´Rojava nas bikin´
Emîne Osê li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û bi taybet piştî kantonên xweser hatine avakirin rewşa Rojava dijî, bi awayekî berfireh bi şewirmendên Rusyayê re parve kir. Osê diyar kir ku pêwîste hêzên navneteweyî kantonên xweser ê bi îradeya gelên heremê ve hatine îlan kirin nas bikin. Her wiha hat xwestin ku hêza parastina gelên Rojavayê Kurdistanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên ku li gor zagonên navneteweyî tevdigere jî, ji hêla dewletên navneteweyî ve weke hêzeke parastinê bê pênasekirin û li gor wê nêzîkatî jê re bê raberkirin. Osê li ser pirsa tekîliyên bi rejîma Esad re wiha axivî: “Heya niha ti tekiliyeke me bi rejîma Baas re nîne. Em neçar man ji bo berjewendiyê gelê xwe biparêzin di Sûriyeyê de xeta sêyemîn temsil bikin. Xeta sêyemîn îrade û berjewendiyên gelan diparêzê. Îro di nav rêveberiyê kantonên me de ji gelê Ermenî, Suryanî û hwd gelek pêkhate hene.”
´Îslamparêzî pêş ket´
Rojhilatzanê Enstîtûya Rojhilatzaniya Rûsya û pisporê şêwirmend ê Konseya Ewlekariya Federasyona Rûsya Stanîslav Îvanov bal kişand li ser nêrîna raya zanîstiyê ya Rûsya û Federasyona Rûsya li ser Sûrî û Rojava û wiha dewam kir: "Di encama sê salên dawî de ku şer li Surî dimeşe guhertinên di milê fikrandinê ji aliyê Rûsya ve çêbûye. Rejimên ku di encama dij monarşizmê de derketibûn di roja me îro de meşrûyete xwe winda kirine. Erebparêziya berê şikest û valatî çêbû. Vê valatiyê jî îslamparêziya radîkal dagirt. Erebên Sunnî li milekî hatin hiştin ji bo vê jî ew komên îslamîstên radîkal bingeha xebata xwe di nav wan de dîtin. Her wiha di vir de welatên derve wek Qatar, Erebîstana Siûdî û Tirkiye jî rola xwe lîstin." Îvanov di berdewama axaftina xwe da girîngiya xeta sêyemîn a Rojava vegot û wiha dewam kir: "Îlan kirina xeta sêyemîn û bi taybet avakirina kantonên xweser li Rojava ji bo kurdan a herî raste û girînge. Ji ber ku di aloziya heyî de girtina milekî ji bo kurdan wê bibûya windahiyek mezin. Lê em dikarin bêjin ku ew modela xeta sêyemîn ji hêla raya giştî ve hîn ne hatiye fêmkirin. Ji bo vê jî pêwîste hemû qanalên propogandayê bên bi kar anîn ji bo populîze kirina modela xweseriya li Rojava." Redektorê sereke yê kovara "Nêrînên li ser Rojhilat" a girêdayî akademiya zanîstî ya Rûsya Alêksandr Vladîmîrovîç di axavtina xwe de bal kişand li ser agahiyên kêm ji herêma pevçûnê.
ANF/MOSKOW