
Şervanên Xezeba Firatê li baskê duyemîn nêzî gundê Til Şar, rêya Mekmen-Reqayê qut kir û li heman baskî dor li sê gundan girt. Li baskê sêyemîn jî şervanan gundek rizgar kir. Li aliyê din şervanan stasyona Sirtêl rizgar kir û sê çete jî bi saxî girtin.
Nûçegihanên ANHA´yê yên ku Hemleya Xezeba Firatê dişopînin, raghandin ku şervanên Xezeba Firatê li baskê duyemîn (Baskê Bîr Heba) li nêzî gundê Til Şar ê 40 km li rojhilatê bajarê Reqayê, rêya Mekmen-Reqayê qut kirin. Her wiha şervanan li heman baskî, dor li gundên Til Şar, Bîr Qûrat û Mexe girt.
Gundê Kesar hat rizgarkirin
Nûçegihanan da zanîn ku li baskê sêyemîn (Baskê Mekmen) jî şervanên Xezeba Firatê gundê Kesar doh beriya nîvrojê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kiriye.
Li gorî agahiyan bipêşveçûyîna şervanan li wê herêmê bewam dike.
Nûçegihanên ANHA´yê wekî din raghandin ku şervanan li ser rêya Mekmen-Reqayê piştî şerekî dijwar doh serê sibê gundê Sebah Xêr û El-Ferar ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Şervanên Xezeba Firatê di vî baskî de 20 kîlometroyan bi pêş ve çûn.
Çete li Stasyona Sirtêl neman
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Stasyona Sirtel a li ser girekî stratejîk, ji çeteyan rizgar kir. Şervanan li vê derê 3 çete bi saxî giritin.
Şervanên baskê sêyem ê ku ji Mekmenê dest pê kiribû, Stasyona Sirtêl ku li ser girekî stratejîk bû, piştî şerekî dijwar rizgar kir. Di şerê li vir de 2 çete bi saxî ketin destê şervanan.
Şervanên baskê duyemîn ku ji gundê Bîr Heba destpê kir, li gundê Terfawî maşîneke bombebarkirî destser kir û çeteyê ku dê xwe biteqanda bi saxî girt. Şervanan paşê maşîn teqand.
NAVENDA NÛÇEYAN