Dewleta Tirk, ji sala 1983’yan û vir ve li Başûrê Kurdistanê operasyonên ‘li derveyî sînor’ pêk tîne. Dewleta Tirk ku qîma wê bi van operasyonên li dijî PKK’ê nîne, di heman demê de bi rêya kampên îstîxbarat û leşkerî yên bi desteka PDK’ê ava kirine hewl dide li vê parçeya Kurdistanê jî serdest be.

Dewleta Tirk, piştî operasyona ‘li derveyî sînor’ a sala 1991’ê ya li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, kampên îstîxbaratê yên li xeta Hewlêr-Duhok-Zaxoyê veguherandin baregehên leşkerî û bi hezaran leşker û maşînên leşkerî lê bi cih kirin.


Kampên Tirk ên li herêmê

Dewleta Tirk, li Duhok-Zaxo ku weke herêma Behdînanê tê binavkirin û PDK lê serdest e û li xeta Hewlêrê, kampên îstîxbaratê ava kirin. Di sala 1997’an de piştî operasyona ‘li derveyî sînor’ a bi navê ‘Balyoz’ ev navendên îstîxbaratê veguherandin kampên leşkerî.

Di rewşa heyî de li Bamernê, Şeladizê, Batufa, Kanimasi, Kiribî, Sinekê, Sirî, Kubkê, Kumri, Koxê Spî, Serê Zêr, Geliyê Zaxo û Amediyê baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê, li  Hewlêr, Duhok, Zaxo û Amediyê jî şaxên Rêxistina Îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) hene.

Piştî sala 2014’an li Başîka, Soran û Kalaçolanê kamp hatin avakirin. Baregeha berê ya li herêma Harîr a nêzî Hewlêrê jî weke kampekê tê bikaranîn. Li herêma Zûmarê, ji bo perwerdekirina hin koman kampek hate jî hatiye avakirin.


Karê îstîxbaratê û têsîra MÎT a Tirkan

Yek ji karên ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê giraniyê dide ser, karê îstîxbaratê ye. Tê zanîn ku MÎT û îstîxbarata PDK’ê Parastin bi hev re tevdigerin.

Hin saziyên medyayê yên PDK’ê ku dewleta Tirk ji bo avakirinê ‘destek û ked daye’, di operasyonên afirandina atmosfera xapandinê de tên bikaranîn. Her wiha dîsa tê zanîn ku di nava van dezgehên çapemeniyê de kesên ku yekser ji MÎT’ê re dixebitin hene.

Navendên îstîxbaratê yên dewleta Tirk bi giranî li bajarên Hewlêr, Duhok û Zaxoyê ne, ku PDk li van deran serdest e. Lê dewleta Tirk li herêma YNK’ê jî tevdigere. Di bin navê ‘şîrketên taybet’ de li Silêmanî, Helebce, Germiyanê hin sazî ava kirine.

Li herêmên weke Kerkûkê, ku Tirkmen jî lê hene, Eniya Tirkmen a Iraqê ya ji aliyê MÎT’ê ve hatiye birêxistinkirin û serkêşê wê Erşad Salihî, partî û kesayetên mîna wî tên bikaranîn.

Çekeke din a dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê jî, fîrmayên Tirk in, ku di serî de di sektora înşaetê de zêdeyî 1.350 fîrmayên Tirk li Başûrê Kurdistanê dixebitin. Eşkere ye ku hin ji van fîrmayan paravan in û yekser ji MÎT’ê re dixebitin.

Rewşa stratejîk a kampan

Kampên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, ji deriyê sînor ê Xabûrê dest pê dikin û li ser sînor heta herêma Soran dewam dikin. Ji bo ku herêmên Xinêrê, Xakurkê û Kelaşînê bike hedef, kampa Sidêka heye. Her wiha li Diyana, Çoman û derdora wê jî hêzên xwe yên leşkerî hene. Bi rêya vê hêzê hewl dide zextê li Qendîlê bike. Li herêma Raperîn a li başûrê Qendîlê, ku di kontrola YNK’ê de ye, li Ranya Sengeser û Qeladizê, piştî ku leşkerên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê(DYA)kîs xistin serê leşkerên Tirk, li vê herêmê endamên îstîxbaratê û leşkerên Tirk neman.

