Xezîneya mirov li ber çavê wî ye lê nabîne, lewra, mîna ku dewlemendî, bextewerî û tiştên din ên pêwîst tim li dûr in, difikire. Menzîlên dirêj, hedefên mezin/demdirêj û lêgerîna li dûr a dibe sedem ku bedewiyên li dora xwe nebîne. Lê xezîneya mirov, dewlemendî û bextewerî di nava wî de ye, yan jî li kêleka wî ye. Ji pêşhukmî, ferzkirinên sîstem û derdorê dema mirov xwe rizgar bike, yekser wê bibîne ku tişta lê digere, gelekî nêzîk e.
Li ser vê mijarê, du çîrokên nêzî hev hene. Yek di Mesnewiya Mewlana de ye, ya din jî romana “Sîmyager” a Paulo Coelho ye. Çîroka Mewlana bi xewna mirovekî li Bexdayê, ya Coelho bi xewna şivanê ji Endulus a Spanyayê dest pê dike. Lê peyama wan, felsefeya wan û mebesta wan yek e. Mirovek, xewnekê dibîne û tê digihîje ku xezîneya wî li Misrê li cem Pîramîtan veşartî ye. Li ser vê yekê dide ser reyeke tije zehmetî û xeter. Piştî macerayên mezin, tê digihîje ku xezîneya wî li warê wî ye, di bin cihê lê xewn dîtiye.
Di van berheman de peyama girîng a tê dayin ev e: Xezîneye herî mezin car caran di nava we de ye, car caran li kêleka we ye.
Rêwîtî, lêgerîn û hewldana xwegihandina xezîneyê ya li cihê dûr jî ne pûç e bêgûman. Mîna şivanê Endulisî yê ji Misrê heta bi ber Pîramîtan rêwîteyeke biêş derbas dike, dibêje, “rêwîtî rêbazeke fêrbûnê ye, tişta divê em bizanin, fêrî me dike.” Ev jî peyamê dide yan şîretê dike ji bo çûyina li pey xewnên xwe, gihiştina daxwazî û xeyalên xwe divê kes xwedî îrade û biryar be.
Ji çîroka jor a min qala wê kir mebesta min ew e ku ez li gorî hêza xwe rêbaza xwegihandina xezîneya me ya herî mezin, nîşanî ciwanê Kurd, mirovê Kurd bidim. Heger hûn ji min bipirsin, xezîneya me Kurdan a herî mezin çi ye, ez ê yekser bibêjim ziman û çanda Kurdî ye. Xezîneyeke mîna zeryayê, fireh, kûr û bêbinî ye. Tevî êriş, dagirkerî, mêtingerî û polîtîkayên asîmilasyonê yên çar dewletan jî hîna mîna Kurd mayina me li ser lingan, ji ber xwedîbûna me ji vê çanda qedîm e. Lê belê mixabin em ne di cudahiya vê yekê de ne. Mîna şivanê Endulisî her yek ji me li ser xezîneyekê razaye, lê em xewna xezîneyên li cihên dûr dibînin.
Her mirovê temen mezin ê li dora me, her serpêhatiya bapîr, dapîr, ap, xal, met û mirovên li dora me rêbazeke xwe gihandina vê xezîneyê ye. Bi taybetî mirovên jiyana gundewarî ya Kurdistanê dîtî, tev di mijara kilam, stran, çîrok, çîrvanok, biwêj, heyranok, mamik, metelok, helbet, zêmar, pêkenok, bizelêv û her cureyê gotinê yê parçeyek ji edebiyata Kurdî ye, mîna pisporekî xwedî hêz û kapasîte ne. Newa yan strana şivanekî ya li çiyê li ber pêz dinihurînê ji destpêka dîroka Kurd tê. Pêkenokek, yan di nava axaftinê de biwêjekê bi kar tînin di asta bûyina mijara lêkolîn û tezên akademîk de girîng, xwedî wate û xwedî naverok in.
Çanda postmodern û kapîtalîst a mirovan hemûyan dişibîne hev, xusutiyet, xweserî û rengê wan ji holê radike, mîna hemû çandan çanda me jî tehdît dike. Bi taybetî nifşê beriya me yên nûnertiya çanda kurdewar-gundewar dikin ji bo mayindekirina vê çandê, derxistina ser rûyê erdê û gelemperîkirina bedewî-xezîneya çanda Kurdî derfetên girîng in; dibe ku derfeta dawî bin jî.
Her ciwan, mirov di vê serdema ‘mobîl’ de xwedî telefonên ‘smart’ e û kapasîteya wan 32, 64, 128 û heta bi 256 Gigabyte e, û her yek mahane rêjeyeke mezin a înternetê li wan bar dike. Bêgûman di her warî de mirov divê ji nîmetê serdemê sûdê wergire. Ji sporê heta bi evîndariyê, ji têkiliyên malbatî heta bi yê hevaltiyê, ji şopandina modeyê heta bi rêzefilman, mirov bi rêya van amûran dişopîne û bila bişopînin jî.
Lê belê telefonên smart ên her yek ji wan bi teknolojiya xwe mîna studyoyeke qeyda deng û dîmen e, ji bo berhevkirin, parastin û belavkirina çanda Kurdî, stran û wêjeya Kurdî jî bi kar bînin. Her gotineke mirovên navsere yên li dora we mîna zêrekî di xezîneya me ya mezin de ye. Her stran, her biwêj, her metelok û zêmar mîna elmas, zumrut û yaqûtan e. Ji sohbetên civatan bigirin heta bi israra ji bo vegotina van tiştan her kes, bi taybetî ciwanên Kurd divê rola lêkolînvanekî bigire ser xwe. Her xwendekarê Kurd dema betlaneyan û di serdanên xwe de, divê mîna arşîvvanekî tevbigere. Piştî demekê wê bibîne ka xezîneya ji peyv, newa, klam û gotinên Kurdî hatiye berhev kirin, xwedî nirxekî çawa ye. Her mirovê me yê temen mezin, bapîr, dapîr nûnerê çanda kurdewar a hezarê salan e. Stran, helbest û gotinên bi nirx ên wêjeya Kurdî mîna şêwazekî xweîfadekirina di jiyanê de di kesayeta wan de rûniştiye. Tenê heger em karibin şimaya di guhên xwe de, perdeya li ber çavê xwe rakin, emê bibînin ka xezîneya li kêleka me çendî mezin e û çendî bi nirx e…