“…Dilo ez bimrim li vê zistanê
Kifnê min kerkin ser destê canê
Qebra min kolin, li Kurdistanê…”


Tehsîn Taha roja 25 îlona 1941’ê li başûrê Kurdistanê navçeya Amêdiyê tê dinyayê. Ew 8 xwîşk û bira ne. Çar kur û çar keç. Tehsîn zaroka duyem a malbatê ye.
Bavê Tehsîn, Taha Mihemed Selîm karmendê Xerîdariyê (Îstîhlak) bûye. Hêj Tehsîn zarok bûye, bavê wî ji bo xebatê dişînin Duhokê navçeya Mangêşkê. Êdî ew li wir bi cih dibin.
Ji ber ku navê bavê wî, Taha bûye, lewre ew jî wekî Tehsîn Taha tê nasîn. Di çanda kurdan de zarok bi navê dayîk an bavê dihatin nasîn. Wekî Filîtê Quto, Bişarê Çeto, Kirapêtê Xaço, Evdalê Zeynikê, Şakirê Bedîh û hwd. Lê ya Tehsîn Taha ne wisa ye. Ger wisa bûya wê bigotana Tehsînê Taha.  Bi navkirina wî li gorî binavkirina ereban e. ji ber ku li welatên erebî binavkirina kesan û nasandina wan, bi navê bav û bapîr e, loma Tehsîn Taha jî wekî Tehsîn Taha Mihemd e. Navê bavê wî Taha Mihemed Selîm e. Bi kurtî ew wekî Tehsîn Taha tê nasîn.
Tehsîn li Mangêşkê dest bi xwendinê dike. Heta pola 4’an a seretayî li wir dixwîne. Pola 5’an li navenda Duhokê xilas dike. Pola 6’an li Zaxoyê dixwîne. Careke din xwendina xwe li Duhokê dewam dike û sala 1955’an dibistana navendî li wir kuta dike.
Piştî hngê diçe navçeya Hedbaya Mûsilê û li wir dest bi stranbêjiyê dike. Di sala 1956 -57’an de ji Mûsilê vedigere Amêdiyê. Li wir jî hînî bikaranîna daktîloyê dibe. Wê çaxê kêm kesan kariye bi daktîloyê binivîsin.
Tevî xebatê, xwendina lîsê jî berdewam dike. Dema ku lîse xilas dibe, tevlî imtihana beşa kurdî ya radiyoya Bexdayê dibe. Di imtihanê de bi ser dikeve. Bi vê yekê re yekemîn strana xwe ya bi navê “Eşkere Nakim” di radyoya Bexdayê de dibêje.
Di sala 1960’î de li Zanîngeha Bexdayê, Fakulteya Hunerên Bedew dixwîne. Tevî xwendinê rewşa siyasî ya welat jî dişopîne. Di wan salan de navbera kurdan û rêveberiya Bexdayê jî her ku diçe xirabtir dibe. Li gorî destûra sala 1958’an diviyabû hin maf bidana kurdan, lê rêveberiya Bexdayê vê yekê cî bi cî nake. Lewre jî di sala 1961’î de êdî nerazîbûn û çalakiyên protstoyî yên kurdan bi hêztir dest pê dikin. 
Tehsîn Taha jî di nava çalakiyan de cih digire. Asayîşa Giştî ya Bexdayê wî digre û 15 rojan işkencê lê dikin. Ew bi şidet û lêdanê re rû bi rû dimîne.
Çalakî û nerazîbûna kurdan dibe sedema hêsa ereban û êriş dest pê dikin. Kurd jî dest bi parastina xwe dikin. Ev yek wekî şoreşa Îlonê tê binavkirin. Tehsîn Taha jî tevî xalê xwe Emer Selîm vedigere Kurdistanê û dixwazin tevlî şoreşê bibin. Lê Zaxo careke din dikeve bin desthilatiya ereban. 
Tehsîn Taha dîsa vedigere Bexdayê û dixwaze xwendina xwe bidomîne. Di sala 1963’yan de li Bexdayê careke din tê girtin û vê carê salekê di girtîgehê de dimîne. Yekemîn strana ku di girtîgehê de dibêje, “Têtin Bihar” e. Mehmûdê Timoqî di lêkolîneke xwe de dibêje: “Tehsîn Taha di girtîgehê de hin stranên bi zimanê erebî jî gotine ku yek ji wan bi navê “Enna Xerîb” yanî ez xerîb im. Piştî ku ji girtîgehê derdikeve, dîsa xwendina xwe didomîne.”