Armancên kampan

Ji deriyê sînorê ê Xabûrê ber bi rojhilat ve li Batûfa, Barmernê, Amediyê, Dêralûk û Şeladizê kampên Tirkan hene. Em bala xwe bidin ser detayên wan;

* Armanca kampên li Batûfa Barmernê û Amediyê, hem kontrolkirina herêmên Heftanîn û Metîna yên li bakur, hem jî bikaranîna wan di êrîşeke gengaz de ye. Bi kampa sînor a Kanîmasî ya li pêşberî Bamernê re tê xwestin ku zext li herêma Heftanînê were kirin.

* Bi rêya kampên li Amediyê, Dêrelûk û Şeladizê re dixwazin herêmên Zap û Zagrosê kontrol bikin.

* Bi kampa Dêralûkê re hewl tê dayin têkiliya navbera Zap û Garê were birîn.

* Li ser sînorê Metîna; qereolên Deştan, Karataş, Tepê Sor, Mehmetcîk Tepesî, Kanîmasî û 3 girên bi vê ve girêdayî, Aşûtê, Zavite, Koprullu, Serbesta, Aroşe û Elemine hene.

* Li ser sînorê Zapê, navenda leşkerî ya sînor a 49. Alaya Çelê, Girê, Şikêr, Sîvrîtepe, Serê Sêvê, tabûra topan a Êrîşê, qereqolên Bilican, Xantepe, Ertûş û girên Kale, Koordîne, Elîşêr hene.

* Ji Dêralûkê ber bi başûrrojhilatê Başûrê Kurdistasnê ve li herêmên Barzan, Mêrgesor û Soranê kamp hene.

* Ji herêma Soranê ber bi bakur ve, di ser Deşta Hêlê mirov digihêjin Sidekayê. Di armanca kampên li vê herêmê de Xinêrê, Xakurkê û Kelaşîn hene. Xeta Xinêrê, Xakurkê û Kelaşînê xeta sînorê fermî yê Tirkiye, Îran û Iraqê ye.

* Li herêmên Sengeser, Ranya û Qeladizê jî armanca bingehîn, Qendîl e.

*Li herêma Cîlo ya li bakurê herêmên Xinêrê û Xakurkê, qereqolên Oremar û Şitazinê; li sînorê Avaşînê qereqolên Bêsosin, Herkî, Girê Nereze, Bezele û Barokê; li Xakurkê jî qereqol û baregehên Xapiskê, Harûna û girê Konserve hene.


Fiyaskoyên li derveyî sînor

Dewleta Tirk ji sala 1983’an û vir ve li dijî PKK’ê operasyonên ‘li derveyî sînor’ pêk anîn. Li hemûyan jî navên ‘mezin’ hate kirin û ti ji wan bi ser neketin. Em bînin bîra xwe:

* Dewleta Tirk, operasyona xwe ya destpêkê ya ‘li derveyî sînor’, di sala 1983’an de piştî ‘Peyamana Hevkarî û Ewlekariya Sînor’ a navbera Kenan Evren û Bexdayê de hate îmzekirin, kir. Operasyonê di 25’ê Gulanê de dest pê kir û 7 hezar leşker tevlî bûn.

* Piştî ku PKK’ê li Bakurê Kurdistanê dest bi çalakiyên xwe yên çekdarî kir, di Cotmeha 1984’an de operasyona duyemîn hate kirin û li bin ket.

* Operasyona sêyemîn di 12’ê Tebaxa 1986’an de hat kirin û tevî PKK’ê kampên PDK’ê jî bûn hedef. Sivîl jî di nav de gelek pêşmerge şehîd bûn.

* Operasyona ‘derveyî sînor’ a sala 1991’ê bi navê ‘Supurge’ hate kirin û aqûbeta wê jî mîna yên beriya xwe bû.

* Di Cotmeha heman salê de bi piştgiriya PDK û YNK’ê du operasyonên din hatin kirin. Piştî van operasyonan delweta Tirk li Başûrê Kurdistanê kampên îstîxbaratê ava kirin.

* Piştî ku artêşa Tirk derbên giran ji gerîla xwar, Serokkomarê Tirk ê wê demê Tûrgût Ozal mesaj ji Ocalan re şand û jê xwest, ‘asta şer kêm bike’. Di heman demê de artêşa Tirk hesabên cuda dikirin. Di Gulana 1992’an de bi navê ‘Sizma’ operasyoneke din hate kirin. Ev operasyona ku ceribandina 8. bû, di 6’ê Gulanê de dest pê kir û bê necam ma.

