‘Xiyaneta Emerîkî’ xelat wergirt
“Xelatên The Peabody” 30 bernameyên serketî bi navkirin ku sala 2019’an herî baş serpêhatî gotine. Rêxistinê “FRONTLINE” û “The Simpsons” hêjayî Xelatên Sazûmaniyê dîtin. FRONTLINE rêzebelgefilmeke lêkolînê ye ku sala 1983’yan dest bi weşanê kir. Hilberînerê wê Dawid Fanning e. Wê rojnamevaniya lêpirsîner di televîzyonê de serketî kir û heta niha 20 caran hêjayî Xelatên The Peabody hat dîtin. Herçî filma kartûn The Simpsons e, Kanûna 1989’an de dest bi weşanê kir, qederê 700 rêzên wê yên tam hene û weke yek ji bernameyên global herî zêde hatî naskirin tê qebûlkirin.
Di nava 30 bernameyên li gorî saziyê di warê “tesîra diyarker li ser bernameçêkirina medyayê û hawîrdora çandî” serketî de, di kategoriya kêfanînê de rêzefilmên Çernobîl û Fleabag jî hene. Di beşa nûçeyan de nûçegihaniya Richard Engel ji Rojavayê Kurdistanê heye. Ev nûçeyên wî bi ser navê “American Betrayal (Xiyaneta Emerîkî)” NBC Newsê de hatibû weşandin. Wî xiyaneta Emerîkî bi wêne, hevpeyvînên bi şervanên Kurd, mamoste û xelkê mexdûr re û bi nihêrînên pisporan dabû. Weke sedema hêjayî xelatê dîtinê, hatiye gotin, “Bi destpêkeke dîrokî ya jihev xweşik hatiye derxistin, karê Engel bi qasî ku li siyasetê dipirse, ewqasî jî li berdêla insanî ya siyasetên bi lez jî dipirse. NEW YORK