
HPG’ê diyar kir ku li Geverê 7, Şemzînan 1,Çelê 10, Wanê 2 û li Mêrdînê jî 1i leşker hatine kuştin. HGP’ê di daxuyaniya xwe ya li ser çalakiyên hatine lidarxistin de dest nîşan kir ku li Şemzînanê jî helîkoptereke Skorsky jî hatiye derbkirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di 8’ê Hezîranê de yekîneyên girêdayî wan li Girê Genîş ê li Şemzînan a Colemêrgê li dijî leşkerên Tirk êrîşeke sekvaniyê pêk anîne û got: “ Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin leşkerek hatiye kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk derdor bi obus û hewanan ketober bomberdûman kiriye û helîkoptera Skorsky ya ku ji bo kuştî û birîndarên xwe rakirin bûye hedefa hêzên me yên gerîla di emcamê de derb xwariye û Skorsky neçar ma ji qadê xwe dûr bixe.”
Li Geverê 5 leşker hatin kuştin
HPG’ê li ser çalakiyên Geverê jî di daxuyand: “7’ê Hezîranê saet 07:00’an de hêzên me li dijî leşkerên artêşa Tirk li Girê Şehîd Rehîme ya navçeya Gever a Colemêrgê rêzeçalakiyên sekvaniyê lidar xistine. Hêzên me leşkerên li ser gir bi cih bibûn kirin hedef û li wan xistin. Di encama lêxistina zelal a hêzên me de li vir 5 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.
Dîsa heman rojê saet 08:00’an de hêzên me li heman qadê dozera ku li ser Girê Şehîd Karker ku ji bo artêşa Tirk rê çêdikir kire hedef û lêxist. Di encamê de dozer hate îmhakirin.”
10 jî li Çelê
Di daxuyaniyê de HPG radigihîne ku hezên wan li dijî konvoyeke leşkerî êrîş pêk anîne û wiha didomîne: “8’ê Hezîranê saet 08:00’an, hêzên me li dijî konvoya leşkerî ya ku leşkerên artêşa Tirk a li Girê Şehîd Zekî û Şehîd Cîhat ên navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek lidar xist. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 6 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi obus û hewanan bi awayekî dijwar herêm daye ber bombeyan.
7’ê Hezîranê hêzên me li dijî yekîneyke leşkerên artêşa TC ya ku li Girê Şehîd Mazlûm a girêdayî Çelê di nava tevgerê de bû, çalakiyekî sabotajê li dar xist. Di vê çalakiyê de jî 3 leşkerên Tirk hatine kuştin.
Hêzên me heman rojê saet 17:30’an de li dijî yekîneyeke artêşa Tirk ên li qontara Merganiş a girêdayî Çelê çalakiyek lidar xistine, li vir leşkerek hate kuştin.
6-7’ê Hezîranê hêzên me li dijî leşkerên li girê Koordîne yê li herêma Çarçela ya navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 2 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.
Li Wanê hedef JOH bûne
HPG di daxuyaniya xwe de diyar dike ku artêşa Tirk ev demek li derdora Qereqola Şamanis a girêdayî navçeya Peyîzava ya Wanê yekîneyên veşatî bi cih dike û dibêje: “Hêzên me yên ku ev demek bû ev hêz dişopandin 7’ê Hezîranê saet 17:00’an çalakiyek li dar xistine. Di encama lêxistineke kurt a hêzên me de 2 JOH hatin kuştin.
Li Mêrdîn, Amed û Avaşîn rewşa dawî
Daxuyaniya HPG’ê ku rewşa herêmên cihê jî diyar dike wiha didome: “7’ê Hezîranê hêzên veşartî yên artêşa TC li derdora gundên Xelîla, Basqil, Rover û Sêmalka yên girêdayî navçeya Kerboran a Mêrdînê dest bi operasyonekê kirine. Hêzên me dîsa heman rojê saet 19:40’an, nêzî Gundê Sêmalka li dijî yekîneyeke veşatî çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin leşkerek hate kuştin. Artêşa Tirk a dagirker heman rojê saet di navbera 21:00 û 21:30’an de bi helîkopterên Kobra derdora Gundê Sêmalka bomberdûman kiriye.
Artêşa Tirk bi beşdariya hezaran leşker, tîmên taybet, cerdevan û kontrayan ve 4’ê Hezîranê li herêma Şehîd Remzî ya Amedê dest bi operasyonekî ya dagirkirinê kiriye. Operasyon 9’ê Hezîranê (doh) bê ku encamekê bigire paşve vekişiyaye. Dîsa li qadê tevgera yekîneyên veşartî ya li herêmê dewam dike.
8’ê Hezîranê saet 13:00-13:30’an, balafirên şer ên aîdî artêşa Tirk devera Tabûra Êreba a li herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê ya Medyayê bobmerdûman kirine.”
ANF/BEHDÎNAN