Şervanên Xezeba Firatê 19 kîlometreyan ber bi bakur-rojhilatê Çemê Firatê bi pêş ve çûn û di navbera şervanan û Çemê Firatê de li vî aliyî tenê 10 kîlometro mesafe maye. Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku pêngava sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina bajarê Reqqa û gundên Dêra Zorê ji ber rewşa hewayê hatibû rawestandin, û niha ji nû ve dewam dike.
Nûçegihanên ANHA´yê raghandin ku şervanên Xezeba Firatê doh piştî domandina qonaxa sêyem a pêngavê, heta niha li baskê Ebû Xeşeb 19 kîlometroyan ber bi bakur-rojhilatê Çemê Firatê ve bi pêş ve çûne.
Di navbera şervanan û Çemê Firatê tenê 10 kîlometro rê maye.
Sê gund hatin rizgarkirin
Şervanan di vê bipêşveçûna xwe de jî mizgîniya rizgariyê gihand sê gundan.
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundê Cib Xelîl danê sibehî pêşî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir. Şervanên Xezeba Firatê li baskê Ebû Xeşeb, gundê Cib Xelîl ê 25 km li bakur-rojhilatê Çemê Firatê ango li rojhilatê bajarê Reqayê, ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir.
Şervanan paşê li heman baskî gundên Ebd El-Mutenebî û Mihemed El-Eyaş ku 20 km li bakurê Çemê Firatê ne ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Dema nûçeya me dihat amadekirin bipêşveçûyîna şervanan dewam dikir.
Odeya çalakiyan dewama hamleyê ragihand
Ev şer û rizgarkirina gundan li baskê Ebû Xeşeb ê operasyonê, piştî ku Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan qonaxa sêyem a hemleyê piştî navbereke ji ber şert hewayê ji nû ve daye destpêkirin.
Odeya Çalakiyan got, ʺEm di Odeya Çalakiyan a Xexeba Firatê de ji raya gitşî re radighînin ku Pêngava Sêyemîn a Hemleya rizgarkirina bajarê Reqa û gundên Dêra Zorê ya ku hefteyek berê ji ber rewşa hewayê hatibû rawestandin, careke din didome.ʺ
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku vê carê dê dor li Reqayê bê giritin û hat gotin: ʺArmanca me di dewama hemleya xwe ya îro destpêkirî de, ji bo qutkirina Reqa ji Dêra Zorê ye. Em ê herêmên ber ava Firatê bi temamî bixin destê xwe da ku em dorê li Reqayê bigirin û çeteyan di hundirê wê de bixin çemberê. Ev hemele bi awayekî kordînekirî bi Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞʹê re ku piştgiriya ezmanî û şêwirî li ser erdê didin hêzên me, pêk tê.”
REQA