Lîstika şanoyê ‘Xewna şevek havînê’ li Enqereyê derket pêşberî temaşevanan. Kurdên li Enqerê lîstik û performansa şanogeran gelekî eciband.

Kawa Nemir metna lîstikê ji pirtûka William Shespeare wergerandiye Kurmanciyê. Ferhat Feqî derhîneriya lîstikê kir. Şanoger Avşîn Adiguzel, Berfîn Emektar, Dîcle Yavuz, Kemal Ulusoy, Mahmut Kosem, Mesut Erencî, Ozcan Ateş, Ozkan Şeker, Sena Ozbay, Şahabetîn Dag, Şahperî Alphan, Şîlan Alagoz, Yavuz Akkuzu û Zeycan Ateş jî bi performansa xwe ya li ser dikê, temaşevan xenî kirin.

 

ENQERE