Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Zelal Ciger, destnîşan kir Sema Yuce bi çalakiya xwe zîhniyeta desthilatdar a paşverû û xeta xiyanetê pereçe kiriye.
Gerîlaya PKK’ê û têkoşera jin Sema Yuce ku di 21’ê Adara sala 1998’an de li Girtîgeha Çanakkaleyê li dijî xiyaneta li hemberî Kurdan û êrîşên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir û di 17’ê Hezîrana 1998’an de jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, li Rojavayê Kurdistanê tê bibîranîn. Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Zelal Ciger jî derbarê çalakiya Yuce û bandora wê ya di têkoşîna jinê de, ji ANHA’yê re axivî.  
Zelal Ciger, diyar kir ku çalakiya Sema Yuce bersiveke li hemberî xiyanetê ye û nîşaneya jiyana azad a jinên Kurd e. Ciger, anî ziman ku piştî çalakiya Yuce, tevgera jinên Kurd di çarçoveya pîvanên azadiyê de rexnedayîna xwe daye û birêxistinkirina xwe li gorî wê çêkiriye.

Jiyaneke nû ji bo jinan

Ciger, destnîşan kir ku Yuce, jineke pêşeng bû, li dijî hemû paşverûtiyan têkoşîn dimeşand û wiha dom kir: “7 salan di girtîgehê de ma, lê çalakiyên xwe ji bo azadiya gelê xwe di girtîgehê de jî berdewam kirin. Sema jineke rewşenbîr û zana bû û dikarî sîstema zilam a desthilatdar baş binirxanda û ji ber vê yekê li hemberî paşverûtiyan derket. Di nameya xwe ya ku li pey xwe hiştibû de dibêje, ‘Ez ê jiyaneke nû ji bo jinan biafirînim û ronî bikim.’ Heval sema bi berxwedana xwe pêşengiya hemû  jinan dikir û bi çalakiya xwe ji bo jinên Kurd û cîhanê vîneke xurt derxist holê.”

‘Riya azadiyê nîşanî jinan da’
Ciger destnîşan kir ku Sema Yuce bi çalakiya xwe ku encama têgihiştineke kûr e,  xwestiye xwe ji hemû pênasekirinên ku zîhniyeta desthilatdar afirandina paqij kiriye û rêya azadiyê nîşanî jinan daye. Ciger, got ku çalakiya Yuce di heman demê de li dijî desthilatdtariya dewleta Tirk û siyasetên li hemberî jinê ye. Ciger, anî ziman ku Yuce bi çalakiya xwe riya jinan ronî kiye, ala azadiyê bilind kiriye û got ku ewê li ser şopa wê bimeşin. Ciger got, ‘’Divê hemû jinên Rojavayê Kurdistanê jî bi awayekî çalak li ser vê riya azadiyê têbikoşin û paşverutiyan ji holê rakin.’’


Sema Yuce
Sema Yûce bi nasnav Leyla, di sala 1971’an de li bajarokê Agirî yê ji dayîk bû. Di salên zanîngehê de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir. Dema li Zanîngeha Teknîk a Rojhilata Navîn a li paytexta Tirkiyê Enqereyê dixwend di sala 1991’an de tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Di sala 1992’yan de li herêma Agirî di şerê di navbera dewleta Tirk û gerîlayên PKK’ê de dîl hate girtin û ew şandin girtîgehê. 

ANHA/QAMIŞLO




PAJK’ê Yuce û Yerlîkaya bibîranî


Koordînasyona PAJK’ê ji bo bîranîna Sema Yuce û Fîlîz Yerlîkaya (Gulan) yên di nav refên Tevgera Azadiya Kurdistan de jiyana xwe ji dest dan peyamek weşand.   Di salvegera jiyanjidestdayîna têkoşêrên jin Sema Yuce û Fîlîz Yerlîkaya de Koordînasyona PAJK’ê peyamek weşand û ew bibîranîn. Di peyamê de hat diyarkirin ku jinên li ser navê azadiyê tevdigerin bi qasî ku bibin xwedî hêza rêxistinî û tecrûbeyeke siyasî ya bîrdozî, girîngiyeke jiyanî ye. Di daxuyaniyê de weha hat gotin: ‘’Rêbertiya me ji bo şehîdên me ku dibêje, ‘Ew di asta pîroziyê de nirxên me yên abîdeyî ne’ çalakiya rêhevalên wek Sema Yuce jî bi van gotinan bi wate kiriye: ‘Yên ji jiyanê hez dikin xwedî çalakiyeke wiha mezin in.’ Li ser vî esasî xwedawendî, dema jiyan bi kedê were pêşxistin û civakekê çêbike dikare bibe çandek.’’ Di daxuyaniya PAJK’ê de hat diyarkirin ku Yuce û Yerlîkaya bûne sembolên hêzê yên xwe afirandinê û weha dewam kir. “Şehîdên me yên jin, ên têkoşîna azadiyê pêş xistine tenê nedan pey lêgerînên xwe, wan bûyîna xeta evîneke gerdûnî ya bûyîna jina gelekî û daxwaza azadiyê ya hemû jinan bi ser xistin.”

‘Têkoşîneke fedayîyane’

Koordînasyona PAJK’ê ku di peyama xwe de bal dikişîne ser jiyan û têkoşîna Fîlîz Yerlîkaya (Gulan) û van xalan destnîşan dike: “Rêheval Gulan bi sekna xwe ya şoreşgerî û têkoşer yek ji fermandarên dîroka jin e û şehîde me ye ku li hemberî komplogeriyê bi awayekî fedayiyane têdikoşe û ji pîroziya jiyanê paş de gav neavêt. Em jî zanebûna ku xeta PAJK’ê xeta Sema, Zîlan, Gulan û bi sedan jinên şehîd e  pêşxistina têkoşînê em wek rûmetê dibînin. Careke din em şehîdên xwe yên Hezîranê bi rêz û hurmet bi bîr tînin, û em soza xwe nû dikin ku em ê ji bo bîranîna wan civakeke azad bi pêşengiya jin ava bikin.” 

BEHDÎNAN