Li Kobanê li ser navên kesên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan parka bi navê “Şehîdên Pirsûsê’ hat vekirin.
Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de komek endamên Komeleya Federasyona Ciwanên Sosyalîst ji bo alikariya zarokên Kobenê li Navenda Çanda Amarayê daxuyanî didan. Di daxuyaniyê de çalakiyeke bombeyî pêk hat û di endamê de 34 kes hatin qetilkirin. Gelê Kobanê li taxa Ş. Peyman di 2’emîn salvegera komkujiya Pirsûsê de bi merasîmekê parka bi navê “Şehîdên Pirsûsê” vekir. Bi dehan şêniyên bajarê Kobanê, Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Esmet Şêx Hesen û şandeyeke ji partiyên siyasî yên Kobanê jî tevlî merasîmê bûn. Li cihê merasîmê pankartên li ser “Me bi hev re parastin kir em ê bi hev re jî ava bikin” ,” Xewnên wan di nîvî de namînin” nivîsî û wêneyên kesên di komkujiya Pirsûsê jiyana xwe ji dest dabûn hatin daliqandin. Piştî rêzgirtinê deriyê parkê ji aliyê zarokên Kobanê ve hat vekirin
Piştî axaftinan sînevizyonek li ser komkujiya Pirsûsê hat pêşandan. Beşdarvanan berê xwe dan herêma Kaniya Kurdan û 34 find pêxistin û heta dawiyê soza şopandina rêya şehîdên Pirsûsê dan.
KOBANÊ