Di daxuyaniya Navenda Ragîhandinê ya YPG’ê de li ser Mezlûm Bagok ev tişt tê gotin: “Di 28’ê Îlona 2014, dema ku endamê Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel, Mazlûm Bagok li herêma Rebîa ya li ser sînorê Rojava û Iraqê dixwest şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê bişopîne û qehremantiya şervanên YPG û YPJ bi kamêraya xwe ragihînê gihişte şehadetê.
Di bihara 2014 beşdarî YPG bû
Mazlûm Bagok, bi navê rast Ehmed Se’do, di sala 1992 li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê çavê xwe li dinyayê vekir. Ehmed xwendina xwe heta zanîngehê dewam kiribû. Malbata Ehmed ya welatparêz bandorek berbiçav li ser kesayeta wî kiribû, ew di sala 2012 tevlî xebatên ciwanan bû û li wir cihê xwe di nava ragihandinê de girt. Bi bandorbûna şehadeta rêhevalê xwe Ehmed di bihara 2014 beşdarî YPG bû û dîsa erkên xwe di ragihandin û çapemeniyê de girt.
Bi seknû fedakariya xwe mînakek bû
Ji Şengal û Rebîa heta Til Koçer şehîd Mazlûm di qada ragihandinê de berhemek bi nirx li pey xwe hişt û xeta rojnamevaniya azad ji me re nîşan da. Şehîd Mazlûm bi sekn û fedakariya xwe mînakek bû ji rastiya têkoşîna ku ji bo şoreşê pêwîst e.
Di duyemîn salvegera şehadeta heval Mazlûm, em hemû şehîdên ragihandina rastiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Hêz û hêviya ku şehîdên me dane me wê xebatên me ji bo ragihandina şoreşa azadîxwaziya gelên Rojava bêhtir xurt bike.”
QAMIŞLO