HESNA MUHEMED / JINNEWS / ŞEHBA

Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Efrînê, pêşangeha wênexêzkirinê ya bi navê “Kêliyên Berxwedanê” li Navenda Çand û huner a Navçeya Fafîn a Şehbayê li dar xist.

Pêşangeha Xwendekarên Efrînê bi navê “Kêliyên Berxwedanê” ya wênexêzkirinê li navenda Çand û Huner a Navçeya Fafîn a Şehbayê ji aliyê Tevgera Xwendekarên Demokratîk ve hat lidarxistin. Endamên sazî û Meclîsên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwendekarên Efrînê beşdarî pêşangehê bûn. Pêşengeh bi wêneyên xwendekaran xêz kiriye hat xemilandin.

Pêşangehê bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê li ser navê xwendekarên Efrînê, Evrîn Hesen axivî. Evrînê pêşangeh diyarî Abdullah Ocalan û hemû pakrewanên azadiyê kir û li hemû xwendekar pîroz kirin. Xwendekarên beşdar, dibêjin, “Bi rêya xêzkirina wêneyan em hest û êşa jinan derdixînin holê, em ê bi wêneyên xwe rêya rizgarkirina Efrînê xêz bikin.”

 

Bi wêneyan îfadekirina êşê

Berdevka xwendekarên Efrînê, Sema Osman li ser pêşangehê dibêje, “Ji bo xwendekar hestên xwe bi rêya xêzkirina wêneyan parve bikin, ev pêşangeh hat lidarxistin. Bi pirranî wêne li ser êş û berxwedana jinê ne. Ev pêşangeh wê du rojan dewam bike. Qederê 500 wêneyî li pêşangehê hene.”

Sîlda Cefer jî dibêje, “Bi rêya xêzkirina wêneyan em hestên xwe tînin ziman. Xêzkirina wêneyan tê wateya çêkirina huner û îfadekirina hestên xwe, her xwendekarek jî hestên wan yên cuda bi rêya wêneyan derketine holê. Em dikarin bi wêneyên xwe rêya rizgarkirina Efrînê xêz bikin.”