
´Berpirsê PDK şer nekir´
Seydo derbarê komkujiya Şengalê de jî wiha got: "Li aliyê Girizêr û Xirbatekavala, berpirsyarê PDK'ê yê Şengalê hat nava bexçeyên me. Me li wir pê re nîqaş kir. Ji bo rê û rêbazên parastina herêmê, me nêrînên xwe yên girîng anîn ziman. Me anîn ziman ku ji bo parastinê pêdivî bi çekên giran heye. Cihek hebû, deşt bû. Navê wir Beçxeyê Kelo bû. Cihekî herêma Girizêr lê dihat parastin bû. Dema DAIŞ'ê xwe nêzî wir kir, yanî rojek du roj beriya komkujiyê, pêşmerge reviyan. Dema min ev rewş dît min ji wî berpirsyarî re got, 'Alîkariya çek û pêşmergeyan bidin me, li wir çeperên parastinê çê bikin, em jî weke Êzidî emê li wir bi cih bibin û biparêzin.' Baweriya min hebû ku emê vê bikin. Dema me ev bikira, DAIŞ nikarîbû ji aliyê Girbduvan yanî ji aliyê Ereban ve bihata. Min li aliyê Ebu Xwema nihêrî, kîlometreyekê dûrî Girzerik bû, DAIŞ li wir bû."
´Çek nedan û parastin jî nekirin´
Şahidê komkujiyê Xidir Biro Seydo diyarkir ku Rojavayê Dîcle, Zumar, tevahiya Şengal, her cih di destê vî pêşmergeyî de bû. Seydo wiha pêde çû: "Dema min ev hemû berpirsyariyên wî anî bîra wî û jê re got ku divê em van cihan biparêzin, vî kesî ev bersiv da min: "Cihê tu dibêjî, pêşmergeyekî me jî nikare biçe." Dema min sedema wê pirsî ev bersiv da min: "Çongên pêşmergeyên min diricifin. Eger em ji wan re tiştekî bêjin, ewê berê tivinga xwe bidin me." Û wê demê hînê hovîtiya DAIŞ'ê ewçend nêzî herêmê nebûbû. Nûnerekî me yê Êzidî hebû, ew jî jê tirsiya, xwe jê vegirt û jê re got, "Em doçka û BKC deynin aliyê gund." Dixwestin tedbîrên parastinê bi tenê ev be. Ez li dijî vê derketim. 300 malbatên me hebûn hemû jî xizan û di bin gefê de bûn, kîlometreyek mabû. Wî berpirsyarê PDK'ê dîsa li ser vê yekê got, "Emê daxwazên we bi cîh neynin. Pêşmergeyekî me jî wê li vir şer neke." Min li ser vê yekê jê re got, "Berpirsyariya te û doçkaya te ji te re be" û min dawî li axaftinê anî. Gihaştim wê baweriyê ku wan êdî bi temamî dest ji me berdane. Min ji mezinên me yên Êzîdî re got, lê wan li axaftina min jî guhdarî nekirin, li ber çavan negirtin. Bi qasî berpirsyarê herêmê Şevket û berpirsyarê hêzên taybet ên herêma Kurdistanê, berpirsyariya hin mezinên me yên Êzîdiyan jî heye. Di encama xayîntiya wan de, em firotin DAIŞ'ê."
´Mala PKK ava be´
Seydo mal avahiya milîtanên PKK'ê yên piştî van bûyeran xwe gihandin herêmê kir û got: "Bila Xwedê, bila Tawizî Melek bi wan re be. Ez çavên wan maçî dikim. Gelê Kersê û Êzîdiyên li başûrê Şengalê gihandin hev. Yên dijminatiyê bi Serok Abdullah Ocalan û milîtanên PKK'ê re dikin, bila li ti alemê cihê wan tinebe. Hêviya me ya herî mezin ewe ku piştî van bûyeran li tevahiya Kurdistanê yekîtî pêk were. Bi tifaqê re ewlehiya hindikahiyên olî yên mîna me, ancax bi vî rengî pêk were. Hêviya me ji Xwedê ev e. Em gelekî xizan in û nifûsa me gelekî kêm e. Dor li me hatiye girtin. Dora me ji aliyê Erebên ku dijminatiya me dikin ve hatiye girtin. Eger YPG ji aliyê sînorê Rojava ve nehatibûya, rê venekiribûya emê Êzîdî ji tîna bimira. Hemû xewn, heyal û hêviyên me wê li geliyê Kersê bihata veşartin, gelî wê ji serî heta binî bi cesedên mirovan dagirtîbûya. Di serî de Serok Abdullah Ocalan ez spasiyên xwe pêşkêşî tevahiya PKK'ê dikim."
´Bila tifaqa Kurd çêbe´
Seydo wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Em spasiyên xwe pêşkêşî her çar parçeyên Kurdistanê dikin. Ji Rojhilatê Kurdistanê heta Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê gelê me alîkariyê dide me. Her wiha li kî derê Kurdek hebe, bi me re eleqedar e. Lê beriya her tiştî yê jiyana me rizgar kir, alîkarî da me YPG ye. Gelê me ji destê DAIŞ'ê rizgar kir. Em dxiwazin bi PKK'ê re bi hemû mirovên xwedî wicdan re li ser van bûyerên mezin tifaqa yekîtiyeke mezin a Kurdan ava bibe. Ancax bi vî rengî em dikarin xwe ji destê dijminên xwe rizgar bikin."
ŞENGAL