Navenda perestgehê ya li Xirabreşkê xwedî dîrokeke bi hezaran salan e û ji ber vê kevneşopiya xwe dîroka mirovahiyê ji nûve da nivîsandin. Perestgeh di bin navê "Parastinê" de ji sala 2016'an û vir ve li xelkê hatiye girtin.
Perestgeha Xirabreşkê ya li Rihayê ye, dîroka wê heta 11 hezar 500 salan beriya Mîladê diçe, beriya bi 7 hezar salan, Stonehenge ya li Ingilistanê û beriya bi 7 hezar 500 salan jî pîramîtên Misrê hatine çêkirin û wekî cihê perestinê yên herî kevin ê cihanê tên dîtin. Ev herêma dîrokî ji sala 2016'an ve di bin navê înşaetê de li serdana xelkê girtiye û projeya wê bi ti awayî jî naqede.
Projeya naqede çi vedişêre
Vê projeyê di Nîsana 2016'an de dest pê kir û hatibû gotin ku ev xebat wê di navbera 13'ê Hezîranê û 31'ê Kanûna 2016'an de bi dawî bibe, lê hê jî bi dawî nebûye. Wezîrê Tûrîzm û Çandê yê dewleta Tirk, Nabî Avci di serdaneke xwe ya li Rihaye de diyar kiribû ku ji bo parastina berhemên dîrokî wê sîwanek bê avakirin, ev proje jî di navbera mehên Gulan û Hezîranê yên 2017'an de bi dawî bibe. Lê ev mohlet jî bihurî.
Piştî arkologê Elman û Serokê Kolana Arkeolojîk a Xirabreşkê, Klaus Schmidt mir, xebatên li Xirabreşkê ev 17 meh in rawestiya ne. Bi her halî li ser paşeroja bermahiyan û silametiya lêkolînan hem ji aliyê civakî ve û hem jî ji aliyê zanistî ve gelek fikar têne kirin û pirsa ev proje çi vediçêre, bi gelek kesan dide kirin.
Birêveberiya Xirabreşkê
Xirabreşk bi qasî 20 kîlometreyan li bakur rojhilatê Rihayê ye, li taxa Xirabreşkê li qada 300 metreyî fireh û 15 metreyan bilind, cih digire, sala 1995'an di serokatiya Muzeya Rihayê û Prof. Dr. Klaus Schmîdt de kolana arkeolojîk a li deverê dest pê kiribû. Sala 2007'an de Klaus Schmîdt bû serokê lêkolînê. Di nav vê demê de li Xirabreşkê 20 perestgehên din hatin derxistin, hê jî 6 parestgeh di bin axê de ne.
Sala 2010'an li herêma lêkolînê peykerekî 40 santîmî bilind, 25-30 kîloyî giran ê bi keviran hatiye çêkirin û li ser peykerê şeklên ajalan ku serê peyker serê mirovan bû hatibû dîtin, lê piştî du rojan peyker ji qadê hatibû dizîn.
Der barê xebatan de Serokê Lêkolîna Xirabreşkê, Ferhat Karagoz got, "Ev qadeke arkeolojîk e. Gotineke wekî dê di vê demê de biqede, şaş e. Ji ber ku di dema xebatê de tiştên nû tên dîtin. Ji bo zerarê nebînin, tevdîrên nû tên girtin. Dawiya dawî di vê qadê de bermahî hene. Ji ber wê diyarkirina mohletekê şaş e."
MA / RIHA