* Artêşa Tirk di 12’ê Cotmeha 1992’an de bi 15 hezar leşkeran, ji bejahî ve bi tank, top, obusan û ji hewayê jî bi helîkopter û balafirên şer dest bi operasyoneke nû kir. Lê tenê 20 rojan karîbû li hember gerîla bisekine.

* Du operasyonên din hatin kirin, ku aqûbeta wan ne cuda bû; 10’ê Hezîrana 1993 û 28’ê Çileya 1994.

* Artêşa Tirk di 6’ê sibata 1994’an de heremên Mezrê û Kariyêderî kirin hedef û têk çû.

* Di Nîsana 1994’an de li heman herêmê operasyon kir û aqûbeta xwe bû mîna ya beriya xwe.

* Artêşa Tirk, piştî Tevgera Dagirkirina Qibrisê, ‘operasyona herî mezin a li derveyî sînor’ bi navê ‘Çelîk’ di 20’ê Adara 1995’an de kir. Bi fermandariya 13 generalan 35 hezar leşker tevlî operasyonê bûn û di hedefa xwe de Heftanîn hebû. Vê operasyona ku PDK’ê piştgiriya wê dikir, 45 rojan dewam kir.

3 Piştî salekê du carên din êrîş kir. Hedefa operasyona 6’ê Adarê Sineht, Heftanîn û Kelareş bûn. Di vê operasyona bi navê ‘Atmaca Tokat’ de hedef sivîl bûn. Heman salê di meha Kanûnê de artêşa Tirk bi desteka PDK’ê li Başûrê Kurdistanê ji nû ve derket operasyonê.

* Artêşa Tirk bi salan re hejmara xwe ya leşkeran û teknîkê zêde kir. Navê ‘Balyozê’ li operasyona destpêkê ya sala 1997’an hate kirin. Ev operasyona ku di 14’ê Gulana 1997’an de dest pê kir bi 50 hezar leşkerî hate meşandin. Piştî ku du helîkopterên artêşa Tirk hatin xistin û fermandarên operasyonê hatin kuştin, operasyon qediya.

* Dewleta Tirk ku bi ‘Balyozê’ jî tiştek bi dest nexist, vê carê di meha Îlonê de bi 100 tank û 10 hezar leşkeran ji nû ve dest bi operasyona ‘derveyî sînor’ kir. Navê vê operasyona ku PDK’ê piştgiriya wê dikir ‘Çekîç’ bû û mîna ‘Balyozê’ têk çû.

* Di bihara 1998’an de vê carê bi 40 hezar leşkerî, bi navê ‘Mûrat’ operasyonek pêk anî, kete nava Başûrê Kurdistanê, lê ya dixwest bi dest nexist.

* Di sala 1999’an de artêşa Tirk ji bo cara 24. derket operasyona ‘derveyî sînor’. Aqûbeta vê operasyona bi navê ‘Sandvîç’ jî mîna yên beriya xwe bû.

* Artêşa Tirk tevî PDK’ê di 4’ê Gulana 2000’î de êrîşî Heftanînê kir û neçar ma piştî 4 rojan xwe vekişîne.

* Operasyona ‘derveyî sînor’ a 25. a artêşa Tirk, hewl hat dayin di Kanûna 2007’an de bi desteka hewayî bê kirin. Ev operasyon bi giranî bi êrîşên hewayî hate kirin û ti encam bi dest nexistin.

* Yaşar Buyukanit bi xwepêşandaneke mezin, di 21’ê Sibata 2008’an de bi navê ‘Guneş Harekati’ li herêma Zapê operasyonek da destpêkirin. Li hemberî vê operasyonê berxwedaneke mezin hate nîşandan. Bi dehan leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin û helîkoptereke wan hate xistin. Artêş Tirk roja 29’ê Sibatê bi zorê ji herêmê filitî. 




