Di hevpeyvîna ligel Radyoya Swêdê de, Xezer berê gotinên xwe da dayika xwe û got: “Dayê can, eger tu ji karê min razî be, ez jî razî me.” Fatîma pirr kêfxweş bû ku rêveberiya televizyonê ew bawerî pê aniye û hiştine ew bi awayekî zindî nûçeyan bixwîne.
Kurda Tebrîzê ye
Xezer ku ji bo karê rojnamegeriyê li çend navçeyên dinyayê geriyaye got: “Kêfxweş bûm bi karê xwe yê rojnamegeriyê û li navçeyên Kurdistan û Rojhilata Navîn û Afganistanê geriyam. Li ser daxwaza reveberên televizyona Swêdê ez hatim beşê nûçeyan.” Xezer Fatîma di sala 1983´yê de li bajarê Tebrêzê yê Îranê ji dayik bûye, ji ber rewşa siyasî malbata wan neçar dimîne ku biçe Afganistanê, dûre berê xwe didin Swêdê. Wê demê Xezer 8 salî bû. Piştî wergirtina mafê penaberiyê li Swêdê, malbata Xezer eslê xwe eşkere kirin û ragihandin ku ew Kurd in.
Rojnamevana navdar e
Niha Xezer rojnamegereka naskirî ya Swêdê ye û ji xeynî çend karên rojnamegerî yên naskirî li Kurdistan û Tirkiyeyê û welatên din ên Rojhilata Navîn û Pakistan û Afganistanê, di heman demê de bi çend belgefîlman bala cîhanê kişand ser pirsa jinên li Rojhilata Navîn. Yek ji raporên wê ku deng veda û bandoreke mezin li ser siyaset û welatiyên Swêdê li hember pirsa Kurd li Bakur kir, li jêr navê “Nifşek ku hevdu dikujin” hat belavkirin. Rojnamegerekî Swêdî derbarê Xezerê de dibêje: “Wê nêrîna Swêdiyan derbarê terorê de guherand.”
Xezer ne tenê wek Swêdiyeke esilkurd û wek nûnera neteweyekê tê naskirin, lê bûye semboleke derxistina rastiyên pirsa jinê, li welatên Rojhilata Navîn û Asyayê. Wek peyamnêra televizyona Swêdê ya sereke ji bo pirsên Rojhilata Navîn û başûrê-rojavayê Asyayê.
STOCKHOLM