Pêngava 3’yemîn a Xezeba Firatê di roja xwe ya 7’emîn de didome. Şervanên Odeya Çalakiyan duh piştî dorpêça 3 rojan gundê Miêzla yê stratejîk ku 20 Km dûrî Reqayê ye û weke xeta parastina bajar a stratejîk tê zanîn, ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Operesyona lêgerînê

Piştî rizgarkirina gund şervanan li gund dest bi operesyona lêgerîn û paqijkirina gund ji bermahiyên çeteyan kirin.

Beriya çete ji gund derkevin, dibistana gund di nav de, hemû navendên bajar mayin kiribûn.

Şervanan di vê operesyonê de hemû mayînên hatibûn çandin bêbandor kirin.

Bang li Reqayiyan kirin

Ji şervanên QSD’ê yên di çalakiya rizgarkirina gund de amade bûn nêrînên xwe anîn ziman. Şervanê QSD’ê Qasim Subhî yê ji bajarê Serêkaniyê ye û şadiya rizgarkirina gund li ser ruyê wî diyar bû, wiha axivî: ”Ev 2 seat in, me gund ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kiriye. Hevalên me niha li dora gund belav bûne da ku gund ji bermahiyên çeteyan paqij bikin.”

Subhî da zanîn ku moralê wî û yê hevalên wî bilind e û bang li gelê Reqayê kir ku piştgirî û baweriyê bidin Xezeba Firatê, da ku şervan jî karibin wan di zûtirîn dem de xelas bikin.

Şervanê Erka Xweparastinê Ebdullezîz Ehmed jî got ku “Ev 3 roj in me dor li çeteyên DAIŞ’ê yên di gund de girtiye. Niha jî me gund bi temamî rizgar kir. Em hêvîdar in şêniyên gund karibin di demek nêz de li gundê xwe vegerin.”

Şêniyên gund ku beriya demekê ji ber gefa çeteyan, ji gund derketibûn û xwe spartibûn şervanên QSD’ê dema ev mizgînî bihîstin kêfxweşiyek mezin xwe li dilê wan girt û gotin: “Îro cejna me ye. Em ji mêj ve li benda vê rojê ne ku demokrat me rizgar bikin.”


WARŞÎN SALIH / ANHA / REQA