Li ba me Kurdan ananeyeke arşîvkirinê tune. Hin tiştên hene jî, ya li ba kesên ne diyar veşartî, yan jî bi aliyê dagirkeran ve hatine talankirin, şewitandin û veşartin. Mînak li gor agahiyên Evliya Çelebî osmaniyan ji mala Evdilxanê Betlîsê bi barê heft hêştiran pirtûk û belgeyan dibin, (birine ku ew jî nayê zanîn.) Çend sal berê jî ji Wanê bi kamyonan berhemên kevn birin Konyayê û veşartin. Lema romanên dîrokî nivîsandin bi kêmasî bi qasê lêkolînan karê herî dijwar e, her kes vê wêrekiyê di xwe de nabîne ku têkeve bin barekî wiha giran.
Rêzdar Îlhamî Sîdar bi wêrekî ev rîska wergirtiye û hewldaye ku bi rêya xewna edîb û rewşenbîrekî welatparêz û evîndarê wêjeya me ya klasîk, me bibe cihana Melayê Cizirî û wî bi gelek aliyan ve bi me bide nasîn. Ev wêrekî bi serê xwe hêjayê pîrozkirinê ye. Lewre li ser jiyana Melayê Cizîrî bê hin vegotinên di naveroka helbestan de veşartî, zêde agahî tune.
Ev jî hêjayê gotinê ye; hem nivîskar û hem jî karekterê sereke dû re fêrî Kurdî bûne û gihîştine pîleya berhemên wêjeyî afirandinê. Divê ev ji hemû akademîker û nivîskarên di xizmeta zimanê tirkî de ne re bibe mînak û neştera wîjdan zextkirinê.
Di romanên Kurdî de gengeşiyên entelektuelî yên li ser mijarên wêjewanên klasîk, yên Rojhilata Navîn û cihanê gelek kêm in. Di beşa yekemîn ya romanê de karekterê sereke mamoste Edîb Ehmed bi Bêrîvan û Selmayê re dikeve nava vê gengeşiyê û xwinêr dikişîne nava wê cihanê, ev jî hêjayê pesnê ye. Mînak: “..ji divana Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran bigire heya Seyfu´l-Mûlka Siyapûş, Leyla û Mecnûna Siwedî û Yusif û Zuleyhaya Selîm; ji Dîwana Ruhiya Şêx Evdirehmanê Axtepî... (rû 21)”
Kurte naveroka Romanê
Mamoste Edîp Ehmed wêjehez e, dû re hînê zimanê Kurdî dibe, digêhêje pileya nivisandinê, klasîkên Kurdî bala wî dikişîne, xwerû jî helbestên Melayê Cizîrî, li ser helbestên Mela kûr dibe. Agahiyên xwe bi der û dora xwe re jî parve dike. Dixwaze romana Melayê Cizirî binivîse, bi xwe di zanista vê dijwariyê de ye. Di dema lêkolîn û lêgerînê de xwe digihîne melayê bi nav û deng Sadî. Di wê mêvaniyê de xewnek dibîne û bi wê xewnê re romana di nava romanê de destpêdike. Vê carê Melayê Cizîrî dibe karekterê sereke û mijarê vedibêje. Ew berê xwe dide bajarê Heskîfa ku di bin serdariya Melîk de ye. Defterdar wî pêşwazî dike. Demek dû re Melîkê Heskîfê Mela vedixwîne dîvana xwe. Melîk û defterdar gelek qure ne. Melîk Mela tenê wek helbestwanekî dibîne (dibe ji kîbîra mîrîtiyê jî hatibe) kêliya Mela li dor qesrê digere, destmalekê dikeve ber lingên wî. Dema çavên xwe li xwediyê destmalê digerîne, Selmaya keça Melîk li hember xwe dibîne. Melîk wî dike mamosteyê keça xwe, lê kêliya bi evîna wan dihese, Mela davêje zîndanê. Mela di zîndanê de dikemile, bi kemilînê re evîna fîzîkî dide aliyekî û berê xwe dide evîna tasawufê.
Kurte rexneyek
Bêguman her xwinêr bi rengekî û têgihîştineke cuda nêzîkê naveroka romane dibe û jê têdigihîje. Yên bi vê formê baş bibînin jî we gelek bin. Lê bi dîtin û têgihîştina min; heke Melayê Cizîrî ne wek helbestvanekî û mamosteyê keça mîr, wek mêvanekî ezîz û payeberz ji bo şevbêrkên bi aliman dagirtî, lê gengeşî û fikrên fîlozofîk rengvedida, bihata vexwendin û pênasekirin, dê roman bi watetir û serkeftîtir ba. Evîna Mela û Selmayê dikanîbû bi wî awayî jî destpêbikira. Mixabin bi vê formê ji gelek gengeşiyan re vekirî ye. Lewre çawa cih bi cîh di romanê de jî te vegotin; helbestên wî; felsefîk in, bi sira tasavûfê xemilî, bi astronomî, estetîk, dîrok û mûcîzeyan ve dagirtîne, li gel wê ew bi kesayetiya xwe ve jî gihîştiye ber pîleya kemilandina wehdet-ul vicud.
Çend hevok ji Romanê
“Gava ew tinginiya hevrişimî ‘bibore!’ li ber guhê min ket, min hima yekser serê xwe rakir û li derî nêrî: Kenekî spî, çîkspî! A wisa li ber wî kenî mam. (Rûpel 18)”
“.. efsûna şênahiyê, xwişiniya avê, wîçewîça çûkan, jenîna pelan, her tişt ewqas nûwaze bû ku mirov xwe li bihuştekî veşartî hîs dikir. (Rûpel 34)”
“...Mela di gelek şî´rên xwe de rihê xwe tevli eşqê û eşqê tevli rihê xwe dikir. (Rûpel 60)”
“...bi paceyê ve çûm, min perde hêdîka vekirin, bişkokên ku qornîşê gijinî bir, ez bizdandim û ji alema xeybê xuricandim nav alema nasûtê. (Rûpel 114)”
“Mîna Heyam bi şerabê ji xwe biçûma, an mîna Mewlana bi pêtên eşqê noqî alema xeybê bibûma? (Rûpel 155)”
“... ez di hezkirina wî de xeriqî bûm, Selma bes remzek bû, teşeyek bû, nîşanek bû, sîtavek bû ji neynika wî. (Rûpel 228)”
Nasnameya berhemê
Navê berhemê: Xewneke Payîzî (romana dîrokî û 256 rûpel e)
Nivîskar: Îlhamî Sîdar
Bergê pêşî: Mase û fîncanek qehwe dakirtî di nav pel û pûşê reng payîzî.
Weşanxane: Ithakî, sal 2015
ISBN: 978-605-375-427-5