Di nava çar rojan de heta dohli Reqayê li bereyên rojhilta p rajavayê bajêr bi dehan çete hatin kuştin. Li aliyê din bi rizgarkirina taxa El-Qadîsiyê xeta parastinê ya herî girîng a çeteyên DAIŞ´ê li bajêr jî şikiya.

Di nav çar rojan de heta doh li bereyên rojhilat û rojavayê Reqayê, bi dehan çeteyên DAIŞ‘ê hatin kuştin û hejmarek panzêrên wan hatin rûxandin.

Li taxên rojhilat û rojavayê yên Reqayê ji 22‘ê Hizêranê heta niha şerekî dijwar didome. Çeteyên DAIŞ‘ê hewl dan bi erebeyên bombebarkirî û xwekujiyan êrîşî taxên El-Berîd û Romaniyê yên rizgarkirî bikin.


5 erebeyên bombebarkirî hatin teqandin

Şervanên Hêzên Sûriyeye Demokratîk (QSD) du erebeyên bombebarkirî ku hewl dan êrîşê noqteyên hêzên wan li taxa El-Berîd bikin, teqandin. Her wiha 3 komên çete, her komeke ji 4 heya 6 endaman pêk dihat hatin kuştin û panzêrên wan hatin bê bandorkirin.

Li bereya taxên El-Qadîsiya û Yermûkê ji 22 û 23‘ê Hezîranê ve bipêşveçûna hêzên QSD´ê didome. Şervanên QSD‘ê derbên giran li çeteyên DAIŞ‘ê xistin û 3 erebeyên wan ên bombebarkirî li taxa El-Qadîsiya ya rojava teqadin û bi dehan çete kuştin.


Rizgarkirina taxa El-Qadîsiyê

Hêzên QSD´ê 24‘ê Hizêranê bipêşveûna xwe li taxa El-Qadîsiyê domand. Di encama şerê li vê taxê de, şervanên QSD‘ê du erebeyên bombebarkirî dema hewl dan bi aliyê noqteyên şervanan ve bi pêş ve biçin, teqandin. Her wiha 3 komên çeteyan, di her komê de ji 5 ta 6 çeteyan hatin kuştin.

Di 25‘ê Hezîranê de, li taxa El-Qadîsiyê , di navbera Hêzên QSD û çeteyên DAIŞ‘ê de şerê dijwar qewimî. Çeteyên DAIŞ‘ê bi çekên giran êrîşî nuqteyên şervanên QSD‘ê kir, şervanan ji aliyê xwe ve bersiv da êrîşan û pirraniya êrîşkarên çeteyan hatin kuştin.

Di şerê ji 22‘ê Hizêranê heta saeta madekirina nûçeyê de, çeteyan wekî komên biçûk êrîşî nuqteyên şervanên QSD‘ê kir. Di êrîşên xwe de çeteyan fuzeyên germê, topên hawan, erebeyên bombebarkirî û êrîşên xwekujî bi kar anîn.

QSD`ê êvara 25‘ê Hizêranê, taxa El-Qadîsiyê ya aliyê rojava yê Reqayê ku dikeve rojhilatê taxa Hetîn, başûrê taxa Yermûk û rojavayê taxa El-Diriyê, rizgar kirin.


Xeta parastina çeteyan şikest

Li bereya rojava rizgarkirina taxa El-Qadîsiyê di heman demê de çikandina xeta sereke ya parastinê ya çeteyan bû.

Taxa El- Qadîsiyê li rojhilatê wê taxa El-Diriya, bakurê wê taxa Hitîn û başurê wê jî taxa Yermûk heye. El-Qadîsiyê ji ber navgîna di navbera taxa Hitîn-Yermûk-El-Diriya-El-Sibahiya-Hitîn de ye, xwedî girîngiyeke stratejîk e.

Bi rizgarkirina taxa El-Qadîsiyê, yek ji mezintirîn  xetên parastinê yên çeteyên DAIŞ`ê li bereya li Reqayê hat şikandin.


Berê şervanan li tax El-Diriya ye

Piştî rizgarkirina taxa El-Qadîsiyê, berê şervanên  QSD`ê li taxa El-Diriya ye. Li cihên ku şervan gihîştinê, Stadyoma El-Beledî û taxa El-Nehda bi awayekî zelal diyar dibe.

Şervanên QSD`ê di 19`ê Hezîranê de ketin taxa El-Qadîsiyê. Çeteyên DAIŞ`ê ji bo taxê ji destê xwe bernedin, bi hemû hêza xwe êrîş dikirin û li taxê 5 maşîneyên bombebarkirî teqandin. 


 ANHA / REQA