Li ser pêngava siyemîn a hedefa wê ew bû ku di vê pêngavê de riya di navbera bajarê Reqqayê û Dêrezorê de rizgar bike, bi girtina her du girên stratejîk ên li derdora bajarê Reqa re çeteyên DAIŞ`ê têxe çemberê de, 5 roj derbas bûn û pêngav bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Şervanên Xezeba Firatê heta niha gelek gund û herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û derbeyên mezin li çeteyan xistin. Li gorî agahiyên ku ji bereyên şer hatin girtin, şervanên Xezeba Firatê girê Menxer Şerqî yê stratejîk ku 27 km li rojhilatê Reqqayê dikeve ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Duh di saetên sibehê de şervanan gundê Kubar ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Şeva din jî şervanên Xezeba Firatê Girê Istratejîk Menxer Xerbî ji çeteyên DAIŞ`ê rizar kirin. Şervanên Xezeba Firatê ji aliyê rojhilatê Reqayê ber bi bajar ve pêşveçûyînên xwe didomînin.
NAVENDA NÛÇEYAN