BERÇEM CÛDÎ / JINNEWS/KOBANÊ
Hîva Osman 12 salî ye û stran ji bo wê rêyeke xweîfadekirinê ye. Ew dibêje, “Dema ku bavê min şehîd bû, êş û xemgîniyeke mezin di dilê min de bi cih bû. Vê yekê jî bandoreke mezin li stranên min kir. Lewra, ez herî zêde stranên li ser şehîdan dibêjim û hestên xwe yên xemgîn û westiyayî derdixînim.”
Muzîk û stran zimanê îfadekirina hestên mirovan e. Hîva Osman 12 salî ye û ji Kantona Girê Spî ye. Ev heşt meh in ji ber dagirkirina bajêr, tevî dayik û 3 birayên xwe koçberî Kobanê bûye. Bavê Hîva di hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê sala 2017’an şehîd bûne. Niha Hîva li pey xeyalên rizgarkirina bajarê xwe û bipêşxistina dengê xwe ji bo ku karibe hestên bêrîkirinê ji bavê xwe re bîne ziman.
8 salî bi dengxweşiya wê dihisin
Hîva dibêje, “Dema ku ez heşt salî bûm, malbata min behreya min a stranbêjiyê hisiya. Yên ku herî zêde destek dan min û ji min re bûn hêza bipêşketinê jî dayik û dapîra min bûn. Herî zêde min stran li dibistana xwe bi hevalên xwe re digotin û em bi hev re perwerde dibûn. Ez her wiha beşdarî çalakiyên hunerî hemûyan jî bûm.”
Şehadeta bavê wê tesîreke mezin lê kir
Hîva behsa bavê xwe yê şehîd jî dike: “Herî zêde kêfa min ji stranên Kurdî yên welatparêziyê re dihat, loma min her tim bi rêya telefonê li stranan guhdarî dikir û her tim stran digotin da ku di bîra min de bimînin. Dema ku bavê min şehîd bû êş û xemgîniyeke mezin xwe berda dilê min; vê yekê jî bandoreke mezin li min kir. Lewra jî ez herî zêde stranên li ser şehîdan dibêjim, ji bo ku hestên xwe yên xemgîn û westiyayî derxînim. Ez ji bo tevahiya zarokan dibêjim, da ku sînor û astengiyên li pêşiya xwe hemûyan bişkînin û xwe kişf bikin.”
Hîva Osman di dawiyê de xeyalên xwe xeyalên xwe wiha îfade dike: “Şerê ku li Girê Spî qewimî bandoreke mezin li min kir. Min hevalên xwe hemû winda kirin û ez demekê ji strangotinê qut bûm. Loma xeyala min ya mezin ew e ku bajarê min Girê Spî ji dagirkeriya dewleta Tirk rizgar bibe.”