Navê xiyanet û nokeriyê

PDK a Barzaniyan, ku ji bo berjewendiyên malbata xwe serî li her rê û rêbazê didin, li dijî rêxistinên din ên Kurdan bi dewletên Tirk, Îran û Iraqê re li hev dikin, xiyanetê dikin û ev yek di rûpelên şermê yên dîroka Kurdan de cih digirin. Bi nûkirina nokerî û xiyaneta xwe re hewl dide emrê xwe dirêj bike. Çend ji mînakên giran ên ku ji rûpelên dîrokê naçin:

* Derba herî mezin a ku Barzanî li Rojhilatê Kurdistanê xist ew bû ku di sala 1968’an de fermandarê pêşmergeyan ê PDK Îranê Suleyman Manûnî kuşt û cenazeyê wî radestî Îranê kir. Bavê Maûnî Wezîrê Karên Hundir ê Komara Mahabadê bû. Kurê wî Siyamend Maûnî niha Hevserokê PJAK’ê ye.

* Di sala 1960’î de Sekreterê PDK a Tirkiyeyê Faîk Bûcak, li ser armancên damezrandina partiyê nameyek şand ji PDK’ê re, lê balkêş e piştî vê nameyê ji aliyê dewleta Tirk ve hate kuştin. Piştî Bûcak, Serketerê PDK a Tirkiyeyê Saît Elçî jî di 31’ê Gulana 1971’ê de li Zaxoyê hate kuştin. Û berpirsyariya vê yekê xistin stûyê Dr. Şivan (Saît Kirmizitoprak) û hevalên wî, ku hewl didan li Bakurê Kurdistanê dest bi tevgera gerîla bikin. Dr. Şivan û hevalên wî Hasan Yikmiş û Hîkmet Bûlûttekîn ên ji aliyê PDK’ê ve dîl hatin girtin, roja 26’ê Mijdara 1971’ê ji aliyê MÎT’ê ve li Gîlala hatin kuştin.

* Piştî ku PDK’ê di sala 1975’an de li pêşberî rejîma Baasê Aşbetal (kişandina ala teslîmiyetê) îlan kir, partiyên weke Komala, Tevgera Sosyalîst a Kurdistanê û Hêlî Giştî bi pêşengiya Îbrahîm Ehmed, Celal Talabanî, Newşîrwan Mistefa û Elî Eskerî li hev civiyan û Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) ava kirin. Elî Eskerî ku hewl dida pêşmergeyên li Sûriyeyê di ser Bakurê Kurdistanê re derbasî Başûrê Kurdistanê bike, li navçey Elkê, ji aliyê PDK’ê ve dor lê hate girtin. PDK û MÎT’ê li vê derê bi qasî 700 pêşmergeyên YNK’ê kuştin. Piştî ku Elî Eskerî hate girtin, tê gotin ku Barzanî gotiye ‘Divê fermandarên mezin bi çekên mezin bên kuştin’ û bi roketan ew kuştiye.

* PDK’ê, di sala 1992’an de dema li Başûrê Kurdistanê li dijî rejîma Saddam Raperînê dest pê kir, çawa ku di dema berxwedana xwerêveberiyê de PKK sûcdar kir, wê çaxê jî YNK sûcdar kir. PDK ku heta kêliya dawî tevlî raperînê nebû, piştî ku ‘Hêza Çakûç’ qada hewayî li balafirên Saddam girt, xwe livand. Yên ku ewilî ketin nava Hewlêrê ku îro weke keleha PDK’ê tê dîtin û ev der rizgar kir, pêşmergeyên YNK’ê yên bi fermandariya Kosret Resûl bûn. Çawa ku PDK niha zextê li PKK’ê dike ku ji Şengala terikandibû, derkeve, di wê demê de jî zext li YNK’ê kir ku Hewlêrê biterikîne. Piştî ku dît ev daxwaz nayê qebûlkirin, PDK’ê di sala 1996’an de tankên Saddam vexwendin Hewlêrê.


Erîşên li dij PKK’ê

PDK a ku xwedî karakterekî bi vî rengî yê xiyanet û nokeriyê ye, piştî ku PKK derket holê, bû dijminê sereke yê PKK’ê. Di sala 1983’an de li Şamê bi PKK’ê re peymanek bi navê ‘Pîvanên Piştgiriya PKK û PDK’ê îmze kir. Lê piştî demeke kin nîşan da ku wê ev yek ji bo zêdekirina bihayê xiyanetê kiriye. Çend mînakên vê jî ev in:

* Serokê Giştî yê PDK’ê, di sala 1985’an de bi Abdullah Ocalan re rûnişt û jê xwest dest ji pêngava 15’ê Tebaxê berde.

