
Hunermendê ciwan Maruf Alan ku ji zaroktiya xwe ve xeyala wî bû ku albûmek derbixe, bi “Bêjing” derket pêşberî mûzîkhezan.
Maruf Alan ê ku di bin banê Navenda Çanda Mizgin a Êlihê de karê xwe yî mûzîkê dimeşîne xeyala xwe ya zaroktî pêk anî. Alan ji zaroktî ve hes dikir ku albûmek derxe. Çenda hanê albûma wî ya bi navê “Bêjing” ji Kom Mûzîkê derket. Alan diyar dike ku bi albûma xwe yê nû dixwaze balê bikişîne çanda jibûrbûyî ya Kurdan. Alan ê ku li navçeya Şirnexê Hezexê hatî dinê û piştre ji ber zext û zilmên dewleta Tirk bi malbata xwe re koçî Êlihê bûye, ji zaroktî ve dixwest bibe hunermendek û bi vî xeyalî mezin bû.
Alan derbirî ku ji bo debara malbata xwe bike heta 2008’an di karên cuda de xebitiye û encax piştî vê kariye li pey xeyalên xwe biçe. Hunermend Alan serhatiya xwe û albûma xwe wiha rave dike: “Min piştî xebatên xwe yî du salan albûma “Bêjing derxiste holê. Tiştî herî zêde li ser min bandor kir zêmarên diya min bû. Heçî ku min zêmarên wê guhdarî dikir, behtir nêzî xwe û nasnameya xwe dibûm. Jixwe di albûma xwe de min xwest vê yekê bidim der.”
Alan got ku diya wî Fiyet Alan bi zêmar û qerînên xwe yên çiyayî ji bo wî dengê koçeran bû, û wî jî xwestiye wî dengî belav bike û bi însanan bide nasîn.
‘Bêjing derbirîna çanda Kurdan e‘
Her wiha Alan pirsa çima ‘Bêjing‘ wiha dibersivîne: “Sedsalan e Kurdan bi awayekî komunal dijîn. Lê belê ketina sîstema kapîtalîzm li nav jiyana me tiştên heyî hêdî hêdî ji bîr çû. Berî niha bi çandina genim bigire heta bi berxbirînê herkes bi awayekî kolektîf û hevbeş dixebitî. Loma piçek be jî jiyana berê ya xwezayî bi bîr bixim nim navê ‘Bêjing‘ lê kir.”
7 stran eydê wî ne
Di albûmê de 10 stran hene, 7 jê eydê Mauf Alan e û stranek jî ji herêma Botanê ê gelerî ye.
Her wiha navê stranek jî ji helbesta Feqiyê Teyran ‘Ay Dilê Min‘ hatiye wergirtin. Alan wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Ji ber Kurdistan ji alî çar hêzan ve hatiye dagirkirin, min li navê straneke xwe jî ‘Kurdistan‘ kir. Jixwe xwesteka min jî eve ku êş û bedewiya Kurdistanê di stranên xwe de bi guhdaran bidim hîskirin. Her wiha heger huner bi zimanê dayikê be xweş e. Loma jî divê em bi reng û dengê xwe hunera xwe bikin.”
ÊLIH