
TUGÇE KARA
Ji bo ku bi mexdûrên erdhejê yên Rojhilatê Kurdistanê li wilayeta Kirmanşanê re hevbigirin, xwendekarên Zanîngeha Marmara li beşa Hunerên Bedew, kampanyayeke resman dan destpêkirin.
Xwendekarên Amedî ev kampanya dan destpêkirin û di encama firotina resmên xêzkirî de jî ji mexdûran re xwarin, cilûberg û pêdiviyên tenduristiyê bên şandin.
Di erdheja 12´ê Mijdarê de li Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê û Helebceya Başûrê Kurdistanê bi giştî 380 kesan jiyana xwe ji dest dabû û bêhtirî 5800 kesan jî birîndar bûbûn. Li navçeya Serpol Zehap a Kirmanşanê yekane nexweşxane jî hilweşiya û ji ber bi sedan erdhejên paşê erdheja mezin jî gelek kes li der man. Ji bo alîkairya bi mexdûran re dewleta Îranê kêm tişt kirin û heta pêşî li kirina hin alîkariyan girt.

Xwendekar hemû ji Amedê ne
Li Zanîngeha Marmara a li Stenbolê, xwendekarên beşa Hunerên Bedew ên ji Amedê, ji bo alîkariya bi mexdûran re resman xêz dikin. Lê fikra kampanyayê bi xwe ya hevaleke wan a ji Izmîrê ye.
Li ser pirsa ka çawa beşdarî kampanyayê bûne jî ew dibîjin, “Kampanya fikra hevaleke me ya ji Izmîrê bû. Dema me bihîst, vê kela canê me rakir û me biryar da em destekê bidinê. Em karê xwe dikin û dikarin destekê bidinê. Hindik be jî em dikarin destekê bidin mexdûran. Û ji ber vê me dest bi karê em herî baş dikin, kir.”

Dahat ji bo mexdûrên erdhejê ye
Hesabekê kampanyayê yê Instagramê heye, mirov ji wir xwe digihînin wan, û pere jî li hesabekî bankeyê tên razandin. Mirov hem dikarin resmên xêzkirî bikirin û hem jî bi xwe resmên wan çêkirî lê bar bikin û tevlî kampanyayê bibin. Xwendekar di berdêla resman de pereyên ku berhev dikin wê di dawiya kampanyayê de bigihînin mexdûrên erdhejê.
Xwendekar dibêjin, heta niha reaksiyona xelkê gelekî pozîtîf û erênî ye. Gelekan ev ji wan re gotiye. Heta hin kes xema wan bi tenê alîkariya bi mexdûran re ye, lê belê dema resm jî digihêhin ber destê wan kêf xweş dibin. Xwendekar hestên xwe bi van gotinan îfade dikin: “Resm ji bo herdu aliyan bû hincetek. ji ber wê jî em gelekî bextewer in. Şêwekariya me bi qelemê ye, li Stenbolê em du kes in û li Izmîrê jî 4-5 kes em resman xêz dikin.”
Ji bo piştgiriyê navnîşana Istagramê ya ev e:
https://www.instagram.com/depremzedelere_yardim/