
Ebû Leyla (Feysel Sedun) yek ji zarokên bajarê berxwedanê, Kobanê bû, bi eslê xwe Kurdekî ji gundê Qararîşkê ya ser bi Kantona Kobanê bû. Lê malbata wî derbasî bajarê Minbicê dibe û li wir mezin dibe. Ebû Leyla yekem car bi Lîwaya El-Ehrar re li bajarê Helebê, li dijî rejîma Baesê şer dike. Paşê bi grubên Cephet El Ekrad re li dijî hêzên çeteyan û rejîmê şer dike. Herî dawî tabûra bi navê Şems El-Şîmal (roja bakûr) saz dike. Dema jê dipirsin çima ev nav, dibêje 'roja me li Îmraliyê ye, lewma'. Di dema şerê Berxwedana Kobanê de bi endamên tabûra xwe re di nav refên berxwedanê de cih digire.
4 caran birîndar dibe
Feysel Ebû Leyla li Kobanê 4 caran birîndar dibe. Carekê di teqîna çeteyên DAIŞ'ê ya li deriyê Mûrşît Pinarê de bi awayekî giran birîndar dibe. Piştî derman dibe careke din vedigere Kobanê û beşdarî pêngavên rizgarkirina herêmên Sirînê, Girê Spî, Holê, Şedadê û Tişrînê dibe. Herî dawî dema ku pêngava rizgarkirina Minbicê destpê kir, bi tabûra xwe re beşdarî hemleyê bû û di nav Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de cih girt. Daxwaza wî ew bû ku bajarê xwe ji çeteyan rizgar bike. Herî dawî di pêngava rizgariya Minbicê de li gundê Ebû Qelqel, bi parçeyê şerapnelê ji serê xwe birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneya Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê. Di 5'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da û 6'ê Hezîranê bi awayekî girseyî li bajarê Kobanê hate oxirkirin. Hevjîna wî Dîcle Ehmed Sedûn behsa kesayeta Ebû Leyla kir û aliyên Ebû Leyla yên nedihatin zanîn ji me re rave kirin.
‘Zewaceke evînî bû’
Dîcle bi awayekî serbilind qala bîranînên hevjînê xwe Ebû Leyla kir û got, "Ez û Feysel zarokên apê hev in, jixwe em di zaroktiyê de hevalên hev bûn û me ji hev hez dikir. Zewaca me zewaceke evînî bû. Mala Feysel beriya me derbasî Minbicê bûbûn, piştî ku em bi hev re zewicîn jî ez çûm wir, keçên min Leyla û herdu xwîşkên wê li wir hatin dinê. Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê hatin herêmê, em ji Minbicê çûn Kobanê. Jixwe, beriya wê jî Feysel di nava karên şoreşê de cih digirt. Lê dema em hatin Kobanê, êdî bi awayeke çalak tevlî xebatan bû, di hemû gavên rizgariya herêmê de cih girt."
‘Ez ê keça xwe bidim şoreşê’
Dîcle xeyalên Feysel Ebû Leyla yên ji boyî zarokan jî weha îfade kirin, "Dema carinan me li ser siberoja zarokan nîqaş dikir, digot, ez ê Leyla bikim bijîşk. Jixwe, ji her çar keçên xwe gelekî hez dikir. Lê pirr caran digot ez dil nadim ku bibînim kes tiştekî ji Rehev re bibêje. Ez ê wê pirr cuda mezin bikim. Ez ê keça xwe Rehev bidim şoreşê, ji bo bibe keseke mezin û bi nirx. Feysel tu caran cudahî nexist navbera zarokan de, wî herdem dixwest ku em keçên xwe bi awayekî azad mezin bikin û ji wan re siberojeke xweş deynin. Ji ber wê têdikoşiya ku Kurdistan û tevahiya Sûriyê zû rizgar bibe."
'Xeyala wî zivirîna Minbicê bû'
Dîcle got, Ebû Leyla koletî ji tu kesekî re nedipejirand û axaftina xwe weha domand, “Ji ber wê jî di hemû şerên li dijî desthiladariyê de cih girt û gelek caran jî birîndar bû. Lê tu caran nedigot, ez westiyam, an jî birînên min dêşin, ez li malê rûnim. Ew li eniyên pêş di nav şerê herî giran de bû. Xeyala wî ew bû ku careke din bizivire Minbicê û li mala me bi hevalên xwe re rûnê û çayeke germ vexwe. Ew negihîşt Minbicê, lê dê hevalên wî li mala wî de bi rehetî çaya Feysel vexwin û dê Minbicê azad bikin. Carinan min jê re digot, neçe, wî digot 'Ez ê li xwe muqate bim ku tiştek bi min neyê, netirse em ê bi hev re keçên xwe mezin bikin', lê ew çû. Ez soz didim wî ku ez zarokan li ser daxwaza wî azad mezin bikim. Leyla bikim bijîşk û Rehev jî bidim şoreşê, herdû keçên xwe yên din jî bi awayeke herî baş xwedî bikim."
‘Ji bo azadiya zarokan têbikoşin’
Dîcle herî dawî got, "Ez hêvîdar im ku herkes ji bo siberoja azad a zarokan şer û têkoşîn bike. Em bi hev re siberoja azad bidin zarokên xwe. Ev xeyala Ebû Leyla bû."
BINEVŞ SARYA/ZAHÎDE EHMED
JINHA/KOBANÊ