Li miletekî bifikirin ku melayekî ku katib be, hinekî jî di nesrê de jêhatî be, karibe bi "xiyaneta xwe" wî miletî mehû bike. Di çêkirina gotarên neteweyî de mirov tê digihîje ku karakterên qehreman ên erênî û neerênî lazim in. Lê divê hevgirtineke vê meseleyê jî hebe. Em behsa meseleya Idrîsî Bedlîsî bikin.
Li Kurdistana ku Idrîsî Bedlîsî qaşo li ser navê wê peyman mohr kiriye, beriya ku Şah Îsmaîl Akkoyunluyan ji holê rake, tesîra mîr û mîrekên Kurdan hebû, ne ya mela û katiban. Ji ber ku di destpêka derketina Şah Îsmaîl ê Tirkmen de ji sofîtiyeke Kurdistanî (bavpîrên wî mirîdê şêxên Kurd in) û wêde nasnameyeke Şîî wê hîna xwe bidana der. Mîrên ku bi hevsengiyên bi Akkoyunluyan re, cih ji xwe re çêkirin jî ji xwe re ne dînê reaya xwe û ne jî dînê şah û padîşahên xwe kiribûn derd. Weke elimî, berê xwe didin cem Şah Îsmaîl ê ku jê hêvî dikin, emiran neşîne ser bajarên wan û bihêle ku ew bajarên xwe bi rê ve bibin.
Li aliyê din Osmanî hene ku zêde elaqe û bala wan li ser erdên bi pirranî Misilman û nisbî li gorî Balkanan xizan nebû. Yanî heta Yavuz Sultan Selîmê Osmaniyan nebû Padîşah li Stenbolê, bala împeretoriyê ne li ser Rojhilatê wê bû. Tevî ku wî dixwest rojhilat zexm bike û tehlûkeya ji Sefewiyên nû peydebûyî biparêze jî, di rastiyê de haya wî jê hebû ku bêyî alîkariya eskerî ya ji deverê, ew di sefereke ewqasî dirêj de di serdemeke krîzê ya împeretoriya xwe de bi ser nakeve.
Di vî halî de daxwaza "maqûl" a mîrekên Kurdan ji aliyê Şah Îsmaîl ve bihata qebûl kirin; muhtemel e ku Osmaniyan ti caran gava xwe neavêta Kurdistanê, heta rêya ber bi Misrê û Mexrebê ti carî li wan venebûya. Ha, gelo vê wê encameke nisbeten baş wê ji bo Kurd û Kurdistanê derxista holê; ew jî cihê minaqeşeyê ye. Lê wisa nebû, Şah Îsmaîl, çawa ku di Şerefnameyê de bi tefsîlat tê îfadekirin, van mîran diavêje zindanê. Mîrekên ku xwe bi bertîldayîna notirvanan rizgar dikin, li nav erdên xwe dest bi berxwedaneke li dijî emîrên Şah Îsmaîl ên li mîrektiyê xwe dikin, lê eşkere ye ku li dijî wî nikarin bi ser kevin, ji ber ku hêzeke wan a xurt û hevgirtî ya bi yek fermandariyê nebû. Di şêwra di nav xwe de bi şîreta Mîrên Rojkiyan, herî dawî biryarê li ser wê yekê didin ku bi rêya Idrîsê Bedlîsî têkiliyê bi Stenbolê re, yek ser bi Selîmê Yekem re deynin.
Li vir hêjayî bibîrxistinê ye ku Idrîsî Bedlîsî, katib û alimekî qesran bûye ji bavê xwe ve. Ew di destpêka salên 1500´î de li ser daxwaza bavê Selîm, li ser dîroka Osmaniyan pirtûkekê dinivîse. Ji ber ku qesrê qîmet bi vê pirtûkê neda, ew sala 1506´an ji qesrê xeyidî. Sala 1511´an çû cem Memlûkiyan, li Qahîreyê cih bû û ji wir jî çû Mekihê ji bo Hecê. Piştî mirina Beyazitê Duyem û destpêka siltaniya Selîmê Yekem, ji nû ve vedigere Stembolê. Ev katibê hanê, bi tenê di nivîsên xwe de îdîa dike ku bi dewreke mezin rabûye di siyaseta Yavuz de.
Ha, wan mîran ji aliyê xwe ve têkilî danî bi Qesrê re û ji ber ku Idrîs bi xwe Bedlîsî ye û mîrê Bedlîsê (muhtemelen Şeref Beg e) wî nas dike, ev yek di ser Idrîsê Bedlîsî re kir. Li vir em di navbera du çavkaniyan de divê yekê tercîh bikin; yek jê Idrîsî Bedlîsî bi xwe ye ku behsa meseleyê dike û dewra xwe derdixe pêş di "yekkirina mîrên Kurd" de û ya din jî Şerefname ye ku dibêje, mîrên Kurd pêşî li hev civiyane û şêwra xwe danîne.
Idrîsî Bedlîsî yê li Qesra Stenbolê, difikire neheqî lê hatiye kirin û qedrê wî nehatiye girtin, piştî vegera xwe muhtemel e ku dewra xwe ji ya heyî mezintir nîşan dabe. Ango înîsiyatîfên ne yê wî ne, kiribin ên xwe. Şerefname ya ku Mîrê Bedlîsê Şerefxan nivîsiye û behsa "bavkalên" xwe jî dike, muhtemel e ku dewra mîrê Bedlîsê mubalexe kiribe. Bi vî halê xwe maqûltir diyar e ku em qebûl bikin, mîrên Kurd pêşî bi hev şêwirîne û xwe avêtine Qesra Stenbolê. Gelekî muhtemel e ku bi heman daxwazên ku xwe pê avêtibûn Şah Îsmaîl xwe avêtibin Stenbolê: Mîrîtiya me qebûl bike, em tabiê te ne.
Li şûna encamê em dikarin bibêjin, heger wê gotareke xiyanetê were bipêşxistin, maqûltir û adiltir e ku ev di ser mîr û mîrekên Kurdistanê re bê kirin û ne di ser katibekî qesra Osmaniyan re. Ji ber ku katibek xayin be çi ye, ne xayin be çi ye, heger mîr û mîrekan ya xwe kiribe yek.
Mînak, heger nivîskarekî Kurd îro pesnê Enqerê û Tayyip bide û pê re jî di heman demê hevkariya nexasim PDK´ê bi Enqerê rewa bike, mirov li vir dikare li vî nivîskarî eşkere bike vî dewra wî. Lê mesele di rastiyê de dîsa hevkariya PDK´ê ya bi Enqereyê re ye û gelekî muhtemel e ku biryardarên vê stratejiyê bi "wî/wê nivîskarî/ê" daye/didin nivîsîn.
Meseleya şerê li dijî Şaj Îsmaîl, qirrkirina Qizilbaşan, li vir divê bi serê xwe û berfirehtir bên minaqeşekirin. Lewma qirrkirin, meseleyeke girantir e ku wê serdemê ne yekalî û pirralî meşiye.