Wî diyar kir ku destan ji ber ku dişibe roja me ya îro kiriye şano û weha peyivî: “Wekî ku tê zanîn Dewrêş di dîroka Kurdan de cihê xwe girtiye. Ev xeyala wê yekê ye ku her kes di bin banekî azad de di nava aştiyê de bijî. Li gorî min xeyala Dewrêş ev bû. Me jî konsepta lîstikê li ser vê ava kir. Xeyala Dewrêş xeyala me hemûyan e.”
Destanê Dewrêşê Evdê ku yek ji sembolên berxwedana Kurdan e, bi navê “Xeyala Dewrêş” yekem car bû şano. Senaryonivîs û derhêner Omer Şahîn ev xebat kir û hem lîstik hem jî xeyalên Dewrêş û Edulê vegotin. Şahîn ê ku berê li Navenda Çandê ya Mezopotamyayê bû, belê niha li Navenda Çandê ya Nûda ye û xebatên şanoyê didomîne, diyar kir ku çîroka Dewrêş dişibe roja me ya îro.
Dişibe îro
Şahîn anî ziman ku nivîsandina senaryoya lîstikê û amadekariyan bi mehan dewam kiriye û got: “Destan behsa salên 1700’î dike, bûyereke rast e. Ango heqîqeteke beriya bi 300 salan qewimiye. Hem di warê civaknasî hem jî siyasetê dae bûyerên hingê qewimî dişibin yîn îro. Vê jî bala me kişand. Çawa wê demê çeteyên Ereb ên ji Rojava dihatin êrîşî gundên Kurd, Ermen û Suryanan dikirin îro jî heman êriş hene. Wê demê pêkûtiyên osmaniyan hebûn îro jî heman pêkûtî dewam dike.”
Berxwedana Dewrêş li ser dikê ye
Şahîn da zanîn ku xwestine destanê bi şanoyê ve derxin holê û jinûve senaryoyeke binivîsînin û bi rastiya îro re bînin ber hev û bikin şano. Şahîn weha axivî: “Wê demê şerekî pir qirêj hebû. Dema ku mirov lêkolînên wê demê dinêre di destan û stranan de em balkêşiya bûyeran dibînin. Me xwest van tiştên dişibin hev bi şanoyê bînin pêşberî temaşevanan. Me şîroveya xwe ya rojane jî bi awayeke zirarê nede ruhê destan bi şanoyê ve kir.”
Dewrêş û Edulê hatin girtin
Şahîn destnişan kir ku piştî ku provayên lîstikê dest pê kirine Tuba Can a ku bi karektera Edulê dilîst û Abdulhamît Aktaş ê bi karekterê Derwêş dilîst, hatin girtin ji ber vê yekê demeke dirêj wan navber da xebatên xwe, lê wan dîsa xebatên xwe domand û encam jî weha nirxand: “Temaşevanan lîstik eciband ji ber vê yekê em kêfxweş bûn. Bi tevahî 20 lîstikvanên me hene. Heta ji destê me tê em dixwazin li deverên din jî lîstikê nîşan bidin. Armanceke me ya wisa heye.”
Yekîtiya Kurdan
Şahîn destnîşan kir ku wateya destan a ji eşqa Dewrêş a ji bo Edulê wêdetir e û got: “Di lîstikê de me cewherê destan girt lê bi çavekî cuda em nêzîk bûn. Li gorî Mehmet Uzun, Dewrêş ji ber xiyanetan hate qetilkirin. Lê tiştekî wisa heye ku starên Edûlê, der barê xiyaneta Temir Axa de gelek tiştan vedibêje. Û xeyaleke Dewrêş heye. Yekîtiya Kurdan. Dewrêş bi vê fikrê ve cihê xwe dîrokê de digire. Me jî di çarçoveya fikr û ramanên Derwêş de xeyalek înşa kir. Ev xeyala a ku hemû kes bi hevre di nava aştiyê de bi awayeke azad bijîn e. Li gorî min xeyala Dewrêş ev bû. Me konsepta lîstikê li ser vî esasî înşa kir. Me hêviyên xwe yên ji pêşerojê bi Dewrêş re parve kir. Xeyala Dewrêş xeyala me hemûyan e. Di kîjan fikrê de be, di kîjan rengî de be xeyala jiyana di bin banekî azad de ye. Ji ber vê yekê jî me navê lîstikê kir Xeyala Dewrêş.”
AYŞE KURAN/DÎHA / AGIRÎ