Piştî referandûmê û dagirkirina Kerkûkê ya ku diviya partiyên Başûrê Kurdistanê, xwe ji dewleta Tirk bikira, lê çawa ku ji helwêsta PDK´ê diyar e, weke ku tiştek neqewimîbe peywendiyên xwe bi Tirkiyeyê re dewam dikin; ev rewşek e ku mirov tê nagihîje. Dema ku em li van zêde bikin, rûxandin û hiweşandina bajarên Bakurê Kurdistanê û dagirkirina Efrînê jî bihesibînin, dijminatiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan êdî bi rengekî ku hew karibe bê veşartin, zelal bûye. Em van li aliyekî deynin, bila ev ne lê bin jî, dema ku em bibînin ku dibêjin Kerkûk, Kobanê, Efrîn ne bajarên Kurdan in, ev dever bajarên Tirkmen û Ereban in, Kurd paşê anîne van deveran, eşkere dijminatiya Kurdan piştrast dike. Ma li dijî vê zêhniyet û siyasetên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP´ê nediviya ku bibin xwedî helwêst? Li şûna ku li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP´ê bibin xwedî helwêst, radibin dibêjin, bila PKK ji filan deverê û ji bêvan deverê derkeve; ev ne awireke li mijarê ya Kurdî ye. Dema ku mirov bi gotinên li gorî dilê dewleta Tirk a ku li Rojhilata Navîn pêşengiya dijminatiya Kurdan dike, bipeyive, ev ne aqlê Kurd e, ne fikra Kurd e, ne jî zarê Kurd e. Helbet Kurd wê wan kesan ku bi vî rengî bipeyivin, bi şik û guman bibînin.
Tevahiya Kurdên welatparêz û demokrat, ketina nav erdên herêma Bradostê û êrişa li dijî Qendîlê weke herekateke eskerî ya dagirkirinê nirxand. Di serî de PDK, partiyên tên nasîn dengê xwe li vê dagirkeriyê nekirin, lê wezîrê parastinê yê dewleta Tirk got, nabe ku em ji cihê em ketinê derkevin û pê re armanca xwe ya dagirkirinê eşkere kir. Heta, bi awayekî eşkere hat gotin, baregehên îro li Başûrê Kurdistanê jî baregehên berfirehkirina dagirkeriyê ne. Di vê rewşê de, li şûna ku beramberî dagirkeriyê bibin xwedî helwêsteke zelal, di serî de PDK rêveberiya Başûrê Kurdistanê bê deng dimîne; ev yek bi serê xwe gelekî manedar e. Di raya giştî ya Kurd de şîrove tên kirin bi rengê, "wan destûr daye vê dagirkeriyê, ji ber wê yekê dengê xwe nakin." Ji ber ku destûr û desteka PDK´ê nebe, li meydaneke bi geliyên kûr, û çiyayên bilind mişt, ji rêya bejahî a ku bi fitlonek û zîvronek e, qederê 150 kîlometroyan dûr, zehmet e mirov herekateke dagirkeriyê bide destpêkirin.
Kurd li kû derê li ber bidestanîna destketiyan bin, yan jî li kû hin çeper bi dest xistibin, dewleta Tirk êrişî wir dike. Helwêsta wê ya zelal a di dema dagirkerina Kerkûkê de delîla vê yekê ye. Gotina wê ya, ez ne êrîşî Kurdan lê PKK´ê dikim, bi temamî demagojî ye. Îro roj, PKK di nava Kurdan de xurt e, ji ber ku PKK li dijî dewleta Tirk têdikoşe, wê dike hedef. Heger di nava Kurdan de ne PKK, lê hêzeke din xurt bûya, ew ê hedef bihata nîşandan. Di vê negihiştin, ehmeqî ye. Împaratoriya Osmaniyan di temamê dîroka xwe de, li dijî eşîrên xurt, eşîrên nexurt bi kar anîn û eşîra xurt lawaz kiriye. Paşê jî bi heman rêbazê berê xwe dabû eşîrên din ên xurtbûyî. Ev siyaset li dijî Kurdan bûye siyaseta hêzên dijminê Kurdan, û hîna jî siyaseta wan e.
