
Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyan a Pêngava Xezeba Firatê daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand ku wan dest bi qoxana 4. a Pêngava Xezeba Firatê kirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bi navê Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, em qonaxa 4. a Xezeba Firatê radigihînin. Wê di vê qonaxê de tevahiya bejahiya bakurê Reqayê û geliyê Celab ji çeteyên DAIŞ’ê werin rizgarkirin.”
Her wiha di daxuyaniyê de tê ragihandin ku Qonaxa 4. bi beşdariya gelek hêzên ku di bin sîwana QSD’ê de tev digerin û bi piştevaniya Hêzên Koalisyona Navneteweyî, dest pê dike û wiha didome: ”Wê Şervanên QSD’ê ji baskên rojhilat û rojava ber bi Reqayê ve biçin û geliyê Celab û gundewarên bakurê Reqayê rizgar bikin.
Em bang li gelê herêmê dikin ku bi hêzên QSD′ê re bibe alîkar û ji bo ewlekariyê xwe ji baregehên çeteyên DAIŞ‘ê vegirin. Ji bo ku çeteyên DAIŞ‘ê welatiyan weke mertalên zindî bikar nînin. Em soz didin ku em ê jiyana sivîlan bi ewle bikin.
Em berxwedana gelê xwe û hemû ciwanên Reqa, Dêrezor û Tebqayê ku beşdarî Pêngava Xezeba Firatê bûne silav dikin. Em soz didin ku em ê bajarê Reqayê bi temamî ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar bikin.”
15 kuştî li pey xwe hiştin
Çeteyên DAIŞ`ê doh di saetên sibehê de êrîşî gundê Ebad ê başûrê Safsafah û gundê Uweyîc ê rojavayê balafirgehê kirin. Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezba Firatê bersiv dan êrîşê û li her du gundan şer qewimî. Bi qasî hat tesbîtkirin 15 êrîşkar hatin kuştin. Her wiha 10 êrîşkarên xwekujî berî ku xwe biteqinin hatine kuştin. Çeteyên DAIŞ`ê pêr êrîşî gundê Ayid Kebîr, derdora balafirgeha leşkerî, gundê Safsafah û Sahil El-Xeşeb kiribû û êrîşa wan ji aliyê şervanan ve hat şikandin.
Refên QSD’ê gurr dibin
Ciwanên koçber tevlî nava refên QSD′ê bûn û banga tevlîbûnê li tevahî ciwanên herêmê kirin, ji ber ku QSD′ê tekane hêza ku gelê Sûriyê ji terorê rizgar dike.
Di pêngava sêyem a Hemleya Xezeba Firatê de, gundewarên rojhilatê bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ′ê hatin rizgarkirin. Piştre Desteya Kar û Barên Civakî li bajaroka El-Kerame, kampeke koçberan vekir.
Li kampê bi dehezaran şêniyên bajarê Reqayê û gundên derdorê ku hê di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ′ê de ne, bi cih bûn. Di nava koçberan du ciwanên bi navên Ehmed Elî û Ebdulkerîm Xelef tevlî nava refên QSD′ê bûn û beşdarî Hemleya Xezeba Firatê bûn.
Min hêviya azadiyê dît
Ehmed Eliyê ji van yek ciwane ye got ku çeteyên DAIŞ′ê, hêzên QSD′ê reş dikirin û bi vê yekê welatî ditirsandin, da ji wan herêman nerevin û wan wekî mertalên zindî bi kar bînin û bi darê zorê tevlî nava refên xwe bikin.
Elî diyar kir ku hêzên QSD′ê korîdoreke bi ewle ji sivîlan re vekirin, ew ji tarîtiya çeteyên DAIŞ′ê rizgar kirin û pêdiviyên wan bi cih anîn. Elî wiha domand: ″Tevlî nava refên QSD′ê bûm, ji ber ku min hêviya azadiyê tê de dît.″
Ebdulkerîm Xelef jî anî ziman ku çeteyên DAIŞ′ê di bin navê ola îslamê de, zagonên xwe li ser sivîlan ferz dikirin û got: ″Dema ku hêzên QSD′ê Hemleya Xezeba Firatê ragihandin, şêniyan hîs kirin ku azadî nêze. Dema ku ez gihîştim kampa El-Kerame min cûdahiya di navbera QSD′ê û çeteyan DAIŞ′ê de dît, ji ber vê ez tevlî nava refên QSD′ê bûm, da ez welatê xwe ji tarîtiyê azad bikim.″
El-Welde tevlî QSD`ê bû
Şêxê Êla El-Welde yê herêma Tebqa El-Şêx Hamid Ebdulrehman El-Ferec tevî keça xwe Raxid û kurê xwe Ebdulhekîm ê 14 salî berê xwe dan QSD`ê.
El-Şêx El-Ferec anî ziman ku wan ji ber tirs û xofê tevlî DAIŞ`ê bûne. Berî ku gundê Safsafe ji çeteyên DAIŞ`ê were rizgarkirin, El-Şêx El-Ferec hêzeke parastine li wî gundî dabû ava kirin.
El-Şêx El-Ferec anî ziman ku ew niha bi îradeya xwe tevlî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dibin. Her wiha El-Ferec tevlîbûna êla xwe nava QSD`ê de jî raghandin.
Şêxê Êla El-Welde ya herêma Tebqa El-Şêx Hamid Ebdulrehman El-Ferec bang li ciwanên herêma xwe kir ku dev ji çeteyên DAIŞ`ê berdin û tevlî QSD`ê bibin.
REQA