Li Îtalyayê, di dîroka weşangeriya welêt de yekem car e ku ku pirtûkeke xêzeromanan dibe pirtûka herî zêde tê firotin. Ev pirtûk jî ya şêwekar-nivîskarê navdar ê Îtalî Zerocalcare e. Xêzeromana Zerocalcare a bi navê "Kobanê Calling" (Kobanê Bang dike) ev serketina mezin bi dest xist û mohra xwe danî li vê serketina xêze romanan li Îtalyayê.

Ji weşanxaneya ku pirtûk çap û belav kirî BAO Publishingê, Michele Foschini ya ku karmendê sereke yê kreatîvbûnê ye, derbarê vê serketina xêze romanê de agahî dan rojnameya me. Michele Foschini da zanîn ku weşanxaneyê 100 hezar nusxe çap kirine û di hefteya pêşî de 20 hezar nusxe firotine. Bi vê jî pirtûk di lîsteya pirtûkên firotî de cihê xwe di rêza yekê de girtiye. 


'Ev li welatê me cara yekê ye diqewime'

Ew metelmayîna xwe ji ber vê serketinê venaşêre û dibêje, "Ev yek li welatê me beriya niha qet nehate serê pirtûkeke xêzeroman." 

Michele Foschini ji bo şêwekar-nivîskarê xwe Zerocalcare jî dibêje, "Zerocalcare nivîskarekî gelekî navdar e. Lê belê ew her weha gelekî nefspiçûk e jî û timî dilzîziyeke, kakûniyek pê re heye li ser wê yekê, ka xwendevan wê pirtûka wî çawa binirxînin."

Bi her halî li ser serketina Kobanê Calling, şêwekar-nivîskar Zerocalcare ji weşanxaneyê re gotiye, bi vî rengî qebûlkirin û hezkirina ji pirtûka wî re "kelacanê" wî rakiriye. Ji bo Zerocalcare ev girîng e ku berhemşn wî yên beriya niha henekoyî û dilsivik bûn, lê vê carê mijareke giran û dijwar hilbijartiye û dîsa jî xwendevanan gelekî jê hez kiriye.


Elaqeya xelkê û serketina xêzeromanê

Karmendê kreavbûnê yê weşanxaneya BAO Publishing, Michele Foschini dibêje, "Li Îtalyayê her kes bi berxwedana Kobanê dizanin, lê bi rengê ku televizyon û çapemeniya sereke behsa wê dikin, ji ber wê jî mumkin e ku xelkê ji xwe re gotibe, ka em guh bidin dengekî din da ku em çêtir têkoşîna li herêmê dibe, fêm bikin. Bi ya min elaqeya vê yekê jî heye bi serketina vê pirtûkê re."


Zerocalcare kî ye?

Şêwekarê Îtalyanî Zerocalcare (Michele Rech) sala 1982’an li bajarê Îtalya Arezza tê dinê. Ji bo li ser înternetê tevlî sohbetekê bibe diviyabû navekî hilbijêre û wê gavê jî di televizyonê de navê alaveke paqijiyê a bi navê “Zerocalcare” li ber guhê wî dikebe, û ew vî navî hildibijêre. Piştre jî di hunera xwe de vî navî bi kar tîne.

Di sala 2001’ê de di cîvîna G-8´an de ku li Genovayê pêk hat, dest bi xêzkirina karikaturan kir. Sala 2006’an xêzeromana xwe ya pêşî “GeVsG8” derdixe û piştre jî ji weşanxaneya BAO Publishingê xêzeroma “Kehanet” derdixe û ev roman elaqeyeke mezin dibîne. Her weha Zerocalcare gelek xelat wergirtine di warê xêzkariyê de. 

Zerocalcare di Cotmeha 2014’an de diçe Pirsûsê û têkoşîna şervanên Kurd a li hemberî hoviyiya DAIŞ‘ê û alikariya dewleta Tirk ji nêz ve dişopîne. 


LUQMAN GULDIVÊ