Li Rojhilata Navîn Şerê Cihanê yê Sêyemîn dewam dike. Lewma dema ev şer bi dawî bû, hevsengiyên nû wê bên rûnandin. Ev jî herî zêde Kurdan û Tirkiyeya ku li ser parçeyê mezin ê Kurdistanê, ango Bakurê Kurdistanê hukm dike, elaqedar dike. Lewma, Kurd dixwazin di dawiya vî şerî de bibin xwedî statuyeke bi hêztir, Tirkiye jî ji bo ku Kurd li ti deverê nebin xwedî statuyekê, êriş dike her devera Kurd lê ne. Kurd bi giştî, çi qasî xurt bin, ew ê bibin xwedî statuyeke bi avantaj a di wê astê de bi avantaj. Wê tenê li gorî rewşa yek parçeyî, statuyeke siyasî neyê bi destxistin. Heger li parçeyên din rewşa Kurdan xurt be, ev rewş wê tesîreke erênî li hemû parçeyên Kurdistanê bike. Nexasim jî asta têkoşîna parçeyê herî mezin ê Kurdistanê, ango Bakurê Kurdistanê asta têkoşînê gelekî girîng e. Jixwe, ji ber vê yekê dewleta Tirk têkoşîna azadiyê ya Bakurê Kurdistanê kiriye hedefa êrişan a esasî. Ji ber, ya ku parçeyên din wêrek dike û wan dike hêz PKK û têkoşîna azadiyê ye ku ew jê re pêşengiyê dike.
Ev yek eşkere ye; Tirkiyeyê heger rêveberiya Başûrê Kurdistanê nas kiriye, ya ku ev bi ser xistî, têkoşîna azadiyê ye ku PKK pêşengiya wê dike. Yan na, van wê bi hinceta, weke Efrînê evê jî gelekî bibin mînak, êrişî Başûr jî bikira. Lê belê ji ber ku halê hazir ji bo wê tehlûkeya herî mezin PKK ye, dixwaze PDK û Başûrê Kurdistanê li dijî PKK´ê bi kar bîne. Qebûlkirina dewleta Tirk a fermî a Başûrê Kurdistanê, bi hevdîtina 5´ê Çiriya Paşîn a 2007´an a di navbera Bush û Erdogan de çêbû. Ji ber ku di vê hevdîtinê de Bush PKK weke dijminê hevpar ragihandibû, û desteka bi Amûrên Hewayî ya bê Mirov (Dron) dabû Tirkiyeyê. Parlamena Başûrê Kurdistanê ya ku sala 1992´yan ji ber ku PDK û YNK´ê 2´yê Çiriya Pêşîn a heman salê bi hev re êrişî PKK´ê kir, ji aliyê dewleta Tirk ve, bi bê dengî hat qebûlkirin. Ji wan rojan heta bi van rojan, dewleta Tirk di serî de PDK, hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li dijî PKK´ê bi kar tîne.
Heger îro PDK û Başûrê Kurdistanê bûne xwedî hin derfet, ev bi xêra PKK´ê ye û bi saya serê têkoşîna azadiyê ya ew pêşengiyê jê re dike. Dema ku ev têkoşîna azadiyê qels bibe, ya ku zerar vê yekê herî zêde lê bike wê bibe Başûrê Kurdistanê. Lewma jî, hevparbûna êrişên tesfiyekirinê yên li dijî PKK´ê yan jî çavên xwe li wan miç kirin, wê bibe, xirakirina axura xwe bi xwe.
Di vê Şerê Cihanê yê Sêyemîn de ku li rojhilata Navîn dewam dike, girîng e ku Kurd li hemû parçeyan bibin hêz. Ev yek wê bibe misogeriya jiyana azad û demokratîk a li hemû parçeyan. Heger Kurd di vî şerî de li hemû parçeyan hevgirtî nebin hêz, wê nikaribin destketiyên li ti parçeyî biparêzin. Ji ber vê yekê, divê li ber siyaseta dewleta Tirk rabin a ku dibêje, "li kû derê destketiyeke Kurdan hebe, ez ê êrişê bibim ser wir." Heger mirov wisa zen dike ku dikare tenê li parçeyekî dikare destketiyan bîne, hingê mirov xwe di şert û mercên Şerê Cihanê yê Sêyemîn de dixapîne. ji ber ku dewleta Tirk vê rastiyê dibîne, ji bo pêşiyê li wê yekê bigire ku Kurd li hemû parçeyan bibin hêzeke hevgirtî, êriş dike. Di vê siyasetê negihiştin, ji bo Kurdan xwekuştin e. Dema bi vî awayî em li meseleyê binihêrin, bêdengiya rêveberiya Başûrê Kurdistanê beramberî dagirkeriyê, xwekuştin e, întîhar e.