Çeteyan pêr hewl da, êrîşî gundê Taga yê li eniya Holê bikin. Şervanên QSD’ê di cih de, bersiv dan êrîşa çeteyan û di encama şer de 5 çete hatin kuştin. Çeteyan xwest êrîşî gundê Xwêtla jî bikin. Di şerê li vir de çeteyek hat kuştin. Pêr bi şev çeteyan êrîşî şirketa Çînî ya petrolê kir ku şervanên QSD’ê rizgar kiribû. Şervanên QSD’ê li vir êrîşa çeteyan şikandin.
Ji aliyê eniya çiyayê Kezwanan ve jî çeteyên DAIŞ’ê şevê din êrîşî gundê Dibêşiyê yê kir. Li vir şerekî giran rû da. Di encama vî şerî de jî hêjmarek zêde çete hat kuştin, lê hejmar nehat zelalkirin.
Doh serê sibê jî maşîneke ji Şeddadê ku têde hêjmarek çete hebûn hewl da bireve ji aliyê şervanên QSD’ê ve hat rûxandin.
Her wiha xebatên lêgerînê ji aliyê yekîneyên taybet ên di nava bajarokê Şedadê û gundên wê de jî dewam dikin. Di encama, lêgerîna di nava gundê Mitsiyê de jî cenazeyê çeteyekî hat dîtin.
HESEKÊ