
Feylezofê Kurd Ehmedê Xanî bi behema xwe Mem û Zîn û bi hemû hembest û dîwanên nivîsîne rewşa Kurdan di dema xwe de bêqisûr analîz kiriye. Ne tenê rewş analîz kiriye her wiha rê û rêbazên çareseriyê, rizgarbûna ji rewşa xirab û mîna gelên din bûyina xwedî maf û dewletbûnê jî nîşan daye. Mîna tevahiya berhemên Xanî, rêzik û navoraka helbesta bi navê “Ger dê hebûya me ittifaqek” a beriya 350 salî hatiye nivîsandin nemir Ehmedê Xanî ku rastiya Kurd, taybetmendiyên erênî yê Kurd baş dizane.
Matmayîna Ehmedê Xanî
Lê tevî zanyariya xwe ya bêhempa jî ‘matmayî’ dimîne û dibêje, “Ez mame di hikmeta Xwidê da/ Kirmanc-i di dewleta dinê da /Aya bi çi wechî mane mehrûm/
Bi l-cumle ji bo çi bûne mehkûm“. Yanî çawad dibe ku Kurdên xwedî hevqas meziyet, kesayetiya pak û leheng hêna bindest in û welatên wan hatiye dagirkirin.
“Her mîrekê wan bi bezlê Hatem
/Her mêrekê wan bi rezmê Ristem”
Çawa dibe gelekî ku her mîrekî wan mîna Hatem merd, û her mirovên wan mîna Rustem leheng in di vê rewşê de be?
Cwamêrî û himmet û sexawet
Mêrînî û xîret û celadet
Ew xetm e ji bo qebîlê ekrad
Wan dane bi şîr û himmetê dad
Hindî ji seca‘etê xeyûr in
Ewçend ji minnetê nefûr in
Ev xîret û ev ‘uluwwê himmet
Bû mani‘ê hemlê barê minnet
Bêzarî û xemgîniye Ehmedê Xanê
Xanî di helbestê de bi rêzkirina kesayetiya pak û serbinild a Kurdan bi berfirehî rawe dike da her kesê xwend tê bigihije çiqasî mafdare ku ji nakokiya di navbera kesayet û rewşa tê de dijîn de matmayî bimîne û her kesê xwend mîna Wî bimîne “Di hikmeta Xwidê da.“
Piştî ku matmayina wî derbas dibe êdî werdigere ser sedemên rewşê û tevî mêrxasî, lehengî û fazîletên xwe jî bi gotina Xanî, “Lew pêk ve hemîşe bêtifaq in/Da‘im bi temerrud û siqaq in.” Yanî sed mixabin ev mirovên bêhempa dijberî hev in û di navbera wan de îttîfaq tuneye.
Şik û gûman tuneye ku bêzariya herî mezin a Xanî tinebûna yekîtiya Kurda ye û wê demê bi israr, bi gilî û gazinc balê dişikîne ser vê yekê. Li gor Wî rêya negiştina maf û dewletbûnê ya Kurdan tinebûna padîşahekî ku pêşengiya yekîtiyê bike û avanekirina îtîfak û hevkariya Kurda ye. Di vê mijarê de jî Ehmedê Xanî van rêzikên navdar ên ji aliyê piraniya Kurdan ve tên zanîn dibêje:
Ger dê hebûya me padişahek
La‘iq bidiya Xwidê kulahek
Te‘yîn bibûya ji bo wî textek
Zahir vedibû ji bo me bextek
Hasil bibûya ji bo wî tacek
Elbette dibû me jî rewacek
Xemxwarî dikir li me yetîman
Tînane derê ji destê le‘îman
Xalib nedibû li ser me ev Rûm
Nedibûne xirabeyê di dest bûm”
Hêviya Ehmedê Xanî
Xanî baş dizane ku şûrê hêzê di destê kê deye ew dikare maf û dewleta xwe bidest bixe lewra dibêje, “Herçî bire şîrî destê himmet/Debt kir ji bo xwe bi mêrî dewlet” û daxwaza xwe ya ji bo yekîtiya Kurdan wiha diqîre:
Ger dê hebûya me ittifaqek
Vêk ra bikira me inqiyadek
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ‘ilm û hikmet
Temyîz-i dibûn ji hev meqalat
Mumtaz-i dibûn xwedankemalat
Dilşadiya Ehmedê Xanê
Pêşketinên li Kurdistanê yên demên dawî nîşaneyê bicîh hatine xewna Ehmedê Xanî ne. Lehengiya gerîlayên HPG’ê û şervanên YPG/YPJ’ê ya li Şengal, Mexmûrê. Mil bi mil parastina hemû xaka Başûrê Kurdistanê û niha jî ji Hewlêrê çûyina Hewara Kabonê a pêşmergeyan gavên destpêkê yên dilşadkirina Ehmedê Xanê ne. Bi hêviya ku em herin ser gora Ehmedê Xanî û bêjin;
Seydayê min…!
Dîsa bimîne di Hikmeta Xwîde de Ji ber ku îro di dewleta dinê de Edî Kurd namînin mehrûm
Ji ber ku; Îro me heye îttîfaqek
Me saz kir înqiyadek
ABDUL AZÎZ OGUR