Pisîka Wanê, ya esaleta xwe bi mûyên xwe yên spî dide der û di nav çeşnên pisîkan de tekane pisîk e ku di avê de dikare sobeberiyê bike, rengê çavekî wê hêşîn, rengê çavekî wê jî kehrebarî ye. Her çiqas orîjîna wê tam neyê zanîn jî, bi sedansal e li herêmê dijî û agahiyên der barê wê de li ser zînet û mohrên Hîtîtiyan tê dîtin. Di serdemên ku Romayî serwerê herêmê bûn, li ser ala û mertalên şerî dihat resmandin û di nav gelê herêmê de wek “Pisîk” tê bi navkirin. Pisîka Wanê, li cem gelê herêmê tenê ne wek heywaneke xişr û neşirê, her wiha wek ferdeke malbatê jî tê dîtin. Pisîka Wanê, di zivistanê de ji bo xwe ji sermayê biparêze, mûyên xwe yên spî û wek hevrişîmê bi qasî du qatan zêde dike. 
Ji ber jîr in, perwerdekirina wan hêsan e û di warê paqijiyê de jî ji mûyên xwe tîtîztir in. 

Gerînendeyê Navenda Lêkolîna Pisîka Wanê Prof. Dr. Abdullah Kaya got ew hejmara pisîkên Wanê zêde dikin û wiha axivî: “Malbatên Pisîka Wanê xwedî dikin, pisîkên xwe tînin vir û bi kîjan pisîkê re bixwazin wan didin cotkirin. Bi vî awayî em alîkariya domandina nesla wê dikin.” 

Kaya, dest nîşan kir ku pisîkên ku çavekî wan bi rengê turkuaz û çavekî wan bi rengê kehrebarî ne bi tunebûyînê re rû bi rû ne û wiha domand: “Pisîkên Wanê, yên nesla wan li ber tunebûyînê ye, pisîkên ku rengekî çavên wan turkuaz û rengekî çavên wan kehrebarî ye. Sedema vê; di zayînê de îhtimala derketina vê ji sedî 16 ye. Û ji ber di salên dawî de, Pisîka Wanê zaf derî bajêr dibe. Ev jî dibe sedema ku derfeta cotkirinê nabîne û bi vî awayî nesla wê kêm dibe. Ya em jî hewl didin hejmara wê zêde bikin, pisîka ku rengê çavekî wê turkuaz û rengê çavekî wê kehrebarî ye.” 

 


NÎMET OLMEZ / DÎHABER / WAN