
Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wan li hemberî herêma Şeddadê ku niha di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de operasyonek daye destpêkirin. Di daxuyaniyê de hate destînîşankirin ku operasyon li ser daxwaza gelê herêmê hatiye destpêkirin û navê ‘Xezeba Xabûrê’ lê hatiye kirin.
Di daxuyaniya Fermandariya QSD’ê hate destnîşan kirin ku hêzên Erka Xweparastinê û Hêzên Parastina Ciwherî jî beşdarî operasyonê dibin û operasyon bi hêzên Koalîsyona li dij DAIŞ‘ê pêk tê û ev agahî hatin dayin: “Wekî berdewamkirina operasyona ku QSD’ê ji bo rizgarkirina gundewarên başûrê Hesekê ji komên çeteyan dabû destpêkirin, bi beşdarbûna hemû hêzên çekdar ên pêkhateyên QSD’ê, hêzên Asayîşê, Erka Xweparastinê û Hêzên Parastina Cewherî (HPC), li gel Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê bi awayekî kordîneyî, operasyona rizgarkirina herêma Şeddadê ya li başûrê Hesekê di şeva 16’ê sibata 2016’an de, bi navê ‘Xezeba Xabûrê’ hatiye destpêkirin.”
Şeddadê cihekî stratejîk e
Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya QSD’ê têkildarî girîngiya herêma operasyon lê pêk tê de jî wiha hate gotin: “Wekî tê zanîn herêma Şeddadê yek ji navendên stratejîk ên leşkerî yên çeteyên DAIŞ’ê ye. Êrîşên xwe yên hovane ku bêyî cudabûn, li ser hemû pêkhateyên herêma Cizîrê pêk di anîn, ji vir dikirin. Vê rêxistina terorê ji vê navendê êrîşî herêmên Til Koçer, Til Hemîs, Serêkaniyê û herêmên din dikirin. Dagirkirina van herêman ji xwe re helal dikir. Her wiha êrîşên xwe yên talankirina gundên Asuriyan ên li qeraxên Xabûrê û revandina welatiyên Asurî yên sivîl ji Şeddadê rêxistin kirin. Lewma armanca sereke ya hemleya ‘Xezeba Xabûrê’ li herêma Cizîrê bi giştî tunekirina hebûn vê rêxistina terorê û xilaskirina hemû pêkhateyên Cizîrê ji pêkanînên hovane yên çeteyan e. Dîsa ji bo Cizîra Hêja pêkanîna rewşeke ewlehiyê armanca hemleyê ye.”
‘Armanc mirovî û exlaqî ye’
Fermandariya Giştî ya QSD’ê armancên operasyona hate destpêkirin jî wiha rawe kir: “Em dixwazin teqez bikin ku hemleya ‘Xezeba Xabûrê’ armanceke xwe ya mirovî û exlaqî heye. Ew jî li hemberî pêkanînên ku çeteyan li dijî keçik û zarokên me yên êzidî kirine û bajarê Şeddadê veguherandibûn sûka bazara firotina wan, cezakirina DAIŞ’a terorîst e.Em soz didin gelê xwe yê êzidî ku em ê ji her destekî ku dirêjî keçik û zarokên me bûne û hemû kesên ku tiliya wan di van karên qirêj de heye hesap bipirsin.”
Ji bo gelê Şeddadê bang
Di daxuyaniyê de Fermandariya Giştî ya QSD’ê daxwaza piştgiriyê li gelê Şeddadê jî kir û ev bang kir: “Hêzên QSD’ê li ser daxwaza we tên ku we ji terorîstên DAIŞ’ê xilas bikin. Ji bo vê yekê di warê derxistina çeteyan a ji vê herêmê de alîkarî û piştgiriyê bidin şervanên QSD’ê û cihê çeteyan ji wan re bêjin. Em bang li we dikin ku hun tevlî hêzên me bibin û dema em gihîştin we, li gel hêzên me tevlî şer bibin. Em ji gelê Şeddadê dixwazin ji bo ku di nava ewlehiyê de bibînin, dûrî navendên terorîstan bisekinin. Ji ber ku ew navend hedefên hêzên me û balefirên hêzên koalisyonê ne.”
Soza parastina pêkhatiyan
Fermandariya Giştî ya QSD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de jî biryardariya xwe ya gihandina encamê ya têkoşîna li dij çeteyên li serê gelan bûne bela wiha hate bilêvkirin: “ Di dawiyê de em careke din ji hemû gelên xwe re dubare dikin ku hêzên QSD’ê wekî ku we nas kiriye, dê helwesta we ya parastina pêkhateyan bidomîne. Em ê şerê xwe yê li hemberî rêxistina terorê ya DAIŞ’ê û hemû hêzên ku ewlekariya we hedef digirin, heta ku tevahiya xaka welatê Sûriyeyê tê paqijkirin, bidomînin.”
ANHA/HESEKÊ
QSD’ê Stasyona Gazê rizgar kir
Hêzên Sûriyeya Demorkatîk stasyona Ceyranê ya Gazê ku 27 km nêzî bajarê Şedadê ji çeteyan rizgar kirin. Ev stasyon yek ji girîngtirîn stasyonên gazê yên herêmê ye. Şervanan şerên dijwar ev stasyon ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Li Şêxmeqsûdê 16 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir, roja 16’ê Sibatê çeteyên El Nûsra û Ehrar el Şam êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, komên çete El Nûsra û Ehrar el Şam êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin.
Li gorî daxuyaniyê, hêzên YPG/YPJ’ê di cih de bersiv dan êrîşê û di şerê li vir de 1 jê serçeteyê El Nûsra 16 çete hatin kuştin.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Sibeha 16’ê Sibatê, çeteyên El Nûsra û Ehrar el Şam, êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin. Hêzên me di cih de bersiv dan êrîşên komên çete û êrîş sekinandin. Di şerê dijwar ê li vê derê de maşîneke doçka li ser hat rûxandin. Di encama şer de yek jê emîrê El Nûsra 16 çete hatin kuştin.
2 hevalên me yên di şikandina êrîşa çeteyan de bi roleke girîng rabûn, şehîd ketin.”
HELEB