Gelek caran bi navkirina deveran û hebûna gelan li wan deveran di minaqeşeyên statuyên siyasî de bi dewreke rewaker radibin. Di rastiyê de navlêkirina deverekê, bi navê gelekî îfade nake ku ew dever bi rastî tenê welatê yek gelî ye. Îsbateke vê yekê ya baş jî, berhemên resamê Rûs ê sedsala nozdehan Grigory Gagarin in. Gagarin ji malbateke mîran a Rûs a bi navê Rurikid e. Ew hevalekî Alexander Pushkin û Mikhail Lermontov bû.

Xêzkerê miletên Qefqasan

Ew di navbera 1848´an û 1955´an de de li Tiblîsê ma û xizmeta Mikhail Vorontsov kir. Wî di nava eskeriyê,  îdareyê de hin wezîfe kirin û ji bo bajêr gelek kar kirin. Wî şanoyek ava kir, resm û freskên Katedrala Sioni ya Tiblîsê çêkirin, katedralên kevin ên Gurcî ku di navê de manastira Betaniya jî hebû restore kirin û freskên wan çêkirin. Ji bo avahiya wî ya şanoyê li Tiblîsê, nivîskarê Fransî Alexander Duma wê binivîsanda “Min di tevahiya temenê xwe de avahiyeke şanoyê ya evqasî xweşik nedîtibû. Bi vestîbula xwe, nava avahiya xwe, perdeyên xwe yên şanoyê û boyax û resmên dîwaran avahiya Şanoya Pompey tîne bîra min. Qesra Huner a Gurcistanê gelek berhemên hunerî yên vî resamî dihewîne, di navê de koleksiyona “Xêz û resmên miletên Qefqasyayê”.

Welatê Kurdan e jî

Ev çend mînakên ku em nîşan didin jî li ser Kurdên “Ermenistanê” ne di vê sedsala beriya qirkirina Ermeniyan de û nîşaneke eşkere ya wê yekê ye ku ev welat, welatê Kurdan jî bûye.

Di resma xwe ya herî navdar de wî şerekî di navbera Kurdan û Tataran de xêz kiriye; ev şer li Sedar Abad qewimiye. Herçî resma li jor e, wî eşîreke Kurd xêz kiriye ku di boreke li ser çemê Arasê re ji aliyekî derbasî aliyê din dibe. Resma li jêr jî sehneyeke ji muharebeyeke di navbera Kurdan û “Persan” de ye. Ev hersê resm û gelek resmên din ên di koleksiyona “Xêz û resmên miletên Qefqasyayê” ya ku li Qesra Huner a Gurcistanê tên parastin, şahidiyê li wê yekê dikin ku Kurd xwedî rabihuriyeke dûvedirêj in li Ermenistan û tevahiya Qefqasan.

FRANKFURT