
Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bîlançoya pêngava 3ʹyemîn a Xezeba Firatê eşkere kir û got ku di şerê 9 rojan de zemîneke bi qasî 700 km2 li rojhilat û bakurê Reqa hate rizgarkirin, her wiha 98 gund û gundik hatin rizgarkirin û 124 çete hatin kuştin.
Daxuyanî bi beşdarbûna Berdevkê Fermî yê QSDʹê Mîralayî Telal Silo, Fermandarê Erka Xweparstinê Siyabend Welat, Fermandara YPJ`ê Kilara Reqqa û hin fermandarên QSDʹê li eniyên şer ên Reqayê ji aliyê Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed ve hate xwendin.
Bi hevkariyê serketin bi gewde dibe
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêngava Sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê li gorî planên hatine danîn serketî derbas dibe û hat gotin: “Armancên xwe yên sereke ku têkbirina xetên pêşî yên parastinê ji aliyê bakur-rojhilatê baregeha Sereke ya çeteyên DAIŞʹê Reqayê bû, pêk anî. Serketin piştî şerên dijwar ku hêzên me bi qehremanî bi alîkariya hin komên leşkerî yên teybet ên Koalîsyona Navdewletî li ser erdê her wiha bi piştigiriyeke çalak a balafirên wan di nava 9 rojan ji destpêka pêngavê ve komên çete di mesafeya 40 kîlometreyan de komî serhev bûn û bi vê yekê gihiştin ber bajarê El-Reşîd (Reqa). Hêzên me di vê mesafeyê de beşê mezin ji pêngava sêyemîn a Hemeleya Rizgarkirina Reqa û gundên wê bi dest xist.”
Destketiyên hemleyê
1- Bi ferehiya 700 kîlometroyên bi çarçik erdên bakur-rojhilatê Reqayê hate rizgarkirin.
2- 98 gund û gundik hatin rizgarkirin û ewlekariya şêniyên van deveran hate pêkanîn, alîkariya welatiyan hate kirin û ji bo vegerin warê xwe jî alîkariya wan hate kirin.
3- 124 terorîst hatin kuştin, bi hejmarek mezin birîndar bûn û 9 terorist bi saxî hatin girtin.
4- Hejmarek topên çeteyan, alav û erebeyên wan ên leşkerî ku çekên giran li ser wan bûn, hatin rûxandin. 63 tunelên çeteyan û bi dehan noqteyên xwe di wan de bi cih kiribûn, her wiha kargeheke çêkirina madeyên teqemeniyê, hatin teqandin. 3 tirmpêlên bombebarkirî û hezar û 256 mayîn hatin ruxandin. 3 balafirên keşfê yên çeteyan hatin xistin. Miqdareke mezin çek û cebilxane û alavên leşkerî hatin destserkirin.
5- 13 şervanên me yên QSD û hêzên Erka Xweparstinê şehîd bûn.
6- 750 welatiyên herêmê tevlî dewreyên me yên perwedeyê bûn, da ku werin perwedekirin û cihê xwe di hemeleya leşkerî ya rizgarkirina parêzgeha xwe de bigirin.
Bang li gel hat kirin
Di daxuyaniyê de ji bo beşdarbûna nav refên QSD’ê wiha bang li gel hat kirin: “Em wekî Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di vê demê de ku em teqez dikin ku pêngava 3ʹemîn a hemeleya me nêzî armanc û planahatibû danîn bûye, tevahiya rojhilatê Reqayê hate rizgarkirin û bi vê yekê rê ji dorgirtina Reqayê re hate vekirin û amadekariya rizgarkirina wê hêsan dibe. Em bang li hemû gelê xwe yê li herêmên dagirkirî dikin. Careke din em banga xwe ji wan re dubare dikin ku dûrî hemû baregeh û noqteyên leşkerî bibin. Dûrî rêveberiya DAIŞʹê bibin û xwe li derdora hêzên me dema digihêjin deverên wan, kom bibin. Em bang li ciwanên Parêzgeha Reqayê dikin ku tevlî nav refên hêzên me QSDʹê bibin.
REQA