Tehsîn Taha di sala 1968’an de wekî mamosteyê muzîkê li Mexmûrê dest bi wezîfeya xwe dike. Di dawiya heman salê de wî dişînin dibistana Nimûne ya Hewlêrê û li wir tê wezîfedarkirin. Heta dawiya sala 1970’yî li wir mamostetiyê dike. Piştî hingê dîsa li navçeya Mexmûrê tê wezîfedarkirin.
Piştî ku hinekê rewşa di navbera kurdan û Bexdayê de baş dibe, ew êdî hatin û çûna Bexdayê dike.  Di radyoya Bexdayê de hunermendê kurd Mihemed Şêxo nas dike. Li wir du stranên bi navê “Aso” û “Ey Hewar” bi hev re dibêjin. Tê gotin ku strana Aso ya Tehîs Taha ye ku daye Mihemed Şêxo.
Êdî Tehsîn Taha her ku derfetê dibîne diçe radyoyê û stranan dibêje. Li wir gelek stranbêj û hunermendên kurd ên wekî Mihemed Arifê Cizîrî, Hesen Cizîrî, Elî Merdan, Meryem Xan, Îsa Berwarî û gelek kesên din nas dike. Ew bi hunermendên mîna Gulbihar û Eyşe Şanê re jî dubendiyan (duqolî) dibêje û bi wan re li Duhok, Hewlêr, Bexda û gelek bajarên din yên Kurdistanê konseran dide.
Tevî ku stranan dibêje karê xwe jî didomîne. Hem li Mexmûrê hem li Hewlêrê mamostetiyê dike. Di sala 1974’an de dizewice ku ji vê zewacê 4 zarokên wan çêdibin. Hêj Tehsîn nûzava bûye, rewşa kurdan xirabtir dibe. Salekê piştî zewacê yanî di sala 1975’an de têkoşîna kurdan li başûr têk diçe. Kurd neçar berê xwe didin parçeyên din ên Kurdistanê. Gelek derbasî rojhilatê Kurdistanê û Îranê dibin.
Tehsîn Taha jî li ser vê têkçûnê kul û kesera dilê xwe dirêje, strana xwe ya bi navê “Ey Felek” wê çaxê çêdike û dibêje.
Di sala 1989’an de li bajarokê Kelarê dîsa dest bi mamostetiya muzîkê dike. Beriya serhildana 1991’î diçe Duhokê û dawiya heman salê diçe Hewlêrê û li wir dijî.
Hest û daxwaza bi salan a di dilê wî de bi pêlên şoreşa li bakurê Kurdistanê re geş dibin. Ew dikeve bin bandor û coşa li hemû parçeyên Kurdistanê. Bi coş û heyecana newrozên ku li bakurê Kurdistan û beşên din re, hestên wî jî germtir dibin.
Êdî pêlên coş û heyecana şoreşê li her derê belav dibe. Li Ewropayê jî kurd li ser piyan e. Newrozan bi coş pîroz dikin. Tehsîn Taha jî roja 13 adara 1994’an tevî hunermend Fuad Ehmed diçe Holandayê ku tevlî şahiya Newrozê bibe. Ji ber ku tevlî çalakiyên kurdên li Ewropayê dibe, hinekî sarbûn dikeve navbera wî û rêveberiyên herêmî yên başûrê Kurdistanê. Ew jî êdî venagere welat û li Holendayê bi cih dibe. Lê kul û kesera welat zêde derfetê nade wî. Eş û jan lê peyda dibe. Wî radikin nexweşxanê, derdikeve holê ku derdê wî giran e. Nexweşiya wî şêrpence (kanser) bûye.
Dûr li welatê xwe nexweş dikeve. Dûr le axa bav û kalan. Ew xaka ku ji bo distra. Hin caran navê Bêrîvanê lê dikir. Hin caran bang li cotyarên wê dikir ku rabin. Hin caran jî giliyê Felekê dikir. Hunermendê kurd Tehsîn Taha roja 28’ê gulana sala 1995’an koça dawî dike û di temenê 54 salî de ji nava me bar dike. Cenazê wî li bajarê Amediyê, cihê ku lê ji dayîk bûye, dispêrin axê.
Mixanin siyaset dikeve nava şînê. Ji ber ku Tehsîn Taha elaqe nîşanî tevgrên din ên Kurdistanî dide û tevlî şahiyên Newrozê dibe, li başûrê Kurdistanê dibe sedema nerazîbûna hin hêz û derdoran. Lewre xelk ditirse ku tevlî merasima cenazê wî bibe. Tenê komeke 100 kesî tevlî merasima veşartina hunermend Tehsîn Taha dibe.

Wesiyeta Tehsîn Taha

 Hunermendên kurd Tehsîn Taha dema nexweş e, li Holedanê bi dengê xwe hestên dilê xwe vedibêje, kul û keserên xwe, daxwaz û hêviyên xwe di kasetekê de tomar dike, wekî wesiyet ji malbata xwe re dişîne.
Wesiyeta xwe ji xanima xwe (Hebîbe) û her çar kurên xwe (Vehêl, Gelvan, Warvan û Dîrhat) re dişîne Amêdiyê. Daxwaz û hêviya wî welatê wî bû. Ji bo azadiya Kurdistanê têkoşiya, kete girtîgehê, bû koçer û der bi der bû, lê terka hêviya xwe nekir. Di wesiyeta xwe de wiha dibêje: “Daxwaza min ya herî pêşîn serxwebûna Kurdistanê ye. Pêwîst e kurd qet ti carî xiyanetê li doza welatê xwe nekin. Ger ez rojekê mirim min li axa Kurdistanê veşêrin. Lê beriya veşartina min li goristana Amêdiyê ava ‘Kaniya Mala’ li laşê min bireşînin û piştre min di nava dilê axa Kurdistanê de veşêrin...”

Jiyaneke tije berhem
Hunermend Tehsîn Taha di dema mamostetiya xwe de gelek xwenekaran perwerde dike. Di warê hunerî de 8 berheman tomar dike. Di berhemên wî de nêzî sed stranên siyasî û folklorî cih digirin.
Di salên dawî de du berhemên wî yên bi navê “Aso” û “Rabe Cotyar” wekî xebatên arşîvî ji aliyê Kom Muzîkê ve ji nû ve li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin çapkirin.
Hin stranên Tehsîn Taha ev in: Rabe Cotyar, Bêrîvanê, Ey Felek, Xewn, Gula min weriya, Bi tinê, Çav belek, Amêdîkê Bilind e, Bûka Behdînan, Dilêrên Welatî, Dîlberê, Evîndar im, Xalxalokê, Şekir Barî, Erê an ne, Pismamo, Cîranê, Eman eman, Aso, Rewşena Malê, Xwîna dilan, Derdo, Were Canê, Yarî Dilo, Wele şî nakim, Min bidinê.
Gelek hunermendên kurd stranên Tehsîn Taha ji nû ve gotine û wî gelek stran dane hunermendên din. Hin kes li ser keda wî rûniştin û bûne “Împarator” lê ew bi xwe di nava feqîrî û hejariyê de ma. 
Ibrahîm Tatlîses  strana Tehsîn Taha ya bi navê “Min Xem deryayeke kûr e” girt û wekî “Ayaginda Kundura” wergerandibû ser zimanê tirkî. Bi vê stranê hate nasîn, navdar bû û îro wekî ‘Împarator’ tê nasandin.
Tehsîn Taha di strana xwe ya bi navê Kurdistan  de, wiha xwe qurbana axa welatê xwe dike.

Kurdistanê

 Ger hatiba viyan neba
li vê jiyanê Navê te jî mezintir
neba ji hemû rengên giyanê
Tu nebayî, wekî tu heyî, 
tê her hebî, mezintir bî
Da giyana me qurbana te be,
Kurdistanê…


IKRAM BALEKANÎ / AACHEN