Yekem car e ku hilibijartinên Tirkiyê ewçend di ragihandin û çapemeniya cîhanê de deng vedide. Nexasim derbaskirina benda hilbijartinê ne tenê wê hevsengiyên li Tirkiyê, lê belê hesabên gelek welat û aliyan jî ser û binî hev bike. Bi gotineke din herkes di kemînê de ye ji bo ku ji ava şêlo masiyan bigire. Hemû çav li ser encamên hilbijartinê ne. Êdî wer lê hatiye ku tu dikarî gelekî baş û bi zelalî du xet, rê û ramana demokratîk û faşîst bibînî. Di kesayeta HDP’ê de ya rast du pergal di nava şerekî hebûn û tinebûnê de ne. Girîngiya vê hilbijartinê ne tenê ji bo Bakûr ji bo parçeyên din jî gelekî zêde ye.
Li Başûrê Kurdistanê yekem car e ku gel ewçend çarenûsa xwe nêzî Bakûr dibîne. Serketina Bakur di serketina xwe de dibîne. Di rewşeke aloz ya heyî de ku Kurd li pey çarenûsa xwe digerin û di bin xirbeyên hovîtiya DAIŞ´ê û xayînan de şerê ji bo jiyanê dikin, serketinek bi vî rengî wê ruh bide civaka Kurd. Ya rast ji helwestên dagirkeran zêdetir mirov di vê demê de ji helwestên hinek alî û partiyên Kurdî gumanan dike. Helwestên wan mirovan ditirsîne. Ji ber ku serkeftina HDP’ê bi awayekî jî binketina wan e. Ew qet ji van rojan re amade nebûn. Ji bo wê jî li şûna ku destekê bidin Kurdan berovajî herî zêde li rêyên ku dijminê xwe mafdar derxînin û li pêş çavê gel şirîn bikin, digerin.
Hê jî gelek kes dest ji antîpropagandayê xwe bernadin. Bi taybet partî û aliyên nêzî PDK’ê û hemû dûvik û pêvekên wan ku xwe wek tevgerên azadiyê ji bo hemû parçeyên Kurdistanê dibînin. Dîsa xayîn li ser kar in mixabin. Ji bo ku bîrdozî û felsefeya jiyana azad bi ser nekevin, her cure koletiyê li ber deriyê efendiyên xwe dipejirînin. Di van rojên dawî de serok û serkirdeyên PDK-Î û PDK li ser şaşeyên Televîzyonan nayên xwarê. Hewarê bi Amerîka, Ewrûpa heta DAIŞ’ê dibin. Wek ku bibêjin; ‘Hewar bila PKK bi ser nekeve!’ Bila Kurd li hev nekin, nebin yek, ji ber ku wê dema bikaranîna wan, tarîxa mesrefa wan bidawî bibe. Ji bo ku Kurd nebin xwedî statuyeke bi salan di pêsîra efendiyên xwe de hatine perwerdekirin.
Her ku serkeftin nêz dibe rûyê van yê rast zêdetir derdikeve. Perdeya li ser rastiya wan dadikeve, wer ku bixwe jî ji vê rûyê xwe diricifin. Êdî em di wê kêliyê de ne ku serkeftin dilê hinekan ji kêfxweşiyê diricifîne û dilê hinekan ji tirsa diricifîne. Ferqa herî mezin jî ew e ku hinek ji bo azadiyê dilê wan lêdide, lê hinek dilê wan zeng girtiye û dirizin. Êdî xelkên vî welat heq kirine di vê berbangê de nefesek kûr bikşînin hinavê xwe. Ji bo ev welat birîndar bibe, serî li her rêbazî dan û kirin jî lê welatek birîndar, êşên xwe pêçaye û ji bo ku dilê neyaran xweş nebe, rêya sindoqan dane ber xwe. Parçeyên laşê xwe bi xwe re birin ser sindoqan. Êş, birîn û azarên xwe yên salan wê di wan sindoqan de bifetisînin. Ji bo ewrên reş ezmanê vî welatî dagir nekin, em ê qet ranezên, dibe ku em qet li wê xewê ranebin. Ji bo berbangeke azad em xewna neyaran li wan heram bikin. Îro xewnên neyaran li ber bayê dikevin. Tişta bayê aniye wê bixwe re jî bibe.