê.

Di encama Erdhejê de li gorî daneyên dawî bêhtirî 500 kesî jiyana xwe ji dest da bêhtirî 7 hezar kesî birîndar bûn û bêhtirî 12 hezar xaniyan hilweşiyan. Zirara herî mezin jî li wilayeta Rojhilatê Kurdistanê, Kirmanşanê bû. Gelek şêniyên deverê ji gotinên ku Erdhejê weke daxwaza Xwedê û qederê bi nav dikin bêzar bûne. Çavdêrên siyasî û çalakgerên sivîl jî dibêjin hikûmeta ku dikarî ji bo heciyên Kerbelayê 800 ambulansan amade bike, çawa jê nayê ku pêdiviya av, xwarin, derman û konan dabîn bike.

Şerm û mûcîze li yek cihî
Yek ji dîmenên herî dilsoj ên vê erdhejê jî ew e ku li ber xaniyên hilweşiyayî molayên Îranê wêneyên xwe digirin, selfiyên xwe çêdikin. Wêneyên ku di wan de du mola xuya dikin, yek wêneyê yê din li ber avahiyeke hilweşiyayî digire, di medyaya civakî de veguherî fenomenekî.

Herçî mûcîze ne, ji erdhejê kêm nabin; zilamekî kuk di destê xwe de pitikeke sê mehî digire dibêje, wî pitika xwe ji bin cendekê jina xwe ya ku xwe avêtibû ser pitikê sax ji bin xirbeyan derxistiye. Li gorî wî hevjîna wê ji bo ku pitikê xilas bike xwe bi ser ve dada bû û ew di encama rûxiyana xanî de miribû, lê pitika 3 mehî filitîbû.

Hewara ji bo Kirmanşanê
Li aliyê din ji bilî alîkariya ku Heyva Sora Kurdistanê li ewrûpa û Heyva Sor a Kur dli Rojava bi lezgînî û wekî kampanya berhev dikin, înîsiyatîfîn lokal ên alîkariyê jî hene.
Li navçeya Silêmaniyê Ranyayê ji bo mexdûrên erdhejê ên li Parêzgeha Kirmanşanê kampanyaya alîkariyê hat destpêkirin. Ev kampanya wê 4 rojan dewam bike.
Endamê Komîteya Kampanyaya Alîkariyê, Xalîd Qadir têkildarî kampanyayê got; “Piştî karesata xwezayî ya bi serê welatiyên Rojhilatê Kurdistanê de hatî, me ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê dest bi kampanyaya komkirina alîkariyê kir. Em ê hewl bidin li vê herêmê gelek alîkariyê kom bikin. Em daxwazê ji xelkê herêma Raperîn dikin ku piştgiriyê bidin kampanyayê.”
Di şeva 12’ê Mijdarê de li xeta Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê bi pileya 7.3 erdhej pêk hat. Zêdeyî 500 kesan jiyana xwe ji dest da û bi hezaran kes birîndar bûn. pirrnaiya wan li Kirmanşanê, zêdeyî 12 hezar xaniyî rûxiyan.
NAVENDA NÛÇEYAN
Madalaya xwe didim xwediyê wê

Kiyanuş Rostamî yek ji kêm kesên li Îranê xwedî madalyayên olîmpîk e. Ew kurdekî Rojhilat e ku di haltervaniyê û hilgirtina giraniyan de xwedî madalyaya zêrîn a olîmpîk e. Wî madalayay xwe kir mezatê da ku ji dahata jê bê alîkariyê bike bi mexdûrên erdhejê yên li Rojhilatê Kurdistanê
Rostami, sala 2016´an li Rio de Janeiroyê di olîmpiyadan de madalyaya zêrîn bi dest anîbû. Ew li ser mijara xistina mezatê ya madalyaya xwe de dibêje, “Ez vê weke erka xwe dibînim, gaveke pişûk jî be biavêjim, da ku destê alîkariyê dirêjî xelkê xwe bikim. Ez madalyayê li xelkê xwe vedigerînim, ku jixwe xwediyê wê yê rastîn in. Ez ê bi mezatê bifiroşim û ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê bi kar bînim.”