
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “8’ê Adarê roja piştgirî û têkoşînê ya jinên kedkar ên cîhanê, li hemû jinan û mirovahiyê pîroz be. 8’ê Adarê êdî ji bo jinan ne tenê rojeke piştgirî û têkoşînê ye; veguheriye rojeke têkoşînê ya ji bo azadiya tevahiya mirovahiyê. Têkoşîneke ku xwe bi karakterê demokratîk û xeta azadiya jinê xemilandiye, nepêkan e ku bê têkbirin.”
‘Jinên Kurd pêşengên azadiyê ne‘
KCK’ê bal kişand ser xeta azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev nirxandin kir: “Rêber Apo, di têkoşîna azadî, demokrasî û sosyalîzmê de, ku bi lêgerîna azadîparêzî û şoreşgeriya mezin da destpêkirin, dît ku azadiya rastî, demokrasiya rastî û civakîbûna rastî bi azadiya jinê, bi karaktera demokratîk û civakî parêz a jinê dibe. Lewma xeta azadiya jinê kir hêza bingehîn û ruhê hemû têkoşînan.
Eger têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd pêl bi pêl mezin dibe û vediguhere pêşengê azadiya jinên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê, sedem ew e ku xwe gihandiye bingeheke dîrokî, rêxistinbûn û teoriyeke hevgirtî.
Êdî nepêkan e ku têkoşîna sosyalîzm, demokrasî û azadiyê ku têkoşîna azadiya jinê ya bi teorî û îdeolojiya azadiya jinê mohra xwe lê xistiye, ji niha û pê ve bê astengkirin. Tevî ku sîstema bi serdestiya mêr car carna êrîş dike û hin gavan davêje jî, têkoşîna azadiya jinê wê bi xumxumî her biherike. Weke ruhê têkoşînên demokrasî û azadiyê, wê sîstemên bi serdestiya mêr ji holê rake û mirovahiyê bigihîne rastiya demokrasî, sosyalîzm û azadiyê ya bi ruhê azadiya jinê.“
‘Xwe birêxistin bike, têbikoşe, azad bibe‘
Di daxuaniya KCK’ê de banga bilindkirina têkoşînê bi van gotinan li jinê hate kirin: “Jinên Kurd di 8’ê Adara 2017’an de bi şiyara ‘xwe bi rêxistin bike, bibe yek, têbikoşe, azad bibe’ banga geşkirina têkoşîna azadiyê û bicihanîna rola dîrokî ya pêşengiyê û ruhê hemû têkoşîna kirine.
Li ser vê bingehê em bang li hemû jinên Kurd, Tirkiyeyî û Rojhilata Navîn dikin, ku li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê ya dijminê sereke yê azadiya jinê ye têkoşînê bilind bikin, desthilatdariya dijminê azadî û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê hilweşînin, têkoşîna azadî û demokratîk a li ser bingeha xeta azadiya jinê li tevahiya Rojhilata Navîn geş bikin.
Xeta azadiya jinê, ku li ser xeta Sakîne Cansiz, Zeynep Kinaci, Gulnaz Karataş, Sema Yuce, Şîlan Kobanê, Arîn Mîrkan, Şîrîn Elemholî û Viyan Soran afirî, wê li ser bingeha dîrokî ya Rojhilata Navîn ji sedî sed bi pêş ve biçe û tevî jinan hemû gelên Rojhilata Navîn azad bike.”
NAVENDA NÛÇEYAN