
Navenda Jiyana Jinan Rojîn, ji bo jinan û zarokan derfetên jiyana civakî zêde dike. Di binesaziya navendê de atolaya wênesaziyê ya ku hatiye vekirin rastî eleqeyeke mezin ji aliyê zarok û jinan ve tê. Mamosteya wênesaziyê Aryen Duman diyar kir ku ji ber eleqeyeke mezin hebû, biryar dane ku kursa wênesaziyê di bin banê atolayê de vekin û got, di demeke kin de kesên tevlî kursê bûne bipêş ketine. Aryen destnîşan kir ku ew xizmeta jin û zarokan dikin û got, armanca wan e ku encamên xebatên xwendekarên kursê bikin pêşangeh.
Firsendeke girîng e
Aryen got, tevî ku ew ji zaroktiya xwe ve perwerde nebûye, dîsa jî li gorî derfetên xwe wêne xêz kirine, xwe bi pêş xistiye û roja îro mamostetiyê dike. Aryen got, di bin banê atolyayê de xebatên jin û zarokan ji bo wê cihê fêfxweşiyê ye û wiha peyivî: "Di nava derfetên civakî de firsendeke hevdîtinê dide jinan ev xebat. Jin dema ku hêza wênesaziyê dibîne û bi pêş dixe, hesteke mezin ava dike. Dema ku ez zarok û jinan hînî tiştekî dikim, ev yek min jî gelekî kêfxweş dike."
Kurs bêpere ne
Aryen diyar kir ku wênesazî karek e ku mirov pê balê nîşan bide û wiha dom kir: "Wêne xêzkirin aramiyê dide min. Ez li gelek buyeran dihizirim û bi vî awayî bûyer dikeve navenda hizra min. Di wê bîhnê de mirov naxwaze tiştekî bike. Bi derûniyeke wiha wênesaziyên ku mirin û xwînê îfade bike, dertên holê. Di vê pêvajoyê de ez nikarim wêneyên ku aramiyê bidin min xêz bikim." Aryen diyar kir ku kurs bêpere ye û jin ji bo ku hînê wênesaziyê bibin xwedî hewldan in û jin hemû vexwendin kursê.
Xeyalên xwe xêz dike
Gulcan Aslan a ku tevlî kursê bûye, anî ziman ku ew bi wêne xêzkirinê hest û xeyalên xwe îfade dike û ji ber ku kurs bêmûçe ye ew gelekî kêfxweş e û wiha pê de çû: "Xeyalên min ên mezin hene. Bi tenê dikarim bi wênexêzkirinê îfade bikim van hestên xwe. Ez hez dikim wêneyên mirovan xêz bikim. Dixwazim demê pêş atolya wênesaziyê vekim." Şeyda Kiliç a 13 salî jî îfade dike ku ew ji kursê gelekî memnûn e û ji ber hewldanên memoste û derfetên kursê, ew di wênexêzkirinê de gelekî bi pêş ketiye.