* PDK’ê ji eşîrên li Wan û Colemêrgê ên nêzî xwe xwest, li dijî PKK’ê bibin cerdevan. Di 17’ê Tebaxa 1985’an de yek ji fermandarên ARGK’ê Hamît Avci li gundê Edîbe yê Zagrosê kuşt. Cenazeyê wî radestî qereqola Tirkan kir.

* PDK’ê peymana berê bi PKK’ê re îmze kir, di Gulana 1987’an de bi rengekî yek alî betal kir. Barzanî daxuyaniyek da û got, “Ji niha û pê ve êdî ne pêkan e ku PKK li herêmên di kontrola me de ye, hebe.”

* Rayedarên PDK’ê, di 7’ê Tîrmeha 1991’ê de roja kuştina Serokê HEP’ê yê Amedê Veta Aydin, Waliyê Herêma Rewşa Awarte Hayrî Kozakçioglû ziyaret kir. Di heman demê de PDK’ê li Enqereyê buro vekir û dewleta Tirk pasaporta dîplomatîk da Mesûd Barzanî.

* Piştî salekê sûîqestan dest pê kir. Di 27’ê Hezîrana 1992’an de yek ji kesayetên navdar ên herêma Behdînanê Sadiq Omer û piştre jî ji pêşengên welatparêz ên Amediyê Alî Şaban û ji lîderên eşîra Sûrçî Huseyîn Axa Sûrçî ji aliyê PDK’ê ve hatin kuştin. Taybetmendiya hevpar van kesayetên hatin kuştin ew bû ku nêzî PKK’ê bûn û bi Abdullah Ocalan re rûniştibûn.

* Di 16’ê Gulana 1997’an de beriya destpêkirina operasyona ‘derveyî sînor’ a bi navê Balyoz’, PDK’ê li Hewlêrê avêt ser nexweşxane û saziyan û zêdeyî 80 gerîlayên birîndar qetil kirin.

Heman helwêst li dijî Rojavayê Kurdistanê

Beriya destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê, di hedefa PDK’ê de vê carê Kurdên li Rojava hebûn. Piştî destpêkirina şer, di 2’ê Çileya 2012’an de PDK’ê partiyên Kurd ên li Rojava vexwend, lê bang li PYD’ê nekir. Piştî ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi pêşengiya PYD’ê hate kirin, PDK’ê dest bi dorpêçiya fîzîkî û leşkerî kir. Em çend mînakên dema nêz bidin:

* Di nava komên artêşa azad ên ku êrîşa destpêkê li hemberî Rojava kirin, çeteyên Neviyên Selahaddîn Eyyûbî, Neviyên Mistefa Barzanî û Azadî yên ser bi partiyên PDK’ê ve yên li Sûriyeyê hebûn.

* Di 2’ê Çileya 2013’an de dema çeteyên ser bi El Qaîdeyê êrîşî Rojava kirin, PDK’ê deriyê sînor ê Sêmalka li Kurdên Rojava girt. Endamê Dîwana Serokatiyê ya PDK’ê Elî Ewnî roja 10’ê Tebaxa 2013’an daxuyaniyek da û got, ‘Bila PYD ji xwe re deriyekî din veke’.

* PDK’ê li gel Tirkiyeyê di heman demê de li ser sînorê Rojava xendek kolan. Wezîrê Karên Derve yê Tirk ê demê Ahmet Davûtoglû roja 12’ê Mijdara 2013’an got, “Xweserî ne tiştekî bi rengekî yek alî were îlankirin e”. Piştî du rojan lîderê PDK’ê Mesûd Barzanî jî got, “Ya ku li Rojava dibe şoreş nîne. PYD zilmê li gel dike. Li Rojava Esad bi xwe heye.”

*Piştre destûr ji Hevserokê PYD’ê Salih Muslim re nehat dayin ku di ser Hewlêrê re biçe Ewrûpayê. Bi gotineke quretî PDK’ê got, “Salih Muslim dikare di ser Şamê re biçe derveyî welêt.”

* PDK’ê di 11’ê Sibata 2014’an de li ser navê Rêeberiya Kurdistanê ya Federe daxuyaniyek da û ragihand ku ew Rêveberiya Xweser a li Rojava nas nakin.

*PDK niha jî bi destê ENKS’ê li Ewrûpa û deverên cuda yên cîhanê, çalakî û dîplomasiya li dijî Rojava bi rê ve dibe. 



 ANF/NAVENDA NÛÇEYAN