Ligel hemû hewldanên gurkirina şer ên AKP’ê dengê aştiyê her ku diçe bilindtir dibe. Lê mixabin çapemeniya tirk dîsa li şûna aştiyê piştevaniya şerxwaz dike. Pêşî dayikên Kurd dengê aştiyê bilind kir. Bi sedan dayik wekî mertalên zindî ber bi sînor ve meşiyan, hinek rewşenbîrên aştîxwaz banga aştiyê kir. Piştre jî saziyên Kurd banga rawestandina şer kir.
Hemû alîgirên AKP’ê bang li Kurdan dikir da ku banga aştiyê bikin, lê wan dengê dayikên Kurd û banga saziyên demokratîk ên Kurdan nebihîstin. Ji ber ku hikûmetê bernameyeke şer amade kiriye û dixwaze wê bernameya qirkirinê pêk bîne. Peywira çapemeniya tirk jî ji aliyê derûnî ve amadekirina bingeha vê bernameyê ye. Ji bo vê yekê jî derewan wekî rastî, rastiyan jî wekî derew pêşkêş dikin.
Bala xwe bidin; çapemeniya tirk a ku li ser kuştina leşkeran çîrokên trajîk dinivîsandin, bi tu awayî dengê malbata ku li Qendîlê ji hêla balafirên şer ve hatin kuştin nebihîst. Çapemeniya ku bi tu awayî cih neda wêne û dîmenên mirovên kuştî, daxuyaniya serfermandariya Artêşa Tirk û Wezareta Karên Derve derxist pêş. Kesên ku berî demekê gotibûn, “Me di dema şer de li hemberî şerxwazan dengê xwe nekir, me rastî ji gel veşartin.” Îro dîsa heman tiştî dikin, dîsa berdevkiya şer dikin, dengê aştiyê naçe wan. Niha ji dema berê zêdetir şerekî psîkolojîk tê meşandin. Serkêşiya vî şerî jî çapemeniya alîgir dike.
Ligel ku îro derewên generalên malnişîn li ser înternetê cih digirin û her kes êdî baş dizane ku gotin û kirinên generalan dûrî hev in, lê dîsa jî daxuyaniya Serfermandariya Artêşa Tirk a der barê bîlançoya êrîşên hewayî de wekî rastî tê pêşkêşkirin. Li gorî vê daxuyaniyê di bombebarana balafirên tirk de 100 gerîla hatine kuştin. Serfermandarî di vî warî de tu delîlan pêşkêş nake, bi tenê texmîna xwe, belkî jî hêvî û daxwaza wekî agahî pêşkêş dike û çapemeniya tirk jî van angaştan wekî rastî pêşkêş dike. Ji ber vê yekê jî tevî ku civak êdî şer naxwaze, piraniya civakê gihaştiye wê baweriyê ku bi şer kêşe çareser nabe, dîsa jî propagandaya şer tê kirin. Heke çapemenî li şûna şer piştevaniya aştiyê bike, qet li gorî pîvanên rojnamegeriyê tevbigere, dê karê aşîxwazan hêsantir be.
Tiştê balkêştir nakokî û neliheviya argûmanên wan e. Hemû dibêjin, “Ocalan bi heyeta dewletê re li hev dihat, lê PKK’ê nehişt.” Heke bi rastî dilê dewletê aştî û lihevkirin bixwesta diviya riya Ocalan vekira. Her kes dibêje ji bilî Ocalan kes nikare şer bide rawestandin. Ligel vê yekê jî ev çar hefte ne dewlet destûrê nade parêzeran da ku biçin hevdîtina birêz Ocalan. Li gorî vê yekê kesên ku rê li ber hevdîtinê digirin aştiyê naxwazin. Lê çapemeniya tirk bi tu awayî vê rastiyê nabîne.
Wekî encam, ji bo çareseriyê divê serê pêşîn dengê aştiyê were bihîstin, ji bo vê yekê divê helwesta çapemeniyê biguhere. Êdî divê vir û rastî, xewnerojk û agahî ji hev cuda bibin. Her wekî me li jor jî diyar kir, îro agahiya bi delîl û belge nayê dîtin, lê xewnerojka generalan wekî nûçe tê pêşkêşkirin. Bi vê çemk û hişmendiyê tiştek çareser nabe. Pergala olîgarşîk li ser du stûna ava dibe; perwerdeya şovenîst û ragihandina şerxwaz. Heta ku ev her du stûn neyên şikandin, pergaleke demokratîk ava nebe, aştî û çareserî pêk nayê.