
Resam Harûn Bayhan, bi xêz û boyaxa ku li ser tuwalên xwe çêdike dixwaze bibe deng û hawara êşa gelan. Bayhan, diyar kir ku heta niha komkujiya Roboskê, kuştina zarokan û rojnamegerên hatin qetilkirin li ser tuwalên xwe xêz kiriye û wiha peyivî “Ez niha jî dixwazim êşên piştî dorgirtina li Kurdistanê derketiye holê, xêz bikim. Ji bo ez wîjdanê mirovahiyê tev rakim, xêz dikim.”
Resam Harun Bayhan, ku heta niha wêneyên komkujiya Roboskê, kuştina zarokan û qetilkirina rojnamegeran li ser tuwalên xwe xêz kir, bi gelek hunerên wekî karikatur, gravur û boyaxê êşên civakê bi xêzkirinê îfade kir. Beyhan, heta niha gelek mijarên wekî qetilkirina jinan, kuştina zarokan, greva birçîbûnê, tecrîda li girtîgehan, înfazên bê dadgehkirin, xêz kirine.
Bayhan, heta niha li Stenbolê û bajarên Kurdistanê resmên ku li ser tuwalan xêz kirî, dan pêşandan. Bayhan, ji niha û şûn ve jî dixwaze bi xêzên xwe yên li ser tuwalan neqş dike, dorpêç, komkujî û polîtikayên tunekirinê yên li ser bajarên Kurdistanê, bîne ziman. Bayhan ku komkujiya Helepceyê bi xêzkirina dayika ku kurê xwe hembêz kiriye, êşa komkujiyê îfade kiriye, berxwedana xweseriya demokratîk bi nexşeyekê anîye ziman. Di vê neşxeyê de bi barîkatan nexşeya Kurdistanê xêz kiriye û ciwanekî ber daye ser pişta xwe li dijî êrîşan barîkatan ava dike. Dîsa di tuwalên xwe de wêneyên Metin Goktepe, Hrant Dink, Onat Kutlar û Ugur Mumcu yên li ser heman maseyê kom bûne xêz kirine. Li aliyê din hovîtiyên DAIŞ‘ê yên komkujiya li ser civakê jî xêz kiriye. Bayhan ev 5 sal in resman çêdike û hewl dide bibe dengê êşa civakê.
Xêzên polîtîk bi Roboskê dest pê kir
Bayhan, da zanîn ku wî xêzên xwe yên polîtîk piştî qetilkirina 34 welatiyên sivîl dest pê kiriye û got: “Min xwest li dijî van êrîşên balafirên şer ên ku welatî qetil kirin, bibim dengê wîjdanê mirovahiyê. Wê demê ez xwendekarê Hunerên Bedew ên Zanîngeha Marmarayê bûm. Piştî komkujî pêk hat, wekî ku tiştek nebûbe mirov tevdigeriyan. Ji bo ez bibim dengê wîjdanî, min komkujiya Roboskiyê xêz kir.”
‘Dixwazim bi xêzan wîjdan tev rakim’
Bayhan, anî ziman ku ew ji Kurdistanê ye û dixwaze êş û komkujiya li Kurdistanê bi xêza xwe belav bike û bi xêza xwe bibe dengê êş û wîjdana mirovahiyê.
Beyhan, da zanîn ku di demên dawî de ew pêkanînên li Kurdistanê xêz dike û dixwaze bibe dengê wîjdana civakê. Bayhan, da zanîn ku ew naxwaze tenê êşên civakê xêz bike, lê ji ber ku li Kurdistanê êş kêm nabin û dixwazin ku ev êş bên zanîn van êşan xêz dike. Bayhan, got, êşên civakê hêj taze ne û weha peyivî: “Ez dixwazim kêfxweşiya çavê zarokekî jî xêz bikim. Ez dixwazim xwezayê xêz bikim. Lê niha di nava van şert û mercan de ev niha ne pêkan e.” Bayhan, destnîşan kir ku dewlet nikare Kurdan têk bibe ji ber ku li hemberî dewletê Kurdên hişyar, rêxistinkirî û polîtîk hene.
ÇAGDAŞ KAPLAN/DÎHA/STENBOL