Ebûd Ehmed destpêkirina karê xwe yê kuriyetiyê wiha vedibêje: “Ez di 25 saliya xwe de çûme Bakurê Kurdistanê. Di dema darbeya 1980’yî de ez li wir bûm. Ji ber ku ez wê demê bi qaxaçî çûbûm  li wir asê mam. Paşê xelkê wir ez bi qaçaxî derbasî Rojava kirim. Wê demê wesayiteke min ya Cîp hebû, min yekem car bi wê wesayitê heval derbas kirin. Sala 85’an min êdî malbat û jiyana xwe ya şexsî danî aliyekî û li ser sînoran min dest bi kuryetiyê kir.

 

‘Ji ber me kom şevê derbas dikir me nedikarî wêne bigrin’

Min destpêkê tenê 4-5 kes derbas dikirin. Wêneyên koma destpêkê ku min derbas kir li gel min nîne. Wê demê hêj kameraya min nebû û yan jî ji ber ku me kom bi şevê derbas dikir me nedikarî wêne bigirin. Lê piştre ku min komên 100-200 kesî derbas kirin, wê demê kameraya min hebû û min wêneyê hemiyan dikişand. Ew kameraya ku min pê wêneyên hevalan kişandiye hêj li gel min e, bîranîna şehîdan e.”


 ‘Di wan rêyan de mirin li pêşiya me hebû’

Ebû Ehmed li ser xeterên vî karî jî dibêje: “Di wan rêyan de hertim mirin li pêşiya me hebû, gelek caran kesên min derbas dikirin hinek ji wan di ava mezin de dixeniqîn. Wê demê tiştên wek telefon û bêtêlê nebûn, dema min komek derbas dikir, ez li ser sînor bi seatan yan bi rojan dimam heta komek din ji min re dihat û min derbas dikir. Hinek kes di bin navê ku bira yan xizmê min e, wisa me derbas dikirin.”


‘Serma û berf bû wê dema min çû hunermend Serhed li ser sînor anî’

Di nava komên Ebû Ehmed derbas kirî de hunermend Şehîd Serhed jî hebûye ku gelek wêne jî li gel kişandine. Wêneyên ku yekem car ajansa me belav dike, Ebû Ehmed bi salan li gel xwe paraytiye. Ebû Ehmed der barê Hunermend Serhed de wiha dibêje: “Heval Serhed wê demê hat gel Serok. Serma û berf bû, ez çûme ser sînor min ew anî. Hêzên Sûriyê yên li ser sînor li pêşiya me derketin û wê demê em girtin. Em berdan lê ew girtin û 6 mehan li vir ma di zindanê de. Piştî hat berdan dîsa xwest vegere çiya, beriya biçe me ev wêne girtin."


GELAWÊJ EWRÎN / ROJNEWS / DÊRIK