Li bajarê Dallasê yê Texasê ji bo Rojava mezintirîn çalakiya Kurdan a vî bajarî hat lidarxistin. Ev ji bo Kurdên bajêr jî bû hêviyek ku dengê xwe bidin bihîstin.

Saman Gardy ji wan Kurdan e ku sala 1991´ê ji ber zilma Sedam penaber bû û xwe gihand DYE´yê. Ew hingê 10 salî bû.

Niha li Starbuckseke li Plano ya li Dallasê heftane çalakiyan dikin. Gardy bi xwe hilbijêrekî komarxwazan e û dengê xwe daye Trump. Lê niha ew wî protesto dike.

Gardy yek ji wan kesan e ku civaka Kurd a li devera Dallas-Forth Worthê bi rêxistin dike ku serjimara wan qederê 8 hezaran e.

Li dijî dagirkeriya qirker a dewleta Tirk a Rojavayê Kurdistanê jî niha ew gelekî çalak e, hesabê wan ê Facebookê di nava hefteyekê de xwe gihand hezar kesî. Ev hejmar niha bûye 4 hezar.

Ahmed Ahmed jî xwendekarê Richland College e. Şeva beriya çalakiya mezin a Dallasê, xewa wî nehatiye û dovîz nivsandine “Min DAIŞ têk bir. Min dinya kir cihekî ewletir. Ez xiyaneta li min bûyî heq nakim.”

Çalakî li ber avahiya American Airlines Center çêbû, êvara ku li heman avahiyê mîtînga Trumpî hebû. Ev mezintirîn çalakiya Kurdan bû li Dallasê. ji ber wê Omar Barzanî yê beşdarî çalakiyê bûyî yê 40 sal in li DYE´yê dimîne, dibêje, “Niha, êdî dostên me ji çiyayan bêhtir in.”

Çalakgera Kurd Ozum Yesiltas ku li Texas A&M-Commerce profesor e, dibêje, “ji bo Kurdên DYE´yê niha tam dem e ku xwe birêxistin bikin. Ji ber ku piştgiriya raya giştî jî gelek e.”

Ji bo çalakgeran, ev çalakiya dema mîtînga Trumpî de pêhisînek bû: Xelkê guh dida wan. Ew li dora avahiya mîtîngê dimeşiyan û xelkê hatî guhdariya Trump bikin jî gava resmê Mihemedê 13 salî şewitî dîtin, hiş bûn, tevî polîsan, tenê dengê Kurdên çalakger dihat bihîstin. 

 DALLAS