Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku beriya niha bi 28 salan di 16’ê Adara 1988’an de ji hêzên rejîma dagirker a Iraqê bi çekên qedexekirî yên kîmyayî û jehdar komkujiyeke mezin li gelê sivîl ê Helebçeyê kir û got, “Di encamê de nêzî 5000 zarok, jin, mêr, kal û pîrên bê guneh kirine gorî û qubanî û şehîd ketin. Bombebarana Helepçeye, yek ji zincîra tawanên siyaseta qirkirinê bi destê rejîma dagirker a Baasa Sedam li Başûrê Kurdistanê, ku bi kîmyabarankirina deverên Behdînan, Balîsan û Şêxwesanan, bi rêya operasyonên Enfalan re destpê kiribûn. Ew jî bi merem û armanca jinavbirin û tinekirina gelê Kurd û Kurdistanê bû.”
Tehlûkeya komkujiyên nû
KNK’ê bal kişand ser xeteriya komkujiyan li ser gelê Kurd û got, “Kî çi dibêje bila bêje, ew tehlîke li çar parçeyên Kurdistanê berdewam e. Her duh bû li Şengalê li ser gelê me yê Êzidî qetlîam pêkanîn, hezaran mirov bi gorên komî de binaxkirin, bi hezaran zarok û jin revandin. Di van rojên derbasbûyî de komkujiyeke mezin li Cizîra Bohta pêk hat. Di roja me ya îro de jî operasyonên dewleta Tirk li deverên din ên Kurdistanê berdewamin û bi xwe re qetlîaman jî tîne. Xeteriya DAIŞ‘ê hînê derbas nebûye. Ji bo Helepçeyên nû çênebin, divê hêzên siyasî bi hev re tifaq bin, divê Hêzên Parastinê yên Kurdistanî bibin yek û bêne xurtkirin. Ji nûve avakirin, başkirina îmkanên jiyanê, dermankirina birînên hemî deverên qetlîamê, enfal û tewanên din tê de hatin kirin, karekî me yê neteweyî, wijdanî û ehlaqî ye. Yek ji erkên neteweyî, wijdanî û ehlaqî jî avadankirina Helepçeyê ye û xweşkirina jiyana xelkê Helepçeyê ye.”
KNK’ê ragihand, ku bîranînên Helebçe û jenosîda Helebçeyê divê bi tenê di çarçoveya seremoniyal de nemîne û bi aktîvîte û xebatên çancî, civakî û hunerê her dem bê bîranîn.
ANF/BRUKSEL