Fermandarê Tabûra 1. a Alaya 34. a hêzên pêşmergeyan a li eniya başûrê Kerkûkê wezîfedar Cemal Mûhsîn Cafer, li ser xendekên li Kerkûkê hatine kolandin axivî û anî ziman ku wan di çarçoveya fermana Wezareta Pêşmergeyan de li dora Kerkûkê xendek kolandine û ev xendek jî ji bo parastinê hatine kolandin.
Ji bo hemû gel û neteweyên li Kerkûkê dijîn e
Li ser xendekên hatine kolandin, fermandarê pêşmergeyan got, “Nûçeyên ku dibêjin ‘Sînorê Kurdistanê hatiye destnîşankirin’ ne rast in” û axaftina xwe wiha dewam kir: “Ew xendek ne ji bo diyarkirina sînorê Kurdistanê ye. Xendek ji bo parastina hemû gel û neteweyên li Kerkûkê dijîn e.”
Navborî ragihand, ji aliyê giştî ve li eniya Kerkûkê gefeke cidî ya çeteyên DAIŞ‘ê nemaye, lê car carna hawanan diavêjin û hewl didin êrîş bikin. Cafer destnîşan kir, ku hêzên Kurd ên li eniyê ne, di cih de bersivê didin êrîşan.
Em biryarên Fermandariya Pêşmergeyan bi cih tînin
Fermandarê pêşmergeyan got, “Em sîstema xwe ya parastinê roj bi roj xurttir dikin. Di dema dawî de li eniya başûr liv û tevgereke çeteyên DAIŞ’ê heye. Lê belê ev tevger, ev êrîş bi tenê ji bo domandina jiyana xwe ye. Em ji bo parastina gelê xwe li vir in. Heta ku çeteyekî bi tenê yê DAIŞ‘ê li ser xaka me nemîne, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Fermandarê pêşmergeyan Cemal Mûhsîn Cafer axaftina xwe wiha dewam kir: “Em leşker in, bi fermanê re em dikevin nava tevgerê. Fermandariya Pêşmergeyan çi biryarê bide, em wê bi cih tînin. Niha ti fermaneke operasyonê ji me re nehatiye dayîn. Di mijara operasyona Hewîce yan jî Mûsilê de, dema ferman ji me re hat, em ê bi cih bînin. Erka me nîne bi tena serê xwe operasyonê bikin.”
Mûsil û Hewîce gelekî girîng e
Têkildarî nîqaşên li ser operasyona Mûsilê jî Cafer got, “Di vê mijarê de dema amadekariya wezareta pêşmergeyan û hêzên din ên tevlî operasyonê bibin qediya, kengî ji me re ferman hat em ê bikevin nava tevgerê. Rizgarkirina Mûsil û Hewîce ji destê çeteyên DAIŞ’ê, ji bo ewlekariya herêmê gelekî girîng e.”
Xendekên ku kolandina wan dewam dikin, berî sal û nîvekê kolandina wan destpê kiribû. Li eniyên başûr û rojhilatê Kerkûkê yên bi gefa DAIŞ‘ê re rû bi rû ne hatin kolandin û bi qasî 100 kîlometre dirêj in. Qedemeyek piştî xendekan, dîwarê ji beton ê bi kîlometreyan dirêj e hatiye lêkirin. Û kûleyên kontrolê li vê derê hene.
DÎREN ROJ/ANF/KERKÛK