Li Şirnexê ku êrîşên qirkirinê yên hêzên dewletê 78 roj li pey xwe hiştin, çeteyên Qesrê bi teqemeniyan malan hildiweşînin, li avahiyên bilind jî alên mezin ên Tirk dadilqînin.
Malên welatiyan xera dikin
Li taxên Yenî, Bahçelî, Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê jî gelek mal tên şewitandin. Malên li taxên Bahçevlîevler û Yenî jî bi teqemeniyan hildiweşînin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê piştî êrîşên qirkirinê yên 79 rojan dewam kirin, bi hezaran mal û kargeh ji aliyê hêzên dewletê ve hatin xerakirin. Doh danê sibehê jî di çarçoveya biryara “îstimlaqkirinê” de li Taxa Nûrê bi 4 wesayîtên zirxî ve 3 kepçeyan hêzên dewleta Tirk ketin ketin nava taxê. Kepçeyên ketin taxê avahiyên li kolana Kolamî ya nêzî kargeha ard hildiweşînin.
Tevî ku malbat nerazîbû nîşan didin jî, hêzên dewleta Tirk malên welatiyan xera dikin.
Bi balafirên şer bombe dike
Balafirên şer taxa Zeynelabidîn a navçeya Nisêbînê bombebaran kirin. Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku êrîşên qirkirinê ligel daxuyaniya YPS’ê ya hêzên xwe ji navçeyê vekişandine jî berdewam dike. Balafiran şer doh di derdora saet 12.20’an de, taxa Zeynelabidîn bombebaran kirin. Rojnamevanên ku cihê xwe di pêngava ‘Na ji bêdengiyê re’ digirin dîmen û wêneyên êrîşa li ser navçeyê diyar dikin, kişandin.
Hovîtiya dewleta Tirk raxist pêş çavan
Li Geverê, dîmenê ku piştî rakirina qedexe û dorpêçiyê derket holê. “Qedexeya derketina derve”, ku çend meh beriya niha li navçeya Colemêrg Geverê hat ragihandin, beriya bi 3 rojan ji aliyê Walîtiya Tirk ve bi qismî hat rakirin. Bi hezaran Geveriyên ji ber êrîşan neçar mabûn malên xwe biterikînin, vegeriyan navçeyê lê bi rojan li ber bendên kontrolê yên leşker û polîsên Tirk hatin sekinandin. Çekdarên dewleta Tirk pêr êrîşî gelê dixwest vegere malên xwe kir û gelek kes birîndar bûn.
‘Xanî piştî şer hatine xerakirin’
Parlamenterê HDP’ê yê Colêmergê Nîhat Akdogan diyar kir, Gevera wan li pey xwe hiştibûn, êdî ne ew Gever e û got, xanî bi zanebûn hatine xerakirin. Akdogan bal kişand li ser gotina Devlet Bahçelî a ‘kuç li ser kuç, serî li ser bedenê nehêlin’ û got, hikûmetê jî ev gotin yek bi yek bi cih anî. Akdogan her wiha diyar kir, xaniyên welatiyan ne di dema şer de, piştî şer hatine hilweşandin.
HDP’î û DBP’î bi gelê Geverê re civiyan
HDP’e li dijî derbeya Qesrê di çarçoveya “Hevdîtinên Gel” de pêr bi gelê Colemêrgê re civiya. Di hevdîtinê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag axivî, diyar kir ku li dijî siyaseta şer û tundiyê wê HDP’ê pêşxistina çareseriyan bidomîne, got: “Em reheta kesên ku bi rejîma şer Qesr ava kirine xira bikin.” Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel jî got, “Li Kurdistanê gotin berxwedan e.”
NAVENDA NÛÇEYAN