Doh û îro du nûçeyên ji Kurdistanê, nimûne ne ji bo zilma li miletê Kurd dibe. Dewleta Tirk doh cenazeyê gerîlayê şehîdbûyî yê HPG’ê Egîd Îpek di kutiyekê de bi postê ji dayika wî re şand. Dewleta Îranê jî girtiyekî Kurd di vê krîza koronayê de bi dar ve kir. Ev ne xirabî ye; ev xirabiya mutleq e, ku ji berê mirovan ne weke sifetê mirovan lê sifetê tarîtiyê, wê rewşa bi temamî ji qenciyê şûştî bi kar anîne, ji vê û wê de xirabî jî nîne.

Doh dewleta Tirk cenazeyê gerîlayê HPG’ê Agît Îpek ê di şer de li Dersimê 23’yê Gulana 2017’ab şehîd bûbû, bi postê ji malbata wî ya li Amedê re şand. Ev xirabiya hanê jî Serdozgeriya Komarê a dewleta Tirk a dagirker kir. Dewletê pêşî 3 salan cenaze tevî hemû hewldanan neda malbatê û piştre jî xirabiyeke welê bi dawika şehîdî kir ku neyê bîra ti necisî jî: Cenaze di qutiyekê de ji Dêrsimê şandin ji malabata li Baxlera Amadê re. Malbatê cenazeyê kurê xwe yê şehîd bire gundê wî yê ser bi navenda Mêrdînê ê bi navê Tîzyanê, û doh li wê derê spart axê. Xirabiya dewleta Tirk a dagirker bi dawî nedibû; ketin û derketina gund hat qedexekirin û destûr nedan ji gund kesek jî beşdarî merasîma cenaze bibe. Dewleta ku weke pakêt cenaze da dest dayika şehîdî Halîse Îpek, destûr neda ku Halîse Îpek di merasîmê de hazir be.
Mistefa Selîmî hat bidarvekirin
Îro nûçeya bi darvekirina girtiyê Kurd Mistefa Selîmî ji Rojhilatê Kurdistanê hat. Selîmî tevî komekê 27 Adarê ji zindana Seqîzê reviyabû, piştî vê hêzên Başûrê Kurdistanê ew girtin û ber bi Rojhilatê Kurdistanê ve şandin. Li gorî çavkaniyeke taybet a Rojnewsê xwe gihandiyê, li Rojhilatê Kurdistanê li mala xwe lê girtî, li ser îxbara xwediyê malê, rejîma Îranê ya dagirker ew dîsa girtibû. Hat zanîn ku rejîma Îranê piştî vê Mistefa Selîmî bi dar ve kiriye. Li gorî tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê, Mistefa Selîmê îro danê sibê li zindana Seqîzê hatiye darvekirin. Selîmî girtiyekî siyasî yê Kurd bû û ji sala 2003’yan ve di zindanê de. Mirov dibîne ku di rewşen krîzê yên weke vê ya koronayê de dijmin û dagirkerên Kurdistanê tenê bi dijminatî û xirabiya mutleq miamele bi Kurd û Kurdistanê re dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN