Ji malbata Ebdullah a ji êla El-Cewaliyê ku ereb e,20 kes weke şervan cihê xwe di hemleya "Xezeba Xabûr"ê de li herêma Şedadê digirin û ji wan 3 jî birayên heq in.
Piştî Hêza Sûriya Demokratîk ji bo rizgarkirina gundewarê başûrê Hesekê operasyona eskerî ragihand û di 16’ê Sibatê de hemleya Xezeba Xabûr îlan kir, gelek ciwanên herêma Hesekê beşdarî nava Hemleyê bûn û herêm ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Di nava şervanan de 20 ciwan ji malbata Ebdullah a ji êla Cewaliyê ya ereb ya herêma Tirbespiyê hebûn. Ev ciwan di salên 2014 û 2015’an de di demên cuda de beşdarî nava refên YPG’ê bûne.
Nûçegihanên ANHA’yê ji van 20 şervanan bi sê şervanan re “Teyr (42), Muxtar (34) û Qehtan” ku hersê birayên hevdu ne, hevdîtin pêk anîn.
Erka welatparêziyê ye
Derbarê sedema beşdarbûna nava refên YPG’ê de birayê mezin Teyr diyar kir ku ew rizgariya gelên herêmê di berxwedana YPG’ê de dibînin û bi saya wan axa welat ji çeteyan tê rizgarkirin. Her wiha şervanên YPG’ê gelek herêmên Rojava ji çeteyan bi fedekariyeke mezin paqij kir û ji erka her ciwanekî ye cihê xwe di nava xebatên parastinê de bigire.
Teyr got, ew di nava refên YPG’ê de ti ferq û cudahiyê di navbera pêkhateyan de nabînin û ew bi biratî û bi rihê hevaltiyê tevdigerin.
Teyr destnîşan kir ku ew di Tebaxa 2014’an de beşdarî nava refên YPG’ê bûye û wî cihê xwe di hemleyên Til Hemîs, Hol û niha jî di bin sîwana QSD’ê de cihê xwe di hemleya Xezeba Xabûr de digire.
Em parastina hevdu dikin ev biratiya rasteqîn e
Herdu birayên din Muxtar û Qehtan di 18’ê sibata 2015’an de bi hev re beşdarî nava refên YPG’ê bûne. Muxtar derbarê beşdarbûna xwe li gel du birayên xwe di nava hemleya QSD’ê de ji bo rizgarkirina herêma Şedadê, kêfxweşiya dibêje, “Hemû şervanên QSD’ê birayên min in. Armanca me hemûyan yek e û ew jî ew e ku em axa welatê xwe ji çeteyan paqij bikin.”
Muxtar axaftina xwe wiha domand: “Ez bi baldarî tevdigerim û parastina jiyana hevalên erka min a sereke ye. Em hemû parastina hevdu dikin. Di heman xendekê de li ber xwe didin. Ev biratiya rasteqîn e. Ji ber vê yekê ti ferq û cudahî di navbera birayên min û hevalên min yên li tabûrê de nîne.”
Em serbilind in
Muxtar derbarê jiyan û danûstandina di nava QSD’ê de diyar kir ku wî edalet û demokrasî û rihê hevaltiyê yê rasteqîn li vir nas kiriye û wiha pêde çû: “Em hemû bi rihekî fedekar û ji bo heman armancê li ber xwe didin. Em soz didin gelê xwe ku emê heta dawiyê li ber xwe bidin û parastina hemû pêkhateyan bikin.”
Birayê piçûk Qehtan jî diyar kir ku ew gelekî kêfxweş e ku li rex 2 birayên xwe û 17 pismanên xwe cihê xwe di nava QSD’ê de digire û weha peyivî: “Ez dixwazim bibêjim ku em wekî hersê bira li gel 17 pismamên xwe bi beşdarbûna rizgarkirina herêmê di bin ala QSD’ê de gelekî serbilind in.”
Qehtan di axaftina xwe de got, eger birayekî wî yê din hebûya ew ê jî bi wan re beşdarî nava berxwedanê bibûya û got: “Em amade ne canê xwe fedayî axa xwe bikin. Eger em niha bi berpirsyariya xwe ranebin, ma em ê kengî rabin.”
Hersê birayan diyar kir ku kêfxweşiya wan bi rizgarkirina Şedadê cîwaz e û got, ew ê bi hemû hêz û derfeta xwe parastina gelê xwe li dijî çeteyan û tehlûkeyên din bikin.
Hersê birayan di dawiya axaftinên xwe de bang li hemû welatiyên herêmê kir da ku li derdora şervanên QSD’ê bicivin û piştgiriya wan bikin û wiha axaftinên xwe bi dawî kir: “Em bang li her ciwanekî herêmê dikin da ku bi erka xwe rabin û gelê xwe ji hovîtiya komên çete rizgar bikin.”
DILŞAD CÛDÎ / HOGIR NECAR/ANHA / HESEKÊ