CAFER CAFO / XANDÎ ELO / ANHA / ŞEHBA

Dêra Raî Salih, careke din xwe li kantona Şehbayê bi rêxistin kir û malbatên xiristiyan ên ku neçar mane ji kantona Efrînê derkevin, komî ser hev kirin.

Dêra Raî Salih di Nîsana 2011`an de li bajarê Efrînê wek navendeke ji bo 300 malbatên xiristiyan ên li Efrînê hate vekirin.

Li gorî pergala dêrê, malbatên xiristiyan hefteyê 3 rojan dihatin dêrê. Di roja yekşemê de waneyên girêdayî Îsa pêxember û Pirtûka Pîroz (Încîl) dibirin. Rojên în û sêşeman jî ayînên xwe yên olî pêk dianîn.

Li Şehbayê, dêrê di Nîsana 2018`an de careke din xwe bi rêxistin kir û malbatên xiristiyan ku li Şehbayê mane, komî ser hev kirin. Dêr heman pergala ku li Efrînê dimeşand, niha li Şehbayê jî dimeşîne, waneyên girêdayî pêxember Îsa, Pirtûka Pîroz û olê dide û ayînên